Sûriye, Kurd û mafên mirovî 1
Dîrok: ÇáÃËäíä 14 ÃÈÑíá 2008
Mijar: Nûçe



Dr. Kamiran Bêkes

Beşdarên hêja,
sereta ez dixwazim wan kesan spas bikim, yên ku ev civata li dar xistine û ji bo pêkanîna wê xebitîne. Herweha ez dixwazim we spas bikim, beşdarên hêja, ku hûn bi amadebûna xwe li vir hêzeke razber (moral) didin xebata bona maf û azadiyan li Sûriyê.


Beşdarên birêz,
Zincîra tawan û kiriyarên ku mafên mirovî û azadiyên bingehîn li Sûriyê binpê dike gelek dirêj e. Gelk! Bêguman hemû xelekên wê zincîrê di civateke weha de nayên gotin. Lê bi kurtî mirov dikare bêje: Di sedsala 21-ê de, ku bi sedsala azadî, demokrasî û wekheviyê hatiye binavkirin, hîn Sûriyê weke dewlet ji seretayîtirîn mafên mirovî dûr e. Pir dûr e. Hîn xelkê me yê sûrî, çi kurd çi ereb û çi wekî din, ji hemû maf û azadiyên bingehîn bêpar hatiye (û tê jî) hêştin. Hîn li mirovê me yê sûrî qedexe ye ku bîr û baweriyên xwe yên siyasî, di navbera xwe û xwe de be jî, bîne zimên; hîn ji hilbijartineke demokrat û beşdariya di bijartina desthilatê de bê par e; hîn ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bê par e. Hîn Sûriyê weke dewlet ji yasaya partî, komele, rêxistin û çapemeniya azad bêpar e; hîn ji desthilateke dadwerî ye serbixwe bêpar e. Bi kurtî, mirovê sûrî hîn ji naskirina mafên mirovî û azadiyên bingehîn dûr hatiye hêştin. Pir dûr. Em Kurd jî, bi kurtî, tevî ku em çawa bi kurdîtiya xwe wisa bi nasnama xwe ya sûrî şanaz û serbilind in, lê ne ji mafê me ye ku em bêjin: Em hene yan em kurd in, ji ber ku li gor destlata Sûriyê ya şoven û nijadperest li vî welatî – ku divê welatê Ereb, Kurd û hindikahiyên netewî yên din be – tenê Ereb hene; tenê erebîtî, erebîtî û hew…!
Beşdarên rêzdar,
di welatekî pirnetewe de, weke welatê me Sûriye, axaftina li ser mafên mirovî û azadiyên bingehîn bê şirovekirin û axaftina li ser mafên netewî ne gengaz e. Çumkî, weke hûn hemû dizanin, bingehîntirîn mafên mirovî mafê çerenûsiya neteweyan e. Ev mafê pîroz di benda yekê ya herdu Peymanên Navneteweyî yên Mafên Mirovî de bi aşkereyî bi vî awayî hatiye çespandin: “Hemû gel xwediyê mafê çarenûsa xwe ne. Bi vî mafî ew bi awayekî azad rewşa xwe ya siyasî û awayê pêşvebirina rewşên xwe yên aborî, civakî û çandî destnîşan dikin…”. Vêca, em li kû, û mafên mirovî li Sûriyê li kû?! Ji roja ku Kurdistan li dijî vîna gelê kurd di navbera çar dewletan (Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê) de hatiye dabeşkirin, û beşeke ji xelk û xaka me ketiya nav sînorên dewleta Sûriyê, ya ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê bi awyekî destkird hatiye damezrandin, paşeroj û çarenûsa gelê me ketiye bin destê rêjîmine weha, ku her yek ji ya din şovenîtir û nijadperestir e. Ji hingê ve rêjîmên Sûriyê bi hemû şêweyên leşkerî, rêzanî, derûnî û hwd. hewil didin ku miletê kurd ji holê rakin, kesayetiya wî ya taybet biperçiqînin û di çarçewa erebkirinê de bipişêfin. Ji dest vê siyaseta hov û dirinde gelê kurd ligel hemû sermiyanên xwe yên aborî, şaristanî û çandî toşî dijwartirîn şer û êrişên tunekirinê bûye û hîn jî dibe. Ta îro jî hebûna Kurdan, ku li Sûriyê bi hejmara xwe ya sêmilyonane gelê dudoyê ye, têt bincilkirin. Li gor siyaseta fermî herkesê li Sûriyê dijî ereb e û ti neteweyên din nînin (di nasnameya hemûyan de, eger ji xwe hebe, “erebê sûriyê” tête danîn).
 
