Bîranîna sed û dehan ya rojnamegeriya kurdî pîroz be
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



   Bi boneya salvegera 110-an ya roja rojnamegeriya kurdî, bi derketina yekem hijmara rojnameya Kurdistan di 22ê Nîsana sala 1898 ji aliyê lawê malbata qedirbilind Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misrê, Qahîrayê , li penbaeriyê û dûrî xaka bav û kalan.


Ji wê rojê de karwanê rojnamevaniya kurdî her berdewam bûye û tevî hemî astengî û dijwariyan ketiye bin xizmeta armanc û daxwazên gelê Kurd de.Ked û dijawriyên ku rêberê rojnamevanên kurd Mîr Miqdad Midhet Bediraxn kiþandine niha bûyîne mûm û fenerên ku riya pêþeroj û serkeftinê bo me ronî dikin.
Di bîranîna 110 an ya zayîna rojnamegeriya kurdî de û derçûna rojnameya Kurdistan ê em di Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî de pêþengên leheng û xebatker bi rêz û hurmet bi bîra xwe tînin û sozê nû dikin ku herdem li ser rê û þopa wan bin di bin xizemta çand û rewþenbîrî û rojnamegeriya Kurdî de, û rêbaza Bedirxaniyan ya bi rûmet biþopînin, nemaze ku em kovara xwe ya werzî bi navê Hawara Nû her berdewam dikin.
Her weha, em vê rojê li hemû rojnamevan û ronakbîrên gelê kurd pîroz dikin.

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
22/4/2008








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1043