li jor..di bin piyên sîberiyê de
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 30 ãÇíæ 2008
Mijar: Nûçe



  silêman azer

1
li wir…ew bilindtirîn cih,
ji bînayiya asoyê min re.
dirêj kiriye,tîjik kirina bêdengiyê.
barkirî bi baskin westiyayî,
min lûs dikin keviyên þevin,
hêwî bi avîgirtina rûsariyan.
û hîna tu li wî bilindtirîn cihî
ez qiraxên çeman hînî
hembêzkirina herikandinan dikim.


golên kevizgirtî
barabûnê li wan siwar dikim.
hîna tu li wirî
û mijûlim bi daweþandina pelên daran
ji tozika siwariya te.
ez dengê xwe
di guhê dilþeawtiyê de di sûm.
de,bihnikekê,
min ji mêraniya min bixapîne
û min bi firandina xwe ve bigelicîne.
hîna tu..
li hev diherbilîne
miwên davên xwe
ji nêçîrkirina ewran re.
 
2
ma tu dikare
bi guhên rûsariyê bigre
û wan bifirkîne
mîna zarokekî gunehkar
û li serê min
pêçayiye dînîtiya tuxmê min
û çirûskin zexel min dane ber bê çariyê.

3
li wir..
hîna tu di qelþên
destê bavê xwe de
tûmikê tolikê diçîne
û didêre
bêndera rûsariyan
raserî deþtên tenahiya xwe.
bi tenê carekê
min bi hepiþîne
xewna xwe
da ez têrbibim ji pîkoliyê.
tu li pêsîra mija xwe dibane
berxikê þîrdayî
bi hêwîbûna keskahiyê.

4
hîna li wir
tu di rûdêmê xwe de di qefile.
tevî þewata te.
û tu min wêne dike
peyala serxweþiyê.
de bihêle
ez xwe jibîr bikim
di þirovekirina xwe de.

5
xaçkirîne aliyên min
eger te nav di siwariya xwe da.
tu li xavika berbangan dide
û dilopan di guvêþe
kunê dengê ketî.
ta pêxemberan payamnêrê tirsonekiyê ne
li vir.
û þepirzene xweda
di tewanbariyên xwe de.


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1116