Careke din û Avdareke din Terorîzma Rêjîma Sûriyê Li Qamişlo Ciwanên Kurd biXwîna Sar Dikuje
Dîrok: ÇáÃÍÏ 06 ÃÈÑíá 2008
Mijar: gotar



Mihemedê Seyid Husên

    Ji pêkîna berbanga dîroka kurdî ve, Agirê Newrozê sîmbolê aştî û azadiyê nimîne dike, çelengiya geşvebûna gul û çîçekên şengebuhara xwerista kurdistanê, dayika jiyana pîtdan, xawer, kamîran û rengvedayî gewde dike.
    Lê mixabin pêt û pîzotên çanda tolhildanê ya şofonîzma Erebislamî, hêj dibin tirafê de ne vemirîne


lewma îsal jî weke hercar di pîlaneke şevnivistî de, lawên Qamişlo bûne girawa kîn, çavnebarî û zikreşiya karbidestên faşistê, û di encamê de 3 ê şehîd û 5 birîndarên xayiz û bê guneh danîne, wa bê sedem û tilamên pêbawer, bi guleyên qijok yên hûravêjan çurisîna jiyanê di giyanên wan de vemirandin, tenha ji ber ku Kurd afirîne û di tûrikên xwe de doz û kêşeyên rewa û namedar hilanîne, dîsanê bê sûc û guneh yekser di şahiya êvara cejna Newrozê de, gêncên Kurd di Îslamê de, di birayetiyê de, di hemwelatiyê de, wa bê muxdire û bi şêweyekî hovane mîna lawirên dirinde bi xwîna sar dane kujtin,
    Pirnase nemaze ku rêjîmên Totalîtarî ji kok û hêmanên xwe ve demdar vedilerizin, ji hemî hêlekaran ve yeksere ji pêşerojê bi paxav û tirsin, hindirû dikin qurbana derve, welat tev milet bo xweparaztinê li bazara navnetewî erzan difiroşin, timî dibin kabosên termgiran de reş û peşan, sawêr, şer û pîlanan lixwe pir dikin, ji sika xwe di tirsin, berve pêşde bazdidin, di sergerdana bê rawstan de di gevizin, semt di çareserkirinê de wenda kirine, ji sawêrên derewîn çeqûber dijminan lixwe pirdikin, li radeyekê ger ku perîkek li ber nermebayê hênik bilive, yekser dê bi tund û tûjiyê, bi berbat û kujtinê serencaman jêre peyda bikin, bi dar û destekarên xwe ve yên ne rewa û ne jî mafseza, nemaze di rêga karbidestên ewlekarî re, li gel dadgehên serbazî yên rewşa yasayên ewarte û ji qanêder bikar tînin, mîna her gav bi çavên pîlanê li hemî gireft û kêşeyan dinerin, dîsa li gora perensîpên ewlekarî yên xweparêz hemî hûrpîşan di welêt de çareser dikin, loma di encama pêşbîniyên nêz û dûrbîn de teqez dê di heman velerzînê de, di rojeke binav û deng de ji qama xwe de birûxin.
    Vêca kurdê ku piştî ezmûneya çar dehikan bi rêjîma totalîtarî, şofonî û regzperestî re, omîd û hêviyan sertac bike pir şaşe, rêjîma ku yasyên ewarte, feremanên serbazî rêbaz dike, welêt li civakê kiri ye girtîgeha Giwantanamo û yasyên şarewerî û mirovanî binpê dike, nemaze ku di xalbenda 8 an ya destûrî de, pêşewatiya civakê û dewletê bi giştî himêz dike, hemî rewayên navdewletî yên mirovanî, dîmuqrasî û mafnasîn libin guhê dîwêr dixîne, ca libal min her nişteciyên Sûriyê yên hişyar û guhdar, nemaze ku van xalên jorgotî li ser terezûya ferezanî ya hemwelatiya yekpare, erênî û neyênî berjewendiyên xwe mîna akincî di nexşa welat de baş bi teqilîne û çaktir jî werbêj bike, bê guman wê di encamê de bê berhem û dest şûştî jê derkeve, lewra gelekî çêtire ku dermanekî bo serê xwe peyda bike û li çareserkrina navxweyî bibe xweş pale, û biyekcarî xwe ji zir sawêrên şaş û tewş rizgar bike. Çiku rêjîmên wa ji despêka ku ji ser pişta Tankê welat vegirtine, tenha hatine ku ter û ziwa bi şewitînin, xêr û bêra welat, hatin û dirameta wî bi giştî daqurtînin, êca ku çi bi serê milet û welêt bê, hinga wan qet ne jêye.
    Di heman ezmûneya destelatdariyê de me ne bihêzti ye û ne jî dîti ye, nemaze wiha rêjîma ku me lipêş emaje pê daye, li gora berjewendiyên giştî, ango bo yekîtiya niştemanî û di hemî hêlekarên jiyana şaristanî de, ku rêbazên sûdwer radest kirine, ango weku rêjîmên dîmuqrasî raberî bûyerên yasader, dadgehên destpak, serbixwe û dadwerî yên derkenar, ferman rewa û mafnas, mirovparêz çaksaz dikin. Lêbelê seraqet hêç, noker û tewşedînî mîna lawirên dirinde çarmedor talan dikin, weku ciwanên Kurd li Qamişlo bi hûravêjan barandine, weku me di 12 ê avdara 2004 an de heman sixtekarî ji destên pîlangêrên şofonîzma Sedamî û Efleqî dîtine û pelandine, û bêtirî 30 pakrewanî di encamê de qurban bo azadiyê danîne, û biyekcarî li dadgehên serbixwe nebûne xwedî û bersiva pîlanê di nihêniyên tarî de nixumandin.
    Loma ji ber heman kiryarên jorgotî gênc û rewalên Kurd di Iyarên xwe de zindan bûne, li gasîn, kuç û kolanan, nemaze ji destê perçebûna tevgera kurdî ya siyasî û tarawgehên vala yên bêhode bê xwedî û sermiyan mane, û kesek jî di asoyên xuyanî de ji nêz û dûr ve nexuya ye ku wan li ser rewişt û rêpîvanên bizavdana netewî û tekoşîna hevdemî  perwerde bike, di rêxistin, komele û kombendên çandî û siyasî de rûbend û çarçuve bike, bihêle ku bi hûrbînî têgeha rêjîma faşistî bixwîne û ji hemî hêlekaran ve wê nas bike, hemî sedemên hêzdariyê di yekbûnê de raçav bike,  sedemên perçebûnê bi şemirîne û dibin tingê dîrokê de bergor bike, bela kirêt, finas, pilan û kiryarên rêjîmê tewanbar û riswa bikin, bihêle ku miletê Kurd mafên xwe yên netewî di aştî û tenahiyê de, li ser rewişt û rêawayên mirovanî û dîmuqrasî bidest ve bîne, wa jî bihêle ku gulîzarên avdara ciwan bi reng û degên xwe ve, Newroza Kawa Lehengê  aştî û azadiyê xîn û xawer li ser xaka Kurdistanê gulvedin, û gotebêjkirina serpêhatiya Qamişlo ya 20 – 3 – 2008 an û hemî bajarên pînê kurdistana rojava, di bîr û boçûnên ketîwarî de di çavên kurdistanî û cîhana nevnetewî de bi hûrbînî rave bike, bela gerdûnî tev konseya navdewletî bizanin ku rêjîma Ba,is hemwelatiyên Kurd bê sûc û guneh bi xwîna sae dikujin, û bi heman xwîna pak ya lawên Qamişlo destnimêj digirin.
    Lewra gereke Kurd li gel hezîna jiyana azad tucarî rê nede perîşaniyê ku wî ji desthilanîn bixîne, bela demdar felsefeya jiyanê bihêztir ji ya mirinê himêz bike, bi yekcarî giyanê raperîn, han û halanê dixwe de ne lûsîne, yekrû li ser bûseleya ferezanî û pendê pirojeyên hevgirtinê bo pêşerojê bi nexşîne, û jîwarê mijarewîstî li ser tabloya siyasî ya herêmê û navnetewî, merc û derfetên sûdwer û lêhatî bidest xîne, Lewra çakencamtir dibînim, nemaze ku mirovê Kurd yekrû van xalên jêrnivîsî raçav bike, û bi hûrbînê bixwîne û lê vekole.
    1- Bi tyabetî ku tevgera kurdî hêj ezmûne ji berbata 12 ê avdara 2004 an negirti ye, û tanî îroj xwe di çarçuveyeke pêşewatî de nedaye sehev.
    2- Me nexwezti ye ku bi hest û helwestên xwe, bi bîr û boçûnên xwe, bi ezmûneya dîrokî ya demdirêj rêjîmê nas bikin, loma em pirê caran li şaşiyên xwe di likumin.
    3- Em hêj weke rêjîmê têkçûyên xwe dibin perdeya pendê de vedişêrin, di felsefeya tirsê de mêraniyê li xwe dirapêçin, gelek ji me di merc û helkeftên aştiyane de sînga civatê digirin, lê di roja qewamê giran de rex didin revê û xwe biyekcarî dispêrin bêdengiyê.
    4- Ku me baş rêjîm naskiribana jixwe me hevrikiya qels û xurtan lidar nedixist, û me Al û wêneyên sîmbolên Kurd di seqake lewitî de bilind ranedikirin, û diruşm û siloganên zêdekar û tundrewî jî hilnedidan.
    5- Dema ku hevaltiya Kurd, birayetiya Kurd di yekîtiya niştemanî de, di hemwelatiya yekpare de, di kargoriyên welatparêzî de ji Kurd pesende nabin, ca çi kiri ye ku em bi kulma herin dirêşê.
