Bîranînên veciniqî «Dema du evîndaran xwe di nav xwe de veþartibûn»
Dîrok: ÇáÓÈÊ 24 ãÇíæ 2008
Mijar: Nûçe



  Ciwan nebî
ciwannebi@hotmail.com

Min tu dîtî
û tiliyên te þor
di nav destên wê de
       tebaxeke pêketîbûn
toza bendewariya
wa nerînên zuha
di çavên te de xuya bû
e         r         ê
min tu dîtî
û hînde ew kêlîkên demûþgirtî
di biyanbana rojên te de diherikîn
ezmanên te
         nizim dibûn


gotin bi te re ne dibû
ne tenê
mane sîka te tev
         ne weke te bû
û porê te yê westiyayî
jehiriya armancên te dibirî
yaw
    birastî
       evînî
          pêxembereke ha!
tu ê stêran vemirênî !
tu ê heyvê
di þeva sersalê de
diyarî
       wê
            bikî !
tu ê çi bikî
         û çi nekî
wilo te bi tayek xewn
kiras
     û
        xiftanekî
             kurmancî
ji pêþe rojê re didirût
lê te nizanîbû ku pêþe roj
bi çakûçê (kawa) ve girêdayîye
min tu dîtî
û kolanên tazî
tu ji min ne parastin
li bîra min tê
      çawa destên te
        bi dara porê wê ve
               hildikiþiyan
hingê
        bîranînên min
yên pîr û razayî
weke ku tu ji niþkave
qîrekê
li wan kî
veciniqîn
û sîka min
ew sîka dal serxweþket
tu bi xwedê kî
te çawa ji newqa wê demê
rextên tije tirs qetandin  ?!
yan tu çawa
bi lingên xwe vegeriyayî  ?!
ê min dema tirî
     li ser lêvên min
             þîndihat
min
rêya
          malê
nasnedikir .








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1104