Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Bangewazî Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê YekîtîRêxistina Ewropa

 


  Di çarçeweya siyaseta rêjîma Þamê ya þoven û nijadperest de, ku ev çend sal in bi aliyê teror û reþekujiyê ve çûye, duh (20.03.2008) hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reþekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamiþlo ciwanine kurd, yên ku bi þêweyên pir aþtiyane û þaristanene bi cejna Newroza pîroz þah dibûn, dane ber guleya. Di encama vê terorê de sê ciwanê kurd (Mihemed Zekî Remedan, Mihemed Yehya Xelîl û Mihemed Mehmûd Husên) þehîd ketin û hinekên din jî birîndar bûn (ji wan: Riyad Þêxî, Kerem Îbrahîm Yûsiv, Mihyedîn Hac Cemîl û Mihemed Xêr Xelef). Bi ser de jî hinek hatine girtin.


Bêguman ev karê teror di çarçewa wê siyaseta tundrew û reþekuj de ye, ya ku rêjîma Þamê li dijî gelê kurd dajo. Armanca vê siyasetê jî, helbet, ew e ku rêjîm hewil dide Tevgera Rizgarîxwaza Kurd bitirsîne û xebatkarên gelê me, bi van þêweyên terorane û hovane, biceflîne, da ku xebata netewî bête qelskirin; da ku gelê kurd û tevgera wî ya rizgarîxwez dest ji xebata xwe ya rewa û dadmend berdin. Bi vî rengî rêjîm hewil dide ku xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de her mirovek azad be û hemû hêmanên netewî yên civaka Sûriyê azad û wekhev bin, pûç bike.
Lê bila deshilat jî, hemû kesên li dijî guhartin û serastkirina civak û dewletê jî, baþ wê yekê zani bin ku ev gelê ku tevî hemû zor, pest û kiryarên þoven û nijadperest, tevî bi dehan þehîd û bi sedan girtinên remekî û hovane dest ji xebata xwe ber ne dayî, helbet, wê bi vê teror û resekujiyê jî dest ji xebata xwe ya pir destûrdayî bernede. Berevajî wê, ev kiryar hemû ji xebat û berxwedana me re dibin ardû û hêzeke xortkirinê. Emê tu carî dest ji xebata li dijî totalîteriyê û li pênawî avakirina welatekî demokrat, ku tê de gelê kurd hemû mafên xwe yên netewî li ser xaka bav û kalên xwe bi dest xîne, bernedin.
Em, weke Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, vê terora han bi tundî þermezar dikin. Di heman demê de em bang li hemû hêz û rêxistinên demokrat û azadîxwaz û bervedêrên mafên mirovan dikin, da ku ew piþtgiriya xwe bi gelê kurd re nîþan bidin û zor û pestê li rêjîma Sûriyê ya þoven û totalîter bikin, li pênawî:
  1. Çareseriyeke demokrat bo doza kurd li Sûriyê
  2. Rêzgirtina li mafên mirovî û azadiyên bingehîn û parastina rûmeta hemwelatî
  3. Jiholêrakirina girtinên remekî û serbestberdana girtiyên siyasî
Nemirî bo þehîdên Newroa 2008-ê û hemû þehîd kurd
Bijî azadî, demokrasî û wekhevî
21.03.2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark