Seyid Feysel Muctevî
Tancê eqil bikî ser nakevye qeyd û bendan
Gerdûn bibîte behrek nadet bi saq patan
Ne xew ne bêomêdî hostê eqil tiraþî
Kinc û kilavê sistî nefsê firote insan
Dêvê leîn Sulêman dûr kir ji text û tacî
Lev rabû ba û boran mala me kirye vêran
Ba bir heçî vehûna destê bihêze aqil
Girtin ji ba ji tûfan,lehyê ji derbiharan
Bo me dibit xenîmet,girtin ji av û tûfan
Ger cacime pilase ger delq,kurki baran
Nabe omîdê qetke masya ketî bi torê
Ev bê meqes bimîne torê nede qetandin
Raza eger zemanek bê bîr û ray û tedbîr
Ravçî bixewde ev girt bêderdiser bi hêsan
Dibye bikevte fikrê ristek teze vehûne
Xo pêvebigre bavê þayed kete deravan
Kerkûki kevte davê hêþta nebûye êvar
Ger þev bi serde bêtin dê bibte baxê caran
Nêqmet jibo me mînit nêimet jibo neyaran
Xar û qelem jibo me gulrengi bo neyaran
Seyyid nebêje Kerkûk tenya dikevte behrê
Bel ev dibit bidaye bo keyd û mekrê paþan
Mej erd û ax û malê bêxin çîya,þikevtan
Yehyel Îraqi bêjin þabin bi van silogan
Bê mal û milk û bê cî em milletik heyîbin
Dinya me bibte dijmin hêstir me bibine baran
Na na bihorî ev dem xevna visa nebînin
Yê carekê konê ket,nakevte bîr û çalan
Em dê bira bimînin destê xedir þikênin
Pê aqil û dirayet ne das û kêr û þûran
Sine 2008-07-25
Vezn : Mefoûl Failton Mefoûl Failton
Behr : Muzari Musemen Exreb