Rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Welat Çilo Destpêkir?!
Dîrok: ÇáÓÈÊ 26 ÃÈÑíá 2008
Mijar: gotar



  Di 110 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Û Di Yadîvegera 40 Saliya Jidayîkbûna
Yekemîn Kovara Kurdî Di Nav Kurdên Binxetê De Bi Navê (Gulîstan: 1968)

Konê Reş

Destpêk:
   Bêguman destpêka wêjeya Kurdî ya nivîsandî, ji weşandina rojnameya dayik(Kurdistan:1898) vedigere, ewa ku mîr Miqdad Bedirxan di sala 1898 an de li bajarê Qahîre/Misrê di weşand, ku em wan nivîsên mele Mehmûdê Beyazîdî û Eskender Jaba dûrî vê mijara xwe bikin. Ji wê hingê ve zimanê kurdî bûye zimanê nivîsandina pexşanê...


   Eger di dawiya çerxê 19an û destpêka çerxê 20an de, hin nivîsandinên bi zimanê kurdî di wîlayeta Mêrdînê de hatbin nivîsandin, bêguman, ew nivîsandin wê di nav rûpelên kovar û rojnameyên Xirîstyanan de bin (Wiha tê gotin lê hêj me ew nivîsandin ne dîtine). Û dema em dibêjin wîlayeta Mêrdînê, ango kurdên Binxetê, ji ber ku di wî heyamî de, piraniya kurdên Binxetê bi ser Mêrdînê ve bûn...Lê ya ku em pê zanin, di heyamê weşandina rojnameya (Kurdistan:1898-1902) de, pêwendiyên xelkên Mêrdînê bi xwediyê wê rojnameyê re hebûn, Nemaze; ew kesên ku di wê hingê de wek rewşenbîran di nav gel de dihatin naskirin mîna; Şêx, mela û Feqeyan..Ango xelkên Mêrdînê(Binxetê), ji mêj ve xwedî giyanekî ragihandinî ne...
 

   Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Elmaniya anî Helebê û lê saz kir, hem jî pê  çend kovar û rojname weşandin..Ta ku di sala 1925 an de ji Helebê barkir û çû Rewandûzê..
Dema ku mirov li pêvajoya rojnamegeriya kurdî vegere û berpêl bike, hingê wê jê ve xweş diyar bibe ku, lehengên rojnamegeriya Kurdî di rojên xwe de pêrgî gelek asteng û kelemên dijwar hatine. Wan lehengan di pey rojnameya Kurdistan a Dayik re, bi taybetî piştî meşrûtiyetê ev kovar û rojname li Kurdistana bakur weşendine wek; Kurd Teeawin we Tereqî Xezetesî:1908, Rojî Kurd an Hetawî kurd:1913, Jîn: 1918..Her wiha li Kurdistana başûr jî Bangî Kurd: 1914, li Kurdistana Rojhilat jî Kurdistan:1912 û li kurdistana Rojava Gulistan:1968 û ji wan lehengan; Bedirxanî.
 

Ji kovar û rojnameyên Bedirxaniyan li Sûriye û Libnanê:
Hawar: Xwedî û berpisyarê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekemîn care ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî berdest dibe. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 15 gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn(57) di 15 tebaxa 1943 ande derketiye.  Ev kovara li bajarê Şama şerîf di hat çap û weşandin û li nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê,Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê  belav dibû..
 Ronahî: Di sala 1942 an de, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din di bin navê RONAHÎ de, xurû bi kurdiya latînî, li Şamê weşand û di nav Kurdan de bi belav kirin da. Naveroka kovarê xurû bi kurdiya latînî bû. Ev yekemîn care di dîroka rojnamegeriya kurdî de ku kovar bi wêne têne weşandin. 28 hejmar ji vê kovarê hatine weşandin, hejmara dawîn 28 di sala 1945 an de derçûye.
Roja Nû: Di sala 1943 an de mîr. Dr.Kamîran Bedirxan jî li Beyrûtê, rojnameyek bi navê ROJA NÛ di weşand û di nav kurdên sûriyê û libnanê de belav dikir..Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin..Ev rojnameye jî xurû bi kurdiya latînî bû, di gelku beşekî fransizi ji tede hebû..Ev rojnameye jî bi berhemên nivîskarên kovarên Hawar û Ronahi ye di hat xemilandin..hejmara pêşîn di 3ê gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana 1946 an de derketiye.
 
