Ezmanên ku ji me xeyidîne
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 13 ãÇíæ 2008
Mijar:



Ciwan nebî
 
 Îsal û vajî hemî salan li welatê min baran ne bariya, ne jî min û te þil li kolanan destên hev girtin û di bin baranê de reviyan, me ramûsanên qemirî qaçax ne kirin danzanek ji sarbûnê re.
Îsal ji axa me bêhna jiyanê ne fûriya û zarokên taxa me dengê wan ket hingî bang kirin: Ya rebî baran were, erda xwedê þînwere! Lê lavê wan bê sûde bûn, wilo jî bêgunehiya wan û hêviyên cotyaran li welatê minî ku pêþeroja wî di destê ezmanên ku ji me xeyidî de ye.


Îsal ewran em jibîrkiribûn, rêya xwe guhertibûn û bê silav derbasdibûn, ne carekê kolanên me þiþtin, ne jî dilên me, bo ez li hêviya baranê bimînim û helbesteke weke ewrekê bibare.
Îsal tiþtek ne bariya ne baranek, ne berfek, ne jî teyrok hat, her bi tenê çavên me zivistanên çûyî barandin û bîranînên ku hîna guleyên me ne dijî vê zuhabûnê, dijî me.
Baran ne bariya û pirsên min di helbestan de xwe qeza kirin, lewra ez îsal ji te na pirsim bê ka tu hîna ji baranê hezdikî, ne jî bê tu hîna piþkokên porê xwe vekirî dihêlî.
Ezê ji te re bibêjim; îsal heriya di taxa me de ranebû bo kes di nav de biteqine yan erebeyek e ku barê êþên me dikiþîne, ne jî potîn gerek bûn yan sobeyên ku odeyên me di qurçikên xwe de kurt dikirin, me cilên zivistanê dernexistin ji qubaleyan û îsal em bi zekimê ne ketin lê xwezî baran bibariya û bera ez bi zekimê ketiba û bi zekimê rabûba!
Mane baran ne tenê zivistanê ji nav dibe, buharê jî, mane îsal buhar jî nebû, ne jî gulek ku wê diyarî te bikim, û simbilên ku çendî me xwe di nav wan de vediþart, dema em bi çav girtinê dilîstin, wan îsal nikarîbû me biparêzin, wilo þînahiyê ji riwê welatê min bar kir û zuhabûnek ciqerû xwe berda cihê wê, û em qedexe kirin ji çûna seyranên Eyndîwer û Dirêcîkê.
Biraziya minî piçûk Hîro buhara par wêneyeke xwe di nav simbilên Sêgirka de girtibû û bedewiya wê di nav bedewiya xwedê de werbûbû. Simbil bi ser wê diketin û sed xwezî ku Hîro ew wêne ne girtiba belkî barê vê zuhabûnê siviktir ba li ser min, ez yê rojekê ji buharê heznekirî, çendî min ev hest ji te re raxistin û got; buhar weke qehpekê ye, bi cilên xweþik û mikiyacan me dixapîne, buhar sexte ye ne normal e, ew kêlîkeke û diçe, lê li zivistanê binihêre, li payizê: ewin demsalên  rast bi xwe û me re, her tiþtî dibarînin, xwe jî, û her tiþtî tazî dikin, rastiya wê diyar dikin û didin xuya bê çendî buhar derewan dike.
Lê havîn? Havîn li Qamiþlo dojeh e na birova ye li ser dojehê. Wilo min bersiva te dida, lê îsal ji hemî nerînên xwe hatime xwar, mane baran ne bariya û ez îdî ji buharê hezdikim, na ew ne sexte ye, bera buhar were..bera were.
Lê baran ne bariya ma wê buhar ji çi ji dayik bibe? Û havîn jî na ew ne dojehe,ne jî birova ye, lê îsal wê havîn jî ne be. Havîn ne tenê germbûn e li cem me em xelkên bakurê (Selîm Berekat) û lehengên jîwariyên wî, havîn dema kar e, dema paleyiya genim e lê îsal mûsim jî nîne…havîn jî nîne…jiyan nîne, mane îsal baran ne bariya, mane me destên hev ne girtin…ma baranê çi kir û çi ne kir, û ezmanên ji me û qada me xeyidî ne gotin çima ?
Ezmano we çi bi me kir ?
Hûn ku hêviya me bûn, we wilo ev ax li hêviya xwe zuha hiþt, madê mirovan tirþ kir, êdî ne gotin bi wan re dibe, ne jî silav, welatekî bi giþtî di tirsa birçîbûnê de dijî, û vê rehitbûnê xwe wer kiriye bi ser hemî civat û axaftinên wî de, welatê min e ku bi ser de her tiþt li wî buha dibe, baran buha dibe, nan buha dibe, mazot, benzîn, hezkirin, lîstikê zarokan buha dibin, û bitenê em…..
Lê çima baran ne bariya îsal, çima zivistan nehat, buhar, havîn, payiz aax ma wê îsal payiz-ku hat- çi biweþîne ji pêvî me û helbestên ku nû piþkivî?
Ma em çi bikin? Wilo ji hevalê xwe Besam Mistefa dipirsim bo ew ji Kurdistanê Selîmo bi bîra min bîne dema di jîwariya xwe de dibêje:
Wê rojek bi ser xelkên bakur de were, wê xaniyan ji nêza bixun……
_ax selîmo ma te demekê çI ne got. 

ciwannebi@hotmail.com  







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1086