BIZANIBE
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 íæäíæ 2008
Mijar: Helbest



Xemgînê Remo

Gava ku tu
Di ber baxçakî re bûrî
Û perwaneyan enî ya te
Maçî nekir
Bizanibe :
Ku ew bexçe bê gule ...

Gava ku tu
Di gundekî re bûrî
Û dûyê tenûra jê hilnebin
Bizanibe :
Ku þênî yên wî gundî
Miþextî û derbederin ...


Gava te dît
Ku du bira
Li ser parçakî nan
Bi ceng û þerin
Bizanibe :
Ku dilovanî nemaye
Û ez-ezî hovekî dirinde ye
Wê serê yekî ji wan
Tê here ...

Gava û çi gava te dît
Þoreþ û serhildanê miletekî
Têk diçin û ber nagirin
Bizanibe :
Ku rêberên vî miletî
Ne bîrwer û þerkerin ...

Kevî :
Bexçê bê gul ne bexçe ye
Gundê bê dû xirabe ye
Birakujî hovane ye
Û têkçûna þoreþan
Ji min û ji te ye .....







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1134