Stêr: Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr. Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan rojnameyeke din jî bi navê "Stêr" di sala 1943 an de li Beyrûtê çap û belav kiriye, ango ji berî 65 salî ve. 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya "Roja Nû" bû.
 

Rojnamegeriya kurdî li Rojava Çilo Destpêkir?!
   Belê gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî de li Rojava hatine danîn. Nexasim piştî ku Firensî ji sûriyê hatine deranîn di sala 1946an de. Ji wê hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye..Û wiha ev qedexebûn berdewame ta toja îro..
   Lê tevî van qedexeyên dijwar rewşenbîrên kurd li Rojava li ber xwe dane, ji desthilanîn neketine û di navbera salên1954 û 1956 an de çend pirtûkên bi zimanê kurdî û yên bi zimanê erebî li dor kêşeya gelê kurd di nav kurdên Rojava de çap û belav kirine wek: dîwana Apo Osman Sebrî(Bahoz)û (Derdên me), di gel Elfabeya wî a tekûz, hem jî pirtûka (Çend rûpel ji wêjeya kurdî) ya rehmetiya Rewşen xanim Bedir Xan û di sala 1958 an de dîwana melayê Cizîrî weşandine. Di wan salan de jî bîranînên Dr.Nûrî Dêrsimî li Helebê capkirine û di heman kat de hatiye qedexe kirin, di gel dîwana Cegerxwîn ya duwemîn..û wiha heyamekî bêdengiyê di wan çend salan re di ser weşangeriya  kurdî re derbas bûye. Ev hewildan tev ji rex şagirtên kovara Hawarê ve hatine kirin wek: Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Rewşen xanim Bedirxan û hin kurdperwerên bîrewir wek: Reşîd Hemo, Hemîd Derwêş, Mihemed Alî Xoce, Xelil Mihemed.. ta ku di roja 14/06/1957 an de Partî Demoqrat a kurd li Sûriyê (P.D.K)hatiye damezirandin. Vê partiyê di sala 1960 de, rojnameya Dengê Kurd bi kurdiya Latînî diweşandin. Mixabin çendî min pirsî û xepart ku hejmarekê jê bibînim, lê min nedît..li gor ku min ji mamoste Hemîd Derwêş pirsî, wî got: Di serê sala 1960 de me Dengê Kurd bi kurdiya latînî diweşand, tê bîra min; Dr. Nûreddîn Zaza gotarekî Maw Tisî Tong, ji Fransî wergerandibû kurdî bi navê ( Serberdayetî) têde belav kiribû..Li gor ku ji min re got, ev rojname (Dengê Kurd), ji rex komîta navendî a P. D.K di navbera salên 1960 û 1963 an de derketiye, û ji kesên ku têde dinivîsandin ev bûn; Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Cegerxwîn û Hemîdê Derwêş..
 

Cegerxwîn û kovara Gulîstan:
   Piştî vê qûnaxê, rola pênûsên kovara Hawarê tê. Ewên ku naveroka kovara Hawarê bi nivîsên xwe di xemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan têne naskirin mîna: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrdîn Zaza, Mele Ehmed Namî û Reşîdê Kurd  û gelek kesên din..
   Lê mixabin, piştî ku kovara Hawar û Ronahî hat  rawestandin, gelek kesan ji wan rewşenbîr û helbestvanan, dûrî karê wêjeyî ketin û dest bi karê siyasî kirin..Hina ji wan, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî û hina ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê dûri ferheng û wêjeyê kurdî ketin..
   Lê Cegerxwîn, ji ber akama êş û birînên miletê xwe, bi berdewamî di afirandina xwe de kar kir û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw meşiya.
   Di sala 1968 an de seydayî Cegerxwîn hewlda xwe ku wê valahiya rawestandina kovara ( Hawar û Ronahî ) yê dagire û wiha piştî 23 salan ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir, bi navê ( Gulîstan ).
    Li ser weşandina Kovara Gulîsan min di roja 07/04/2008an de ji berêz mamoste Hemîdê Derwêş, sekretêrê Partiya Dîmoqratî pêşverû Kurdê Sûrî pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz Derwêş wiha got;  Cegerxwîn doza weşandina kovareke kurdî bi navê Gulîstan kir, hingê min got bela nav Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir, wî kovara Gulîstan diweşand, me wek Hizib her tişt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. me gelekî guhdida ziman...Kekê di wan salan de em di rewşeke zor dijwar de derbas dibûn.. hevalên me dizindanan de bûn, em revyayî bûn ew derfeta xweş nebû..me dixwest em gelek tiştan bikin..
Gulîstan: Li ser bergê hejmara Dawîn(37), Sibat 2008, pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêşîn manşêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye !. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:
Ev kovar kovara te ye
Ev bax û gulîzara te ye
Têde darek xweş biçîne
Ev dar nivîsara te ye.
Piştî koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manşêt li ser tev hejmaran tê nivîsandin:
   ((Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulîstan damezirandiye û bûye berpirsyarê wê)).
Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha nisana sala1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin..Naverok bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin. Hejmara dawîn( 37 ) ji vê kovarê di sibata 2008 an de deketiye.
 Piştî koçberiya Cegerxwîn ber bi Swedê ve, ev kovar ketiye nav gelek destan de, di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê bi kar û barên wê rabûye, piştî çend salan, rehmetî Ferhadê Çelebî ev kovar bi rengekî nû weşandiye, di pey Ferhad re, mamoste Salihê Heydo bi berpirsyariya cend hejmara rabûye û roja iro wek ku ez dizanim, mamoste Selmanê Osê berpirsyariya vê kovarê dike..
 

Hesen Hişyar û kovara Agahî: Dibêjin; ev kovar di  navera salên 1966-1985 an de, ji rex Mele  Hesenê Kurd ( Hesen Hişyar) ve hatiye weşandin, kovareke Siyasî, edebî, dîrokî û serbixwe bû.. 19 hejmar jê hatine çapkirin. Belê ne min û ne hevçerxên wî, ev kovar dîtine, min ji gelekan pirsî kesî bersiv neda min..!! Gelo! wî ev kovar ji xwe tenê re dinivîsand?!! Nivîskar Dilawer Zengî dibêje ev kovar hebû...
Gelawêj: Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diare ev kovar a Partiya Demoqratî kurdî (Alpartî) ye. Ji destpêkê ve serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paşiyê ket nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji Gelawêja kurdên Îraqê hatiye standin. Hejmara pêşîn di sala 1979an de derketiye, hejmara dawîn ( 33) di sala2007 de derçûye. Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû...Hêjaye gotinê ku Alpartî, çend belavokên din diwşîne wek: Jîn li Şamê, Azadî li Helebê û Roj a mehane li Cizîrê, ku hejmara eva dawîn(90) di bihara 2008 an de derketiye.
Stêr: Kovareke wêjeyî û çandî bû. Ev kovar jî di Newroza 1983 an de, ji rex baskekî tevgera kurdî, bi navê Hevgirtina Gel ve dihat weşandin. Hejmarên wê yên pêşîn, ewên ku mamoste Rezo Osê û Zagrosê Haco bi berpirsyariya wan radibûn, têra xwe zengîn û dewlimend bûn, lê hejmarên vê paşiyê hatine derketin, qels û lawaz bûn. Hejmara dawîn 25 di di sala 1994 an de derçûye. Ew jî wek kovarên din li ser pelên A4 bi ronyo di hat çap kirin. Niha rawstiya ye.
Xunav: kovareke toreyî û wêjeyî bû, ew jî, ji rex baskekî tevgera kurdî ve dihat weşandin(Partiya demoqrat a Kurd a Sûrî). Hejmara pêşîn di sala 1986 an de derketiye, hejmara dawîn (19) di sala 1995 an dederçûye. Niha rawestiya ye.
Gurzek Gul: Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, hejmara pêşîn di serê adara 1989 an de derketiye, hejmara dawîn15 di bihara 1992 an de derketiye. Xwediyê wê Kone Reş û Abdulbaqî Huseynî bûn, vêpaşiyê ji hev veqetiyan Konê Reş bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawîn kir, û Abdulbaqî di gel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin. Niha rewstiya ye.
Zanîn: kovareke torevanî, çandeyî û serbixwe bû. Hejmara pêşîn (1)di tîrmeha 1991 ê de derketiye, hejmara dawîn(12) di di sala 1997an de derketiye, Xwediyên wê; Ferhadê Çelebî û Abdulbaqî Huseynî bûn. Niha rawestiya ye.
Aso: kovareke serbixwe ye, li ser berga wê wiha hatiye nivîsîn: Bendewariyê bi dahênan û afirandinên kurdî dike. Ji hejmara (1)ê ta bi hejmara (4) an di bin berpirsyariya van kesan de derdiket: Siyamed Ibrahîm, Hefiz A. Rehman û A. Salam Darî, lê ji hejmara(5) ve bi tenê Siyamed Ibrahîm berpirsyariya wê kiriye û ta roja îro. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 01/08/ 1992 an de derketiye, hejmara dawîn(14) di Payiza 2007 an de derketiye. Xwediyê wê Siyamend Ibrahîm e. Jêder: Siyamed ibrahîm
Pirs: kovareke rewşenbîrî, serbixwe ye, ew jî a baskekî tevgera kurdî ye, bi navê Yekîtî. Hejmara pêşîn(1) di sala 1993 an de derketiye, hejmara dawîn(41), di bihara 2008 an de derketiye, hej berdewame..Di baweriya min de, ev kovara herî tekûze di nav kurdên Rojava de ku bêtir bi rêk û pêk derdikeve.
Bihar: Hejmara pêşîn (1) ji vê kovarê di sala 1994 an de, di bin siya hin rêxistinan de, bi navê(Hevgirtin) deketiye. Di sala 1996 an de, biryar hatiye standin ji rex Hevgirtin ve, ku kovarên wan rêxistinan yên bi kurdî  tevlî kovara Bihar bibin, wek: Gulistan, Gelawêj, Stêr û Xunav û Zanina serbixwe, lê vê paşiyê piraniya wan rêxistinan ji vê biryarê vekişiyan û careke din kovarên xwe yên rexistinî weşandin..û wiha kovara Bihar di hejmara 6 an de sala 1998 an rawestya...û êdî nema derket.
 

