Çawa hejmara pêþî ji kovara (Hawarê) ronahî de (1 - 2)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 ãÇíæ 2008
Mijar: gotar



  Siyamend Brahîm

Di roja 15 gulanê ronahiyeke mezin li asîmanê Þamê derket, ew jî afrandineke û berhemeke nuh ji berhemên Bedir Xaniyan derket meydanan dahênana kurdî, Mamostê nemir Celadet cardin kete cîhana wêjeya kurdî bang û qîrîna xwe ya pêþî li Taxa kurdn belavkir, dengê çankoça hiþyariyê li her derê hat, danezana rewþenbîrî û zanyariyê derket hola Þama þîrîn, li seranserî kurdistanê denga kovara (Hawarê) da, ev cara duyemîn ku kovareke berz û bilind piþtî Zarê kurdî ya nemir Hesên Huznî Mukuryanî ku ew jî li Bajarê Helebê derxist


Celadet mirovê pisporê zimanê kurdî çi di warê rêziman, ziman, xwedan rewþenbîriyeke bilind, ew mirovê ku dûrî welatê xwe di rewþeke xerab de dijî, çiqasî Bedirxaniyan ev perîþanî û renca ya ku dîtin û timî dev ji karên xwe yê netewe bernedan, herî zanîn, û belavkirina agahdarî, raman, û rewþenbîrîyê ew armanca wan ya herî ji dilê wan nêzîk tir bû, ewî li nav bax û bustanên kurdî gulekê geþ çand û ev gula ha bihna wê bû dermanê nexweþiya bê derman, kovara (Hawarê) ew hemû pêþengên pêþî dahev, ew derxistine meydana dahênaê û paþe navên wan gelekî bilind û li seranserî Kurdistan bûn stêrkin çirasindî wekî Osman Sebrî, Hesen Hiþyar, Kamîran Bedir Xan, Cegerxwîn, Nûrdîn Zaza, Qedrî Can,, evîn ên ku  riya xwe ya serbixwe dîtin, û di qiralgeha kurdî de li asoyin bilind berz bûn, û ne tenê jî lê kovara Hawarê navin kurdistanî biulind bi alî xwe de kiþandin, Goran, Refîq Hilmî, Faiq Bêkes, E Xaliq Asîrî,  kete nav rojnameya kurdistanî, belê ew kovara Hawarê ye, di hejmara pêþîn de mamoste Celadet dibêje:
 "Hawar dengê zanênê ye, zanîn xwe nasîne, xwenasîn ji me re riya azadî û felatî û xweþiyê vedike", belê ew kesîtiya mirov di warê hiþyarkirina mirovê kurdî û rolla zanîn nas bike, nameya Hawarê di warê ziman, ku alfabeya kurdî belav bike, nêzîkbûna navbera zarên kurdî, danheva stran, çîrok, û kelepûrên kurd, xebata ser erdenegarî û dîroka kurdan, li vir li hejmara yekê hest, û henasiya Celadet ya balkêþ û kurdperwerî tê xuyakirin, nerîna wî di rolla  rojnemevaniya kurdî ya herî li ber dilê wî þîrîn û giranbuha gava dibêje: Hawar zarokeke nûza ye, zarwa me ye, zarwa kurdane" (1)
Lê pirsa girîng û rastiya dîroka gelo kes xweþik dizane ku Kovara Hawarê bi derket, Mixabin  gelek ji zanyarên dîroka nehatine nivîsandin, gelo ev nifþên nuh ji çi li ser kovarên kurdî bizanin, çendî astengî di derxistine wan, belavkirin, standina pirên wan nerîna xelkê ji karê rojnameya kurdî çawaye, û bi çi çavî lê dinêrin, û heya çi redeye rojnmeya me rolla xwe ya rastîn û aktîv lîstiye, evîn pirsin pêwestin em li ber gelê xwe radixînin û em bi dilekî þewat li karê rojnemevaniya dinerin ji ber ku pirraniya gel û rewþenbîrên me nizanim bê çiqasî Celadet Bediraxn,  asteng, êþ, û zehmetî dîtiye.
Lê çawa (Hawar) derket kî alîkariya Celadet Bedir Xan dikir, gelo raste ew kovara ha mamoste Celadet bi tena xwe derdixist, dehkera (xefaya) wê çilo be, û ya rast çiye?
Di dema ku Ferensiyan li Sûryê xwehremendî dikirin(hokum dikirin) û di sala 1931 di dema desthiladrê Firansî (Bonso) û di wê hingê de serokê komara Sûryê Muhemed Elî El Abid bû, û malbata Abid kurd bû û malake di warê zanîn û siyasetê de bi nav û deng bûn, îcar di vê salê de  di destûrê de û li gorî qanûna (Bonso) derxistiye, ku li seranserî welêt azadî û serbestî dide rojnemevaniyê, û nemaze benda 17 û ji aliyê rojnemevaniya ve, ew biryara 3339  5 hezîrana sala 1931 ku izin dide hemû kovar û rojnameyên, û ev destûra ha ji wezareta (navxwe) û dema wê salekê tenê didomîne.
Mamoste (Haþim Osman) dibêje ku dema Fermendarê Ferensî (Bonso) ew xweþtirîn û zêrîntirîn demê ji rojnemevaniyê ye, ji ber ku Rojnemevanî gulvedaneke hew wekî wê heye. Û kovara di vî wextî de nêzîkî 34 kovara derketin" (2)
Û em jibîr nekin ku mamoste Celadet destûra derxistine vê kovarê di dema fermendarê Firansî (Bonso) girtiye, û di sala 1932 û 14 gulana wê sala hejmara pêþî derket….dûmahiyeke din heye
------------------------
(1)  Hawar hejmara yekê gotara Celdet Bedir Xan aramanc û awayê xebata rûpele 2 .
(2) Assahafe el Sûryê madîha û hadirîha - 1877 1970 - Þam – rûpel 87 - 88







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1090