Sirûda xwîna kesk
Dîrok: ÇáÎãíÓ 15 ãÇíæ 2008
Mijar: Helbest



Ibrahîm El-Yosuf

Ji bo her se muhemedan

Her çar di ser min re derbas bûn
Potîna leşkerî
Makîneya agirkuj
Bombeya gazê
Û guleyê tivingê

Lê dawiya tevî
Min taca xwe ya ji rivina agir bidest xist
Û ez ne vemirîm


Ji bîranînên mûmeke adarê

Kî min heye
Di vê şeva ku nabe şev de
Kî min heye îşev
Ku ez li hev neherbilim
Kî min li pêşberî tûpişkên dîmenê heye
Di eşkerebûna xwe de veşartî
Di veşartina xwe de eşkere
Da ku ez rûyên din ne nuxumînim
Di roja, dema bi dîwarê dil ve ziliqandî
Li hember hovîtiya nûçeyê
Li ber dilê min dide
Da ku ez xewnên xwe,stranên xwe û nexşeya xwe
Bavêjim buxçika dilê xwe
Ez bi mêrdewanên matmayî ve hildikişim
Da ku hin tiştên xwe yên li wir bidest bixim
Da ku bikaribim xwe li ber vê bahozê bigirim
Da ku bikaribim xwe li ser xwe bigrim
Li gor dawxaza xwe li ber devê nîşana tivingê
Ez guhetinan rast dixwînim
Û bi xoşewîstî li kêleka navê xwe dimînim
Madem ku niha bajar li ser lingekî ye
Li ser rewanekî ye
Li ser dilekî ye
Li ser pirtûkekê ye …

……..

Ew diya wî ye
Di nava gevizandina xwîna kesk deye
Xwîna min
Hûn dibînin
Di nav we re derbas dibe
Hûn piştekê nadinê
Û çiyayên bi heybet
Bihêlin navê wî , îşev xezalên çîrokê bicivîne
Da ku piçekî hilweşe
 Ha waye
Matmayek nû ji wê ve tê
Ew li ser bêhna gumlek xwe li we digire
Ew wî ji xwîna wî ya tîr ya cenazeyê pir nas dike
Çi dibêje bila bêje
Çîrokê ji destpêkê de bibîr tîne
Şîrê zaroktiya wî
Gotinên wî yê destpêkê
Navê muhemed di deftera malbatê de
wî tazî şiyar dike
Da ku pirtûkên xwe yên dibistanê amade bike û hînî evîna welat bibe
Ew yê yekeme
Di goşiyê rewanê wê yê navê de
Hûn bi xwedê kin wê bihêlin
Ez dizanim çiqa jê hez dike
Ez dilzîziya wê ya çiyayî baş nas dikim
Ez dizanim çawa ji bo
Cilê wî
Lênûsa wî
Û nanê wî çawa peyde dikir
Ez dizanim çawa xwîna wî hînî navê kurdistan kir
Çawa nexşeya welat xiste histê wî

Wê bihêlin ta ku qîrîna dawî ji gewriya wê rê li ber hêsran veke
Xwîna wî nabe asteng ji bo hembêzkirinên wê
Ji mala kelpîçî ta bi asfelta wê şevê
Riya amûdê bazdide Tirbesipiyê,Dêrikê, Dicle,Dihokê, Amed û Mehabadê
Bazdide Amûdê , Dirbêsiyê, serê kaniyê Efrîn û kobanê
Li her derê xwîne
Xwîna ku xwîna min wê baş nas dike
Xwîneke ku rev jê tuneye
Xwîneke ku hemû navan destnîşan dike
Şêx Seîd, Qadî Mihemed,Barzanî
12 Adara 2004 an
Çar çira
Çiyayên Qendîlê
Xwîneke ku bêhna pêxemberan jê tê û rev jê nabe
Ev xwîna we tevane ..xwîna mîn e,
Xwîna te ye kurê min
Dema te govend hilbijart

Ha vaye
Li vire
Gavên xwe najimêre
Wê ranegirin
Ew diya wî ye
Nikare xwe bîne ziman
Ketina dengê wê ranegirin
Bila dengê wê li hev vegere
Hine ji gulîkan re çi dibêje bila bêje
Bihêle
Ew diya wî ye
Desteka wê nekin ….wê ji nav we derkeve
Şeveke ku nabe şev
Şeveke ez na lerizim
Da ku nûçeyê bi herdu guhê xwe bibhîzim
Dayê ez birîndarim
Ez nêztir dibim
Û naghîjim
Ez naxwzim gava dawî be
Dayê ez birîndarim
Ez naxwzim bibhîzim
Naxwazim bibînim
Lê rev ji bîna xwînê tuneye
Dayê…..
Ez nas dikim ew xwîna min e
Xwîna min a di damarên gelekan de
Xwîna min a di damarê we de
Di çemê sêwî de
Di damarê bajarê min de
Ev xwîna min e ez baş nas dikim
Li celdeya sereke xwîne
Li nêzî mûmikên perçiqandî xwîne
Li ser kursiyê makîneyê xwîne
Ava agirkujê û potîna leşkerî di ser re diherikin
Li ser derenceyê nexweşxanê xwîne
Xwîne li ser cilê karmendên  nexweşxanê

