Ji bo çi xwendevanên kurdî kêmin?
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÃÈÑíá 2008
Mijar: gotar



Siyamend Brahîm
siyamendbrahim@gmail.com

     Navnîşana jorîn ew mijara ku (komîta çalakyên kurdewarî) ku li Qamişlo digel birrek rewşenbîr û bendewarên zimanê kurdî hatibûn vewxwandin , lê Mixabin ev şevbuhêrk gerek ji çend nîvîserên ên pisporê zimanê kurdî bane, ne jî çend kes tu pêwendî digel zimanê kurdî nîne.
 ku hîn elfebeya kurdî nizanin an jî qeşmerokên bê sinçî wekî Dilyarê  Xanê ku bi rengekî xerab li ser me nivîsandiye?  


Birastî  mijara mamoste (Berzo) di vê nivîsê de mijarê de gelekî cihê xwe digre. Îcar min jî  xwest ez hinekî di vê gotara han de beşdarbim, lewra min yekemîn pirtûk ji elfebeya kurdî li Sûryê derxist, û  xalên girîng rave bikim ta ku ev nexweşiya kirêt çareser bibe.
 Lê a rast ewe ku mirov ev pirsa ha di gotarekê de tewaw nake, û mirov nikare bilez nerîna xwe bide, ji ber ku ev alozî an jî naveroka vê hevoka han kokê vedigerîne  riç(cezir) û dîroka gelê kurd ya ku ji destpêkê em me ola musulmanaiyê qebûl kiriye, û zana yên me bi xurtî rajakarî ji rewşenbîriya vê ayîna han kiriye, û tê de afirandine û roleke baş lîstine, ew bi şîn û vîna xwe xalin sipî li şaristaniya musulmantiyê re ristkirin, îcar roj bi roj meydana wêje û rewşenbîriya kurdî xir û xalî ma, bax û bustanên kurdî yên geşkirî çelmesî, şepolên zanyariyê ber bi ola nuh ve diherikî, dûşa ramana kurdîtiyê berê wê dan cihekî din, warekî ji biyanîtiyê, zimanê me çû, divê her tiştên me bi vî zimanê ola nuh bête xwendin û nivîsandin.
Ew guvikin nuh sazkirin, tîpin nuh cihê xwe di elifbeya gel  de giritin, xwendina ramana nuh cihê xwe bi xurtî girt, gelo piştî me ev ola ha li xwe girtin  û kesîtî ya me tê de hiliye, lewra Kurd xwe û zimanê xwe, keleporê xwe parastina, Lê nenivîsandin ew tev devkî ma; zimanê me yê netewe neçû, lê ziman û çanda me bû rewşenbîriyeke devkî, û di vê çarçawê de Ehmedê Xanî rahişte çankoça xwe lêxist û banga hişyariyê bilind kir, banga xwe nasîn diyar kir, gazin ji mîr û gelê kurd kir, ji nelihevkirin gelê kurd kizbû, li hevkirin û kombenda gelê kurd xwest, ji ber ku ew gihişte baweriyekê ku hişyarî û xwenaskirin ew rêbaz û nasnameya gelê kurd, û wisan em ji rajekariye ziman û rewşenbîriya xwe derketin, pirtûkên kurdî mirin, dahênan û afirandin bi ziman û folklore gel ew bû sedema parastina, di hebûna Mîrneşîniyên kurdan hinekî ziman û liva rewşenbîrî pêşket, li kesîtiya xwe digeriyan, lê cardin gilî û gazî ku meydan vala ma heta ku ev xrbatên rewşenbîrî ji aliyê çend helbestvanên bi nav û deng)Ebdussemd Babik, Melayê Cezîrî, Xanî, Feqê Teyara, Herîrî, Qani , wefayî, Siyapoş, Nalî, Batî,….h.p. belê di çrewşenbîriya me kurdan ew tibabekî mezin çênebûye, pêmayekî ku dikare cihê xwe bi xurtî di komela kurdî de çêke?1 Mixabin û sed heyf ku zanayên me yên pêşî pênûsa xwe ji bo rajekariya(xizmeta) rewşenbîriya Erebî û Farisî kirin ew berhemên xwe bi wan zimanan afirandin, ji lewra hestê dahênanê li cem wan ne bi can û giyanê kurdayetiyê ve girêdaye ye.
Rojhilatnasê Firansî (Rojê Lîsko) dibêje ku toreya kurdî li dema mîrneşîniyên Kurdan de pêşket, ji lewra ev rengê ha ji helbest, dasîtanî hatin nivîsandin, û dema kurdistana kete bin nîrê Osmaniyan ve ew mîrneşînî bi rengî serbixwe man, lê ewan baca xwe didan dewletê Osman, û ji ber ku suruşt û bingeha dewlata Osmanî derbegî bû tu pêşktin an jî tu berzbûna wêjeya kurdî ne hatine afirandin û wisa meyda wêjeya xir û xalî ma, ta  ku Bedir Xaniyan cardin dest bi karê wêjeya rabûn û çirûska wê hişyariyê rojnemeya Kurdistan ku sala 1898 ji alî Miqdad Midhet Bedir Xan derket, û ev gava ha xaleke sipî di pêvajoya rewşenbîriya kurdî de bû, ji ber ku kurd dereng naman û ketin bax û bustanên qiralgeha rojnemevaniya, û li Îstanbolê de kovara (Jîn) û aktîva wan di vekirina dibistanên kurdê û komelên rewşenbîrî û ziman vekirin, lê giş ji ber zor destiya Îttîhadiyan rawstîn û rewşenbîrên kurdan mişextbûn, û cardin para Bedir Xaniyan bû ku kovarên kurdî derxistine nemaze mîr Celadet Bedir Xan, Kamîra, Sûriya ku Hawar, Ronahî, Stêr, roja nû, û yezgeha kurdî ji alî Kamîran Bedirxan ve hate vekirin, ev xebata ha ev kira ha hokarekî xurt bû ku kurd hişyarî zimanê xwe yê netewe bûn, birêk ji nivîser û helbestvanên mezin derketin hola kurdayetîyê, Li Amûdê, Sinceqa Seedûn, û li Şamê yane û dibistanên kurdî vebûn û bi sedan xortên kurdan zimanê xwe bi tîpên latînî xwendin , lê piştî derketina firansan ji Sûryê û êrîşa neteweya Erebî ya xurt ku ew yane û dibistanê kurdê wekî (Dêrsim, Kurdistan, komela Millî) li Şamê hate qedexekirin û li Cezîrê jî hatin girtin, paşketineke kirêt giha ziman û rewşenbîriya kurdî, çapkirin pirtûkên kurdî qedexe bû, pirtûkên kurdî di çaxê Nesirî, û Bassiyan de hatin şewtandin, û wisan desthiltên Sûryê xwestin û dixwazin zimanê kurdî tunebikin lewra em di her warê xebata ziman û rewşenbîriya kurdî de dorpêçî man, xwendina bi zimanê kurdî kêm bû, di sala 1992 gava me Kovara ASO li Şamê derxist me 1500 dane difrot, pişt re min kir 1000 hejmar, û ji hejmara 10 heta a 14 400 hejmar ez bi tena xwe li seranserî herêmên kurdan belav dikim û ez ji bo derxistine kovara ASO li Şamê ez sê mehan li zindana Eddrayê razam.
Îcar di vê seqa han de seqa ku ziman û rewşenbîriya me ya kurdî pêşnakeve, ji ber ku ziman û wêje di seqa azadiyê de mezin dibe, û wêjeya me di koça  çarpîkan de diçe, lê cardin em vegerin pirsa xwe ya bingehîn û mukur bên ku derman û çareser ewe ku patiyên me û rewşenbîrên me bi rengekî xutrir di warê fêrkirina zimanê kurdî ve rabin û programê xwendin û rêziman û piştgîriya mamoste zimanê kurdî bikin û li her taxê û gundî korsên zimanê kurdî pirr bikin.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1059