Qehwak din û evînek dîn
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ãÇíæ 2008
Mijar: Helbest



Þêrîn Gêlo

Qehwakê bi çavên tere vedixum
Û qehwakê ji çavên te vedixum
Tilyên tene çixara serxweþiya min
Ez jî dûmanim bi serserê te dikevim
Peyalin lêvên te di nav lêvên minde
Ziwaye hêviya min ji derya heyalate
Dîlin tiliyên min di nav biskên tede
Dîne porêmin li sere milê te
Azdin  awirên te di riwê min de
Þermîna nerîna min di pêþwaziya bejna te de


Êdî ……….
Tu jî pala xwe bispêr vî dilî
Bê rêdan … û
Gava dijwar di nav xwîna minde bavêj
Pêwiste evîn careke din tîna xwe ji kaniya
Temenê min biþkîne
Ev temen fereye ji evînek yekemre

Êdî ……….
Min di çavên xwe de vebuhujîn
Tû peyala mayî ji evîna mine
Û tiþtê mayî ji qehwa xwe di
Sibekên jiyana minde valabik …û ..
Rakev di çavê minî þiyarde
Û …. Vexwe ji temenê minî tî .. û ..
Bersiva min nede dema ji te bipirsim
Çima rengê te mîna qehwakê çavêminî
Westyayî dike pencer û xweziyek tal
Di qirka min de dihêle .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1074