Mustefa Begê Cemîl Paþa Diyarbekirî jî çû ber dilavaniya Xwedê
Dîrok: ÇáÃËäíä 07 íæáíæ 2008
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

Berî du rojan ango (05/07/2008), Mustefa Beg kurê Mihemed Begê Cemîl Paþa li Þamê çû ber dilovaniya Xwedê, piþtî ku wî 82 bihar ji temenê xwe diyarî welatê xwe kurdistanê kirin û di her çar perçeyên kurdistanê de xebat kir..
Mustefa Beg kurê Mihemed beg e, ewê ku yek bû ji lebatên komela Xoybûnê, di gel bira û pismamên xwe wek Qerdî Beg, Ekrem Beg, Bedrî Beg, Wecdî Beg...


Mustefa Beg di sala 1926 an de li Amedê (Diyarbekirê)çêbûye, di sê saliya xwe de, bi malbata xwe re binxetî sûriyê bûye. Wî xwendina xwe a seretayî li Amûdê û Hesekê xwendiye. Piþtî ku malbata wî sirgunî Þam û Tudmirê bûye wî xwendina xwe li Þamê, di dibistanên Fransîzan û amerîkan de xwendiye.
Di sala 1960 î de li sûriyê, ji ber kurdayetiyê, di gel bav û birayê xwe ketiye zindana Þêx Hesen de li Þamê..
Ji neçarî wî û birayê xwe Wecdî Beg berê xwe dane Kurdistana Iraqê, li wir jî hatiye girtin û 6 mehan di zindana Nihaye de derbas kiriye, di bin eþkencê de nenûkên wî hilkirine..Peleke baþ bi Barzaniyê nemir re maye, wek pêþmergekî beþdarî di þoreþa Eylûlê de kiriye..
Di sala 1975 an de bi þervanên Barzaniyan re çûye Iranê, bajarê Kerec.. ji wir jî, xwe li turkiye girtiye, piþtî pêlekê careke din zîviriye suriyê gundê xwe Dade Evdal.
Hejaye gotinê ku kebaniya wî keça Omerê Þemdîn axa ye, destbirakê mir Celadet Bedirxan û yek ji lebatên aktiv di komela Xoybûn de, ku civînên Xoybûn di mala wê de li Þamê, dihatin li darxistin. Hem jî hêjaye em bêjin, ku keça Mustefa Beg kebaniya mamoste Nîhad e, kurê Barzaniyê nemir û 10 kurên wî jê hene.
Em jî bi dilekî xemgîn vê nûçeyê di pejirînin û sersaxiyê ji tev neferên vê malbata dêrîn re hevî dikin. Bela serê wan sax be, serê gelê kurd sax be..Xebata wan di ber welatê wan de, cihê rêzgirtinek mezine ji rex gelê kurd ve.Yezdanê dilovan Mustefa Beg bi dilovaniya xwe þad bike, buhiþta rengîn mala wî be.
Not: Îro, piþtî nîvro wê termê Mustefa beg ji Þamê bigihê gundê wî Dade Evdal û wê ew di rex bav û diya wî de, di gortisatan Pisîsê de bê veþartin, eva ku dikeve navbera Serê Kaniyê û Derbasiyê de.
Konê Reþ
Qamiþlo 07/07/2008










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1160