Selametî be Mamoste Rezo Osê
Dîrok: ÇáÃËäíä 11 ÃÛÓØÓ 2008
Mijar: gotar



  Konê Reþ

  Erê mamoste! derdê kezebê derdekî giran e… Derdê kezebê li te ketiye.. Tu bi jana kezebê birîndare.. Kezeb, erê kezeb.. Yê zane, ji xwe zane û yê nizane baqê nîskaye.. Jana kezebê jî mîna jana ziman û rewþenbîriya kurdî ye… Îro wê janê tu di nav pencên xwe de hêsîr kiriye.. Di navbera te û wê de þer e..


Ji berî 25 salan ve, tu  bi deyax, pêdarî û berxwedane di ber ziman û rewþenbîriya kurdî de.. Di rewþek zor çetîn û dijwar de, Stêra te, asmanê Cizîrê dixemiland.. îro jî Pirs… hem jî bi dehan ji xort û keçan, di korsên te de fêrî zimanê kurdî dibin.. Tu bi tev derfetên xwe, dara zimanê kurdî av didî.. Tu tev zanîna xwe a erebî, alemanî û rûsî bo zimanê dayika xwe terxan û xerc dikî.. Navê te bilind bûye, bûye cihê rêzgirtinê ji tev welatiyan… Û bi serketin, tu bûye yek ji pêþengên rewþenbîriya kurdî di pey þagirtên Hawarê re..
   Erê mamoste! ziman jî, perçak ji kezebyê ye.. Îro ew perçe li ber talana penceþêra bêîman dinal e.. Wê penceþêrê, pencên xwe dirêjî kezeba te kirye, mîna pencên neyaran û talankirina ziman û folklorê kurdî… Tu wek sûrekê ye pêþberî talanên neyaran… Qet me bîr nedibir ku ji hundir ve jî, penceþêrek xedar, pencên xwe dirêjî kezeba te bike… Lê çendî ev penceþêr ehmeq e, çendî xeþîm û nezan e.. Bîr nabe ku, kezeba mamoste Rezo Osê bi kaniya zimanê kurdî tê avdan û tev texlît darên kurdistanê têde hatiye çandin.. Hin ji wan daran dermanê penceþêrê bixwe ne..
De raba mamoste rabe..! Çavê welatiyan li hêviya te ye.. Lî hêviya þîret û pendên te ye.. Penceþêr nikare bi kezeba te, ewa ku te ji ziman û rewþenbîriya kurdî re terxan kiriye..
Selametî be mamoste..








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1200