    6- Rêjîma ku yasayên ewarte, feremanên bê sergoş û dadgehên serbazî rêbaz dike, Eydiyolojiya totalîtarî û pirojeyên nîjadperestî li ser serê civaka kurdî di meşîne, ca çi hişti ye ku em çalakiyên dîmuqrasî jê bixwazin û kirasê mirovaniyê li bejna wê bi pîvin.
    7- Eger ku hebxwe be, ango awîne be gelekan ji partiyên tevgera kurdî şîroveya daxuyaniya şîniyê û têkdanê jihev nas nekirine, û hindekan destêwerdaneke zêdebar dirêjî dîroka Newrozê kirine, her wekî hewldan ku heft rojan wê bi derngî bixînin, di çaxê ku cejna Newrozê ji berya 2620 salan ve di 21 ê meha avdarê de şahî û aheng di heman rojê de lidar dikevin.
    8- Careke din rola medya kurdî ya rojnamegerî, Enternêtî û T.V yên asîmanî, û rola nivîserên kurdên Sûriyê û Ewropa jî kêmî giraniya bûyerê bûn.
    9-  Mixabin cemawirên herçar perçeyên Kurdistanê tev mişext û penaberên Ewropa û yên çar parzemînên gerdûnî, bi rola xwe ya pirotisto şermezarkirinê baş ranebûne, û weku pêdivî pê heye destek nedane kurdên rojava li Qamişlo.
    10- Dema ku em xweş tê gihane ku rêjîmê di hemî hêlekarên birêvebiriya welat de Kurd jê ferkirine û bê par hiştine, û ji mêj de yekîtiya niştemanî di lorîkê de kujti ne, civak bi hemî çîn, tîre û derbirînên xwe ve bi şêwazên çewsenkarî zincîr û merbend kirine, ca çi hêviyên dîmuqrasî di rêjîmeke wa dw peyda dibin.
    11- Bi rastî weku têgihame bi taybetî di mercên îroke de, ji alîkî ve berjewendiyên Kurd yên netewî li Sûriyê di bêdengiyê de rûniştî ne, û ji hêla dinê ve dikar û xebata bê vewestan ya navxweyî de veşirtîne, nemaze ku hemî hêzên kurdî ji hindama xwe ve li rêkeftin û yekgirtina navxweyî bibin pale.
    12- bi rastî bi gelek reng, deng û awiran pilana şofonîzmê gotebêj bûye, hin birêvebiriya navçeyê û esayişên serbazî tewanbar dikin, û hin jî karbidestên ewlekarî yên siyasî û parêzgehê Hesekê jê dûr dikin, hin dîtirê dibêjin evana tev ne li ber tiştekî ne, her wekî kin û zirav di destên yên jortir dene, û ferman ji tevan bilindtire, lê hema ez bixwe yekê tenê xweş dizanim, ew destê ku fermana felaketa 12 ê avdara 2004 an daye, heman destê ku biryara berbata 20 – 3 – 2008 an rakiri ye, û ji heman ramnê encam dikim ku destê kesî ji karbidestên rêjîmê ji xwîna lawên Qamişlo yên Kurd naşom, bi wî qasî jî her kurdekî li gora navend û malbenda xwe, li gora şiyan û nûneriya xwe li ber kar û barên şaş û tundrewî berpirsyare.
    Lê mixabin hêj em ji rêjîma faşistî bi hêvîne, û hîn jî em jê dixwazin ku dadgehên sebixwe li ber zînatkarên xwe veke, di çaxê ku hêj mafê me di heyînê de didin mandelê, di çaxê ku ji mercên cîhanî û guherînên navdewletî û bilind rabûna kaxeta kurdî li Îraqê har û dîn bûne, di çaxê ku demdar di tirs û paxavên hêj nebûyî di pelikînin, ca ta ku jiwan tê hewleke mezin didin ku giyanê raperînê û serhildanê, çalakiyên xwepêşandan, mangirtin û dupatkirinê, yên dîmuqratî di cemawirên Kurd de vemirînin, loma weke canewirên dirinde û noker lihevrasthatinê hişti ye ku, navê pêxemberan di Kurd de qir bikin, her wekî di 2 – 11 – 2007 an de Îsa Xelîl Mela Hesen kujtine, û di êvara Newroza 20 – 3 – 2008 an de 3 ê Mihemed kujtine, 1- Mihemed Zekî Remedan. Mihemed Mehmûd Husên. Mihemed Yihya Xelîl.
    Vêca civaka ku di abûneyeke kêmpeyda de û li aziyê mayî dijî, tanî bi ajelan têde bê êm û çêre mane, ca di baweriya min de kêmhiş û bîre kesê ku şîretan li rêjîmeke wa kujer bike, ji ber ku hîç pê nebawerim ku ji nû ve karibe kêreke saydar û berhemdar bide civakê.

…..Qamişlo…24 – 3 – 2008 
gorican@hotmail.com







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1016