Beşdarên demokrat û mirovhez,
 “hemû mirov azad û di maf û rûmetê de wekhev ji dayik dibin”, benda yekê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan weha dibêje. Ev danezana ku hîn di 10-ê Berçele sala 1948-an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin û pesinkirin, û li rex îmza gelek dewletan îmza Sûriyê jî li ser e. Benda didoyê jî weha dibêje: “Ji mafê herkesekî ye ku bê tu cidahiyan, wek cidahiya bi hoya nijad, reng, zayend, ziman, ol, ramana konevanî (siyasî) yan her ramaneke dî, binemayê netewî yan ê civakî, sermiyan, zayîn an tu rewşên dîtir, hemû maf û azadiyên ku di vê danezanê de hatine binavkirin bi dest xîne.”
Lê mixabin piştî evqas sal ji derçûna vê danezanê, û tevî ku ev sedsala me bi azadî, demokrasî û mafên mirov û miletan hatiye sertackirin, hîn Sûriyê tu rêz û pêgirî di warê parastina azadiyên bingehîn û mafên mirovî de nîşan ne dayî; hîn li hember guhartin û pêşveçûnên di vî warî de xwe kehr û kor kirî û hemû bend, belge û yasayên navnetewî yên mirovane bi piş guhan de davêje û wan, bê şermî, bin pê dike. Erê, hîn li Sûriyê mirovê kurd bindest û ji maf û rûmetê bêparkirî ji dayik dibe; hîn mirovê kurd li Sûriyê ji seretayîtirîn maf, mafê hebûna kesayetî û nasnameyekê, bêpar tête cîhanê û wisa jî bêçar e ku “jiyana” xwe bidomîne. Sedema vê yekê jî tenê ew e ku ev mirov ji diyeke kurd e, dê bi kurdî baxêve; dê xaka bav û kalên xwe şên bike û hebûna Kurdan ya ji berê û paşê de li ser vê xakê biçespîne û derewa şovenistan, ya ku dibêje Kurd li Sûriyê tune ne, pûç û riswa bike.
Belê, tevî ku nayê bawerkirin, hîn dora nîv-milyon kesên kurd li Sûriyê (piştî serjimartina awarte ya ku roja 05.10.1962-ê de li gor fermana komarî hejmar 93, dîrok 23.08.1962 pêk hatî) ji mafê hemwelatiyê û nasnamehebûnê bêpar e, tevî ku benda 15-ê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî bi aşkereyî wisa radigihîne:
1.       Herkesî maf heye bibe xwediyê hemniştîmaniyekê.
2.      Nabe ji tukesî bi awayekî remekî hemniştîmaniya wî bête standin, ne jî dibe ji mafê guhartina wê bête bêparkirin.
Rêzdarino,
tevî ku li gor Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî “nabe tukes bi awayekî remekî ji arziya xwe bête bêparkirin” (benda 17-ê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî) xak û zeviyên mirovê kurd bi dare zorê ji wan tête standin û erebên ji herêmên Sûriyê yên din tê de têne bicihkirin. Di vî warî projeya mezintir di sala 1973-ê de hate bicîkirin. Li gor wê projeya nijadperest rêjîma Sûriyê 720 hezar donim ji baştirîn zeviyên kurdan bi darê zorê ji wan stand û dora 4100 malbatên ereb ji derdora Reqê û Helebê anîn tê de bi cî û arzû kirin. Ev projeya îro roj jî berdewam e: li vê dawiyê rêjîm bi plan dixwaze 300 malbatên ereb ji derveyî herêmê bîne û di nav herêma kurdî de bi cîbike (binêre nîvîsa Şalyariya Çandiniyê ya Sûriyê, hejmar 1682/m, dîrok 03.02.2007)
Bi ser vê hemiyê de jî û tevî ku fêrbûn û hînbûna bi zimanê dayikê mafekî destûdayî ye, hîn zimanê kurdî li Sûriyê, ku zimanê %12 ji xelkê Sûriyê ye, bi darê zorê tête qedexekirin; law û keçên kurd jî bêçar in xwendina xwe, ne bi zimanê dayikê, lê bi zimanê erebî bikin. Gelek kesên ku zimanê xwe fêr dibin yan didin fêrkirin bi awayên remekî têne girtin û zîndankirin. Bi ser de jî tek weşaneke fermî li Sûriyê bi kurdî nîne.
Herweha, tevî ku “herkesî bi awayekî wekhev mafê wergirtina kar û fermanberiyên giştî yên welatê xwe heye” (Benda 21-ê ji Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî), xwendekar û karkerên me ji xwendegeh û karistanan bêguneh û bi awayekî remekî têne derkirin. Derfeta wergirtina kar di gelek dezgeh û fermanbariyên dewletê de bi dest kesên kurd nakeve, herçendî bi zanebûn, şiyan û xwendina xwe layiq bin jî. Tenê weke nimûne: ji evqas balyoz û konsolên sûrî li seranserî cihanê kurdek tune ye!
Li tersî benda 22-ê ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî, û li tersî gelek peyman û lihevhatinên navnetewî yên ku çand û folklora netewî diparêzin, çand û folklora kurdî li Sûriyê toşî şerê tunekirinê dibe. Ne tenê weha gelek caran jî şabûn û pêgiriya bi çand, folklor û cejnên netewî bûye sedema wê yekê ku bi sedan kurd bêne girtin û zîndankirin û toşî hingavtinên giran bibin. Bi ser de jî hinek toşî guleyên hêzên ewlekariya rêjîmê bûne û hatine şehîdkirin. Di vî warî de hêjaye em li pêş çavên we raxin, bê çawa roja 20.03.2008-ê hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reşekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamişlo ciwanine kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz (sersala kurdî) şah dibûn, dane ber guleya. Di encama vê terorê de sê ciwanên kurd (Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya Xelîl û Mihemed Mehmûd Husên) şehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn (ji wan: Riyad Şêxî, Kerem Îbrahîm Yûsiv, Mihyedîn Hac Cemîl û Mihemed Xêr Xelef). Bi ser de jî hinek hatin girtin. Ev tenê wê wateyê de ku çiqas xwîna kurdan li ba rêjîma Şamê erzan e. Li vir hêjayê gotinê ye ku dam û desgehên gelek welatên cîhanê, yên ku kurd lê cîwar bûne, newrozê li revenda kurd pîroz dikin. Lê li Sûriyê, li ser xaka bav û kalan, desthilat bi guleyan “pîrozbahiya” me dike!
   
