Piþtî evê rencdariyê,* weke begekî ne westiyayî, nazik û efendî ji nav tariyê bi bal roniya jiyanê ve derketim. Bi þevan, belê bi meh û salan te hiþyarî li hêminî û aramiya min dikir.
Dayê! Tenê giriyê min bi giriyê te re tê, tenê li ber hilma te dikelim û ji çavên te þitlên dildariyê divejînim.. Her ez diçim û têm peyva "Xwedê bi te re be" li ber guhê min e. Rabûn û ketina min, destê te li bin serê min e.
Delalê! Ez cangorî dilê te ê mezin im. Bi xêra þîrê te ê paqij û zelal, bi ser hevrîþma jiyanê ve bûm. Bi xêra pêlvedanên dengê te, ji tengasî û talokan rizgar dibim!
Diya min î rind û delal
bo te sed silavên zelal
germ, hêja ji dil diyarî
diyarî dilê þiyarî
Lê lê lê lê lê lê dayê
Evîna te pir mezin e
Kêf û þahî û gazin e
dûrbûna te pir dijwar e
germa sînga te buhar e
Lê lê lê lê lê lê dayê
Pir ramana negrîne
gula jînê dayê ºîn e
doza me fireh û kur e
dîtin nêzîk e, ne dûr e
Lê lê lê lê lê lê dayê
Dayê! Dara jînê ji nêv dilê te geþ e. Bi bihna te her hêlîn rûgeþ e. Dema tu li nav malê bî, mal bi hêman û bingeh e! Destê te ê pîroz li çi xwarinê, avê û karî be bi "berket e ".
Tu buha û bilind î. Li civakê stêr î, dibistan î, hem dilêriya te finda me a geþ e.
Tu ew firiþta li ser milên me yî. Destên te ji bo me bi nifrîn û berzûrî Yezdan in. Li ser serê me, tu ew sîwana heyvê, herdem ciwan î, vegirtî û ava yî!
Dayê! kela dilê min, li ber hêsirên te dibe teqînok, li ber çemê xemgîniya te dibe gulok. Dema tu destên evîniyê li ser serê min diþopîne xwîn dibeze, laþ dilerize, tevzînok bi bejna min ve dihilperikin. Beranber jî, dilê min bi aramiyê bêtir hest dibe!
Nizanim çima, ji þîrê dilovaniya te venabim.? Di dergûþ û dawa te de mezin nabim.
Li ber rûmetê evîna te pir piçûk im. Li ber wan þevên ko tu ji bo min þiyar dimayî, þermîn û pepûk im! Nizanim çi bikim, da bê guneh li ber te birawestim? Bê çare me, dilteng im. Bar, guneh û pelê sûcên xwe li ber te radixînim; bi hêvî me te ji xwe "razî " bibînim!