Kovara W Hejmara 21’an DERKET!
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 09 íæáíæ 2008
Mijar: Nûçe



Bi hejmareke nû dîsa merheba,

Bi þekl û þemaleke cuda, bi dosyeyeke girîng em dîsa li pêþberî we ne.
Di vê hejmarê de mijara dosyeya me “Ehmedê Xanî; Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje” y e. Bi nivîsa xwe ya “XANÎ xwe ye” Serwet DENÎZ, “Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ” Azad ZAL, “Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê” Heyder OMER dosyeya me xurt kirine.


Her wiha di dema sempozyûma li ser Ehmedê Xanî de pispor, lêkolîner û nivîskarên kurd ên ku tevlî sempozyûmê bûbûn me xwest em xwe bigihînin wan û teblîxên wan ên ku pêþkêþî sempozyûmê kirine bigirin û biweþînin. Lê mixabin ji ber hinek sedeman ew teblîx negihiþtin me. Ji ber vê yekê çend beþên li ser mijara doseyeya xwe ji hevpeyvînên ku me bi kesên têkildarî mijara Ehmedê Xanî re kiribû hilbijart. A. Varli bi  mijara nîqaþê ya “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne” P. Cîhanî bi ya “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e, Reþîd Findî bi ya “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e”, Î. M. Resûl bi mijara nîqaþê ya “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” nîqaþên li ser Ehmedê Xanî geþ kirin. Her wiha me ji “ Guldesteyek gulên xweþbîn ji zarê Ehmedê Xanî” ji bo xwendevanên Kovara Wyê di dosyeyê de bi cih kir.
Di derveyî dosyeyê de bi bêhn û pêjna lêkolîner, nivîskar û helbestvanên me yên hêja hejmara kovara W(e) ya  21’an têr û tije dagirtiye. Em hêvî  dikin ku xwendevanên Wyê ew ê tam û çejeke xweþreng jê bigirin.
Xwendevanên hêja,
Di hejmara 20’an de wekî xetayeke teknîkî çewtiyeke hatiye kirin, me di rûpela 52’yan de di nivîsa “Dengbêjek û Stranek; Bavê Selah” de di dewsa  Amadekar; Hîlmî AKYOL de Evdirehman UMER nivisandiye. Evdirehman Umer  Bavê Selah bi xwe ye. Ji ber vê xetayê em ji niviskarê xwe Hîlmî Akyol û xwnedevanan lêborînê dixwazin û em vê kêmasiya xwe tekzîb dikin.
Heta hejmareke din bimîni her di xweþiyê de...

N A V E R O K / W-21
* Ji Edîtor - 2
* Hîmekî Wêjeya Dinyayê: GOETHE /Adar JIYAN - 3
* Pirsên Felsefeya Heyînê / Alî GURDILÎ - 6
* BADÎNO / Menaf OSMAN - 9
* Li Katrosê Dareke Bihîvan / Feratê DENGIZÎ -  11
* Marmarokî / Þevger ÇIYA - 13
* Kemo / Abdurahman BAKIR - 14
* Dayik / Ronî WAR - 18
* Êvara Dawîn / Mizgîn AYDIN - 19
* Du Çivîk /Arjen ARÎ - 21
* Payîz / Reyhan SARHAN - 22
* Siyo û Zelîxan / Ayhan ERKMEN - 23
* Keziyên Jinebî / Perwîz CÎHANÎ - 24
* A. Dîkran: “Min bi çar zimanan dest bi muzîkê kir” / Z.FARQÎNÎ - 27
* Biyandost û Dijhogirno! / Arþek BARAVÎ - 31
* Rojîzma! / Evdile KOÇER - 32
* William Carlos  Willams / Kawa NEMIR - 65
* Þevîna Xem(sar)ê / Omer DILSOZ - 68
* Serxet û Binxet / Rizoyê XERZÎ - 69
* Bihara Beravêtî / Kamran Simo HEDILÎ - 70
* Albûma Wêneyên Þikestî / Þengul OGUR - 71
* Hesab û Kîsab / Îlhamî OZER - 72
* Sî û Ba / Fevzî BÎLGE - 73
* Þîna Helbestê /Berken BEREH - 74
* Bûka Aþtiyê / Selahattîn ÇAM - 75
* Guldexwîn / Sîpan XIZAN - 76
* Silêmanê Dunikul / HogirBERBIR -77
* Sîwan / Cîhan YILDIRIM - 78
* Perîxana Þirnexî / Hîlmî AKYOL - 79
Dosye: Ehmedê Xanî Agirekî ku sêsed sal e dil û mêjiyan disoje;
* XANÎ xwe ye /Serwet DENÎZ - 35
* Di NÛBARA BIÇÛKAN de pend û þîretên balkêþ  / Azad ZAL.37
* A. Varli: “Xanî yekî bi tenê ye hîna di nava kurdan de du Xanî çênebûne”/ Hevpeyvîn: Serwet DENÎZ - 41
* P. Cîhanî: “Ehmedê Xanî Ne Fîlozof e”/ Hevpeyvîn: Azad ZAL.. 47
* R. Findî: “Hecî Qadir Xanî’yê duyemîn e / Hvp: Serwet DENÎZ . 49
* Î. M. Resûl: “Fikra neteweyî beriya Ewrûpayê bi Xanî re çêbûye” / Hevpeyvîn: S.Denîz - F.Dengizî - A.Bakir - 50
* Dirûvê hunerî yê dastana Mem û Zînê / Heyder OMER - 52
* Guldesteyek gulên xweþbîn ji zarê Ehmedê Xanî - 62

 










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1162