Heman rêjîmê, beşdarên hêja, di 12.03.2004-ê de, di dema ku gelê me çaveriya Newroza xwe dikir, komployeke qirêj anî pê ku di encamê de hinek sîxur û şovenist bi ser kurdan da ajotin û bi buhaneya yariyeke fotbolê şerek bi ser kurdan de anîn. Di encama wî şerî de neh ciwanên kurd şehîd ketin. Roja dîtir, gava xelkê me xwast şehîdên xwe veşêre, hêzên ewlekariya rêjîmê careke din teror bi ser xelkê me yê sivîl de barand, ku di encamê de dîsan gelekan jiyana xwe ji dest da. Ev yeka bû sedem ku kurd li hemû deverên xwe serî hildin û bi awayekî aştiyane dengên xwe bilind bikin û bêjin na ji siyaseta şoven re, na ji binpêkirina maf û azadiyan re. Bersiva rêjîmê di wê demê de jî ewqas tund bû, ku bi dehan kurd hatin şehîdkirin û bi sedan birîndar bûn. Bi ser de jî bi hezaran hatin girtin.   
Demokratino, mirovhezino,
herkesê ku berketiyê maf û azadiyên bingehîn e, berketiyê wekhevî û dadmendiyê ye îro ji her demeke din bêtir vexwendiyê wê yekê ye, ku li rex xebata gelên Sûriyê raweste, kiryar û siyaseta rêjîma Sûriyê ya şoven, nijadperest û totalîter riswa û rûreş bike, û ji bo wê yekê hewil bide ku rojekê zûtir xelkê Sûriyê serûber jiyana xwe di siya wekheviyeke giştî de bi maf û azadiyên xwe yên bingehîn şa bibe û di siya aştiyê de jiyana xwe ligel neteweyên din pêş ve bibe û pev re xizmeta mirovatiyê û pêşdeçûna wê bike.
Helbet paşeroj ya azadî û mafên mirov û miletan e. Çunkî roj bi roj girîngî û pûtepêdaneke mezin bi mafên mirovî tête dayîn û ew doza – doza mafên mirov û miletan – ne weke berê di çarçewa yasayên navxweyî û sînorên dewletan de çemberkirî ye. Vajî wê, ew bûye dozeke navnetewî ye giştî ku bi her mirovekî mijûl e û hemû mirov jî pê mijûl in.
Ev civata me li vê derê jî, bêguman nîşana wê yekê ye.
Careke din spas ji guhdariya we re
Dr. Kamiran Bêkes
Endamê Komîteya Serkirdayetiyê ya
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
1) Ev gotin ji aliyê dr. Kamiran Bêkes de, endamê Komîteya Serkirdayetiyê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di wê civatê de hati bû pêşkêşkirin, ya ku roja 01.04.2008-ê di Encûmena Lordên Birêtanî de bi beşadariya hin Lord, perlemanter, siyasetmedar û çalakvanên mafên mirovî hati bû lidarxistin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1033