Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Li ber dergehź kongirź Birokselź

 

  Diyar Ehmed


Bê guman guhertinên balkêž yên ku li ser astê cîhanê rûdayîn û rengvedana wan guhertinan ya berçav di nûderkirin û hilkewažtina kêža kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, û herweha encam û destkeftiyên serhildana (12) avdarê û kartêkirina wê ya erênî li ser miletê kurd û bi teybetî nefžê xurt û nûhatî, û her li ser rewža tevgera kurdî ya jihevketî û bê ser û ber de jî .
van guhertin û pêžveçûnan bi xwe re Tûrek pirsiyar li ber serkirdayetiya siyasî, gurop û saziyên rewženbîrî, rêxiraw û çalakvanên berevaniya mafê mirovan, žareza û pispor, xemxwar û dilbêžên peyva kurdî deynan û li ber destên wan raxistin….??

Di serê wan pirsiyaran de rewža tevgera siyasî ya sist û xav, û pirbûna jimara partiyên siyasî ji alîkî ve, ji aliyê dî ve tunebûna lêvegereka kurdî ku bibê cihê beryar û gotina siyasî ya zelal û hevgirtî .
Miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi hižyarî û hižemendî wek çawe bi merdî û mêranî di rûyê kelha sitemkarî û zordariyê de rawesta û nexžê Rojavayê Kurdistanê destnîžankir û daxuyakirin ku miletê kurd li ser xaka xwe ye û ji mafê wî ye ku li ser wê xakê bi serbest û azad bijî, sînorên tirsê birî, ( peykerên pîroz ) žikandin û kêlik û xêzên sor yên li dorê hatîn vedan qutkirin …..wisa jî bi hižyarî di rûyê serkirdayetiya tevgera siyasî de sekinî û xwest wê rewža kawî û bawî bi guhere wan golên av tê de pengayî bi gerîne û dest bi çakkirin û gežkirinê kir ye ku tevgera siyasî ji temara xewê hižyarbike û gorî guhertin û berhatiyên serdemê xwe avabike, kar û xebata xwe bi rêk û pêkî rêvebibe herdîsanê tevgerê ji wê mij û moranê, pevçûn û parçebûnê xelasbike, wê ji bin siha sêhwana tirsa rêjîma Ba''''''''es û wan peykerên xwexwedayî yên xumal û navmal rizgarbike . bi kurtî îro zengilê metirsînê li ber guhên wan tevan, xwedan û xulam, axa û peya bi bilindî di nav pêlên wan guhertinan de lêdidê …..
Bayê vê pêl û bahozê netenê di celda kurdî de bi tenê rabûye, lê belê ew bi xwe ye di bêndera zorbeyî endam û layingirên partiyên siyasî de tê gêrekirin û dêran, ev bîr û raman, ev hižemendî û guman li cem wan jî cihgirtiye û bi rengekê dî derdibê, kesek ji wan nema êdî li serkirdayetiya siyasî dinêrê ku wek kesin ji asmana hatine, sadene bê tewanin, buhižtîne bê gunehin ,tobedarin bê žažîne û eger ew ne bin wê gemiya kurdayetiyê binav bibê ……!!??
Erê tevgera kurdî ta dema îro di taristanekî de ye û di bin barekê giran de di nalê û car caran di bin hêz û hêrsa celda kurdî û pêlên guhertinên nêvdewletî de dixwazê rêna bi qelêžê, qulna pîne bikê, mejîna bi xesînê û pê birha vî barê giran li ser xwe sivik bikê, xwe li cem milet bidê razîkirin, xwe dadiwežînê û Bîr û Kaniyan bi derziyê di kolê, wan vedidê, di xwazê xwe nû bikê û li gorî xwestek û daxwazên cemawerî û dost û hevalan xwe bikar bikê…!!?? 
Lê mixabin jibîr dikin yan di xwazin ji bîr bikin ku pêla payê ez-ezî xwaz û Dîktatoran, hižgirtî û berjewendîperistan derbas bû, xwestin û gotin tižteke, kirin û pêjandin tižtekî dî ye…..!!??
Roj bi roj rûberê vê kêferat û hevrikiyê berferehtir dibe, daxwazên dost û pižtgiran, aliyên zilhêz û xwedanberyaran xurt dibin, û pêre xwestekên milet jî gežtir û bihêztir dibin, li vir daxwaz û xwestekên herdu aliyan jî divê derbarê de dibin yek û di yek cokê re birêve diçin, daxwaza lêvegereka kurdî seranserî ku bibê nûner û berpirsyar di ber mafê miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê de û herweha bibê jêderê dan û standina beryarên çarenûsî û yên pažerojê jî ku tevaye hêzên kargêr cihên xwe di wî çarçêweyî de bigirin û di bin siha konê wê de kar û çalakiyên xwe bi mežînin .
Di nav tarî û gerîneka wan xwestek û daxwazan de gelek nêrîn, bîr û boçûn, pêžinyar, kar û xebat ji aliyê hin kesan ve hatin kirin, ji avakirina Hikometa Rojava li der ve bi gire û pê bikeve kongirê Parîs û Wažintonê û îro em li ber dergehê kongirê Birokselê rûnižtîne, ew kongirê ku xelekeke ji zincîra wan kar û xebatên berî niho di hatin kirin, lê belê kongirê Birokselê xwestiye û dixwaze ku civateka kurdî li der ve avabike, kesayetî û hêzên siyasî kurdî di hundirê welêt de ji bo beždarbûn û berhevkirinê hatine xwestin û herweha gelek alî û hêzên opizisyona Erebî li Sûriyê û dost û pižtgirên kêža kurdî jî hatine xwestin ku beždariyê di vî kongirî de bikin.
Lê eger mirov li rê û bernamê kongirî bi nêrê û li žêwe û rengê xwestina beždaran bi meyzênê, ji mirov re xuya dibê ku kesên evî kongirî girê didin û serpersižtî û rêveberiya wî dikin, hertižt temam kirine û di xwazin tenê alî û hêzên dî ji wan re bibin mertal û tenê Imzeyên xwe di rex yên wan de razînin . ne xwe eger ne wisa bê çima wê hertižt ji têbînî, pêžinyar û bernamê hatî ragihandin û daxuyakirin xuya bê ku evan kasan roj û cihê daweta xwedestnîžankirine, xwarina xwe likuçkirine, gožtê xwe pijandine, birinc û tiržika xwe kelandine, mêvanên xwe xwestine û dawet gerandine tenê li benda gihandina mêