Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pirsgirêka kurdî piþtî 4 saliya serhildanê!!!

 


 
Dr.Zara Brahîm

Bêguman guhertinên van salên dawî, bandoreke xwey erênî hebû li ser rewþa hin netewên rojhilata navîn û bi taybet gelê kurd jî piþka wî di nav de hebû û sûde ji berjewendiyên welatê mezin girtin û cihekî xwe çêkirin di hundirê vê pêvejoyê de.
 Gava em bi axifin li ser beþê rojavayê Kurdistan, pêwîste em serhildana 12 Adarê bênin zimên û li ser rawestin, ji ber ku ew rada û gava herî mezin bû ji xuyakirina pirsgirêka kurdî bi wê þêwaza xurt û berz di dîroka gelê kurd de li Sûriyê, loma ev radeya bilind vedigerê wê comerdî û qurbaniyên wan rojên pîroz ji xebata gelê kurd li vî beþî de. 


Her kes dizanê ku miletê kurd di vê serhildanê de nemerdî nekir, hemû beþdarî gernasiyê bûn û yekîtiya kurdî diyarkirin di rojên teng de, lê li aliyê din bizava siyasî kurdî ne dûr bû ji van bûyeran û ji niþkê ve xwe dît dinav vê Tsonamiyê de, tevî ku ew ne amade bû ji vê avjeniyê re, lê wan xwe pêve gihand û serkêþiya rojên pêþî kirin û berpirsiyar bûn li pêþ gel ta radeyeke baþ, lê çima ev pêvejo berdewam nebû??
Bi rastî ev gava mezinî-pêlewanî di vê rojê de, tu carî ne ketibû roznema tevgera kurdî de û ne di xewna de jî bû( lê bû rastiyek), pilan û programên tevgerê ne amade bûn ji van bûyerên mezin re, lewre zabûneke ne xuristî bû ji rexê bizavê ve. Îro roj gava em vê rewþê bixin bin lêkolînê de, em dê zanibin bê çima bizava me vegerihaye wê qunaxa berî serhildanê, tevî ku dengvedana pirsa kurdî bi gelekî xuyatire ji rewþa bizavê, û wê nikarîbû xwe biguherê di van her çar salên dawî de û xwe li gor astê wê dengvedanê( bi kêmanî ), bi pêþ ve herê û lêvegerekê ji xwere çêbike û li ser kar û kêmasiyê xwe rawestê.
  Raþtina barê netewî-siyasî, erkekî pir bilind û girane, pêwîste ku partiyên kurdî li ser vî tiþtî agahdarbin û li gor vê berpirsiyariyê bin, nemaze di vê dema nû de ku her tiþt li ser bingiha zanînê tê avakirin û pilan û stratîcî ji paþerojê re tên danîn. Loma ku ji bizava kurdî tê xwestin ku li gor demê be, û li gor daxwaza miletê xwe be, û berî her tiþtî pêwîste ku ew hemû jî xwedî xwendinek siyasî zelal bin ji bo daxwazên serekî ji pirsgirêka kurdî di Sûriyê de( tevlî hemû texlîtên partî û cudabûna wan jihev), çend xal û daxwaz hene ku em hemû xwedî rayekê bin li ser wan û pey wêre bere çend rengê partiyan jî hebê nabe problêmek mezin. Yekîtî pêwîstiyek giringe di roja îro de eger em bixuazin pirsa netewî kurdî pêþ bixin û sûde bigrin ji van rewþên nû û pare me jî hebe dinav destkevtiyên demên ku tên de ta ku em poþman nebin li ser van fersende.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark