Xelîl Sasûnî
Eva salek te dev berda ji van dost û hevala.
Te koçkir û Te piþt da me, Tû dûr ketyî ji mala.
Tû may bê deng, tek û tenha, ne þand bo me silavek.
Xuyaye rast Tû dil sar bûy ji dinya pûç û vala.
Ji lewra ku di jînê de... Nexoþî tev Te dîtin.
Nemaze westa cotyar û derdê þivan û pala.
Deka seyda em paþguhkin: Gilî, gazin ji jînê.
Zehmetkêþî ji bîrkin em, herin xewn û xeyala.
Çiqasî em bibînin zor li ser xaka zemînê.
Illa rojek emê çin jor… Li ser hewran û bala.
Du,akê dê bikim seyda, û Tû jî bêje: Amîn.
Nemînî kul di gorê de… Zû bînim bo Te: Ala.
Xwezî roja kû bêm ba we civata Tew Cegerxwîn.
Cizîrî, Xanî û Namî... Vexun pevre: Peyala.
Li dora me: Perîzade, bi kêf û ken, xelek bin.
Binoþin mey ji lêvên wan, wekî þîrê helala.
Ji çavên mêþinî ber ew xedeng û tîr û gezman.
Bibarînin lebaleb me ji goþên wan hîlala.
Ewan pîran, bi hev re dane fitwa: Ku duriste:
Çi tiþtê bête xwestin ew ji wan þox û þepala.
Bila her yek bibî: Meyger, bidin me: Ava kerkûþ.
Bi wan destê sipî nazik, dêmên b,þewq û þemala.
Dîsa:
Xwezî roja ku bêm ba we, civata Tew Cegerxwîn,
Cizîrî, Xanî û Namî… Vexun pevre: Peyala.
02.07.2008
Þam
* Ev helbest, di salyadiya koçkirina seydayê Keleþ hate xwendin.