Di navbera sîng û darê de
Di navbera dikan û çûkan de cudahî tuneye
Madem ku kurd e

Guleyan di wê şevê de xwe dereng nehişt
Xwe li çar alî dibarand bi dil xweşî
Hêsran lezgîniya nûçeyê asteng nekir
Dengê qêrînê bi kurdî bû
Û kesek ji bilî zimanê quranê naxwîne
Di wê şevê de
Quran jî kurdî bû
Ez dixwendim û hewil dida ku muhemedê xwe binuxumîne
Tenê min ji te re digot: muhemedê min
Ez çi qurbanan pêşkêş bikim
Weke her carê wergêr ne li kêleka min bû
Da ku daxuyaniyê bi bêhnçikandinê wergerîne

Ez hinekî çavê xwe li konê newrozê digerînim
Ez cil û şekirên cejna tal vedişêrim
Kêfxweşiya di çavên wan de serjêkirî
Ez vame
Gavên min li pêşiya min diçin
Û şeva min nabe şev

Wane
Berê tivingê xwe didin min
Didin ber bi xwedê ve
Quntaxên lezok ji makîneyên mirinê
Kê ew îşev li dijî paceya newrozê har kirin
Kî ji wan re gotiye :Firokeke şer ya bi stêrka rojavayi
Xwe li ser celedeya sereke ya Qamişlo daniye
Ku wiha werin mêraniya xwe li ser biceribînin

Vaye ez nêzîk dibim
Şeve û nabe şev
Şeve û ez xwe nadim alî
Kî min heye vê şeve

Helbestvan ji asoya dîtina min dûrtir bû
Bi kefteleft bi rê ve diçe
Li ser tayên rewanê xwe
Hemû xaniyên derdorê
Wî radigrin
Çavdêriya wî dikin ku çawa li bin guhê helbesta xwe dikeve
Li bin guhê çep û rastê dikeve
Li aliyekî birîn li aliyekî qîrîn

Ez vame
Gavên min li pêşiya minin
Dîmen û hewara dayika mest li pêşiya mine
(Hewarê ma dîsa çi kirin)
Her tişt li ser halê xwe ye
Weke xwe ye

Ji kumê hesinî yê leşkerî gelek leşker derdikevin
Ji devê tivingê derdikevin
Ji aliyê çepê
Ji rastê
Ji her deverê derdikevin
derdikevin
derdikevin
derdikevin
vane li celdeyane
vane berê tivingên xwe didin gulan
didin bayê
vane bi hemû dînîtiya xwe
berê wê didin min
vanê bi tozê re xwe li ser benê cilraxistinê digrin

ew leşkerin dayê
ev bajarê me ye dayê

ji dema ku pêşiyan pifkir çira wê
ji wê gavê ve venamire
Ew bajarê min
Ji bilindiya beja wê nas dikim
Ez baş wê nas dikim
Ji xwe bêtir wê nas dikim
Nav hilbijart
Qamişlo
Qamişlo
Qamişlo


Gulên imamî ji min re tîne
Helbestan
Û nameyên bêrîkirinê
Yên navnîşanên ku tucaran ranazên

Ew wiha ye
Beriya û piştî birînê jî
Ji min re behsa stêrkan dike
Behsa xecê û siyamend dike
Guiz û tawizan
Orkêş û Hûriyan
Selahedîn û şaşika xwe
Li ser sirûdê rawestiyaye
Henano, Baravî, yosuf al azma, Deqorî
Bêhna Biyandûrê
Kalê min û hevalê wî ,
Xeznewî

Topên Ferensiyan
bi pey tivingên wan diketin
(Da ku risteya erebokên bajarên Suriya bajon ber bi sibehên bê guman de)

Û dilê min

Bihêle ku hineya guliyan
Ristekê ji goşiyên hêsiran bibêje

Ew xwîna Muhemede ez nas dikim

Tu dibînî?
Ew xwîna we ye
Hewcedariya wê bi pêşeka aliyan tuneye
Ew riya xwe baş dizane
Her tiştî di cih de bihêlin
Bila her tişt weke xwe be
Îşev xwîn kurdiye
Wergêrê wê tuneye
Kes ji bilî min nikare vebêje
Bihêlin bila çûk baskên xwe jibîr bikin

Hinek tişt hatin gotin
Hinek min ne gotin
Hinek ku ez nabêjim

Helbest: Ibrahîm El-Yosuf
Wergera erebî: Rizoyê Xerzî
Ev helbest di bîranîna çilrojiya şehîdên newroza Qamişlo de hate xwendin
 30-04-2008 –







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1088