kewê Botanê Reþîdê Elanê ji nav me koçkir
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 06 íæäíæ 2008
Mijar: Nûçe



Dêrika Hemko sibeha çarþemê 4 / 6 / 2008an dengbêjê xwe yê navdar û hêja Reþîdê Elanê bi gorkir , Reþîdê Elanê di sala 1935an de li gundê þerefiya Botanê hatiye jînê ,  di salên çilî de malbata wî ji bakurê kurdistanê koçkiriye baþûrê rojava û li Dêrika Hemko bi cih bûye , Reþîdê Elanê yek ji dengbêjê serêlî û pehîzokên Botaniye , ji nifþê stiranbêjên gelêrî û miqamên kurdî ya resene , ew bi xwe ji malbatek hunerî þarezaye , birayê Ehmedê Elanê û Evdo Elana ye , cihê wan di rêza pêþî de ye ,di nav a çand û stirana kurdî a resen de


bi dehan stiran bi dengên xwe yê  zîz û zelal li dûv xwe hiþtine û parastine , em sersaxiyê ji malbata wî re ,û ji hemî hunermend û parêzvanê awaz û stirana kurdî re dixwazin , nemir REÞÎDê ELANÊ wê weke kewên Botanê herdem di guhê me de bistirîne û bixure , bi hêviya  ku herkes li awaz û stiranên gelêrî û dengbêjiyê  xwedî derkeve û biparêze .
4 / 6 / 2008 Dêrika Hemko
CIWAN DÊRIKÎ

---------------
SERSAXÎ
tevna çand û hunera kurdî-Dêrika hemko ji malbata ribatê Botanê Reþîdê Elanê re , û ji hemî denbêj û stiranbêjê gelêrî re . . sersaxiyê dixwaze , bi koçkirina dawî ji jiyanê stêreka geþ ji ezmanê dengbêjiya kurdî gurijî , û dilê me xemgîn kir , çimkî Reþîdê Elanê yek ji dengbêjê heyranok , pehîzok û serêliyên Botanî ên resen bû , bi keda xwe sedê stiranên gelêrî parastine û ji nifþê dûv xwe re hêlane ,
dengbêjê hêja wê herdem di dilê me, û di civat û þevbêrkên me de  bijî ,dîsa em bi navê  tevna çand û huner a kurdî – Dêrik sersaxî û serxweþiyê ji malbat , dost , dengbêj û huermendên kurd re dixwazin , bila dengbêjiya kurdî herdem li xweþya we here .
4 / 6 / 2008
tevna çand û hunera kurdî-Dêrik







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1126