Besam Mistefa
Ê ku mir mir
Ê ku jiya jiya
Ez ne jiyam û
Ne mirim
*
Ji dûr du hesp tên
Hespekî reþ û
Hespekî sipî
Ji dûr du hesp tên
Du hespên reþ
Di nav pora te de
Stêrk û beybûn dinivin
Ne min stêrkek girt
Ne jî beybûn bêhn kirin
*
Bo Xalid Elî
Xalid
Bi du qedeh wîskî
Û du hezar xewnan
Þevê din
Ez anîme bîra min
*
Bo Þîlan Hemo
Ez napirsim ew aniha çi dike:
Tûrik li mil e
Êþ li ser piþtê bar in
Kolan bi kolan
Ew li xwe digere niha.
*
Di vê êþa xwe de
Ya vê carê!
Sê pênûsên min xwe bidarve kirin
Du helbestan xwe kuþtin
Min xwe bi girî..sax kir.
*
Ku ez bêm
Deste vala nayêm
Du guhar
Û gurzek xewn
Dê ji te re bînim
*
Bo Menar Nessê
Menar!
Va hilwiþîn gul û dar
Va
Vekirî
Eþkere
Ro bi nîvro
Jiyana me li me bû bar!
*
Evder zîndan e
Asîman ne sayî û ne bi mij û goman in
Evê hanê
Ne zana ne û
Ne nezan in
Hertiþtî dibînin
Hertiþtî dihesibînin
Ji bilî êþên min
Ew her tiþtî dizanin
*
Digotin tu deryayek bê binî ye
Pêxembere
Xwedaye
Mirovê saxî dawî ye
Kesî negot
Tu kelekvanek bê gemî ye
*
Dûr ket…..çû
Laleþ û keniþtan
Mizgevt û dêran
Da dû.
*
Li min megirin
Êþek di dil de bû
Hate rû.
***