Rojda: Hejmara pêşîn ji vê kovarêdi sala 1997 an de derketiye, hejmara dawîn 20 di sala 2002 de derketiye.
Roj: kovareke çandî bû, ji rex Partiya Sosyalîst ve dihat weşandin, hejmara pêşîn di sala 1991 êde derketiye, hejmara dawîn14 di sala 2001ê de derketiye.
Jîn: kovareke nîv kurdî û nîv erebî ye, a baskekî tevgera kurdî ye. Hejmara dawin 102 di sala 2007 an de derketiye.
Zevi: Kovareke edebî bû, hejmara pêşîn ji vê kovarê di sala 2000î de hatiye çapkirin, çend hejmar jê hatine belav kirin, û nema derketiye.Xwediye wê Arşevê Oskan u çend kesen din bûn.
Hevind: Kovareke folklorî u rewşenbîriye, hejmara pêşîn (1)di sala 2004 an de derketiye, hejmara dawîn(7) di dawiya sala 2006 an de derketiye û êdî nema derketiye.
Vîn: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye, hejmara pêşîn di buhara 2006 an de derketiye, ta niha bi tenê ev hejmare.
Helez: kovareke werzî û serbixwe ye, li ser qaba wê wiha hatiye nivîsandin: kovareke rewşenbîrî û folklorî ye, hejmara pêşîn(1) di havîna 2007 an de derketiye, hejmara dawîn(2) di payîza 2007 an de derketiye..
Perwan: Wek kovareke dem demi ye, nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye. Û wiha li ser qaba wê hatiye nivîsandin: Belavoka Konîta Ciwanên Kurd li Sûriyê. Hejmara pêşîn(1), di Êlûna 2001 ê de hatiye weşandin, hejmara dawîn(22), di Çileyê Paşî 2008 an de derketiye, her berdewam e.
Siba: Ew jî wek kovareke dem demi ye, çandeyî, nûçeyî û serebxwe ye. Nêvî bi Kurdî ye û nêvî bi Erebî ye, ji rex xwendekarên Zanko ye Helebê, Şam û Laziqiyê ve tê weşandin, nizanim ku hêj dertê an na..  
   Hem jî hin rojnameyên mehane û du mehane hene, mirov dikarê navê van rojnameyan bi nav bike:
Newroz: Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî e, Rojnameyeke xurû bi kurdî ye, siyasî û civakêye. Hejmara pêşîn (1)ji vê rojnameyê di Gulana 1995 an de derketiye, hejmara dawîn (78) di sibata 2008 an de derketiye.
Li ser bergê hejmara dawî(78)wiha hatiye nivêsandin: Xebat ji bo; Zordarî ji ser gelê me yê kurd li Sûriyê rabe. Azadiya demokrat û rêzgirtina mafê mirovan. Mafên gelê kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de.
Deng: Rojnameyele xurû bi kurdî û mehane ye, ji weşanên P. Hevgirtina Gel bû, hejmara pêşîn(1) di tebaxa  sala 1995 an de derketiye. Demekê hat rawestnandin, lê ji hizêrana 2005an ve, careke din ji rex Partiya Azadî ve tê weşandin û hejmarên wê di nisana 2008 an de gihane 91ê.
Rewşenbîr: Rojnameyeke toreyî bû, hejmara pêşîn di sala 1995 an de derket, hejmara dawîn5 di sala 1997 an de, û nema derket.
Delav: Ev jî rojnameyeke edebî bû, hejmara pêşîn di sla 1995 an de derket, hejmara dawîn 2 di sala 1996 an de, û nema derket.
Xwendevan: Wek kovareke qutabiyan bû, di nav qutabiyên Zankoya Şam û Helebê de belav dibû. Niv kurdî û nîv erebî bû. Hejmara dawîn 13 di sala 2001 ê de hat weşandin, û nema derket.
Ziman: Ev belavoke serbixwe ye, ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve tê weşamdin. Ev komît di roja 15 tîrmeha 2003 an de hatiye damezirandin ji rex mamoste Derwêşê Xalib ve. Hejmara pêşîn(1), Ji Belavoka Ziman, di 12 adara2004 an de derketiye, hejmara dawin (27( an di Newroza 2008 an de derketiye.
Zar: Kovareke rewşenbîrî serbixwe ye, ew jî ji rex Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ve tête weşandin, hejmara (0) di adara 2008 an de derketiye.
 

Di gel ku gelek kovar û rojnameyên bi zimanê erebî hene wek: Dengê Kurd, Demokratî, Sosyalîst, Yekîtî, Hevgirtin, Hiwar, Mûseqif Elteqedimî, Edeb Elqediye, Pêşeroj, Elwehde, Ecras û Hwd.
 

Konê Resh
22/04/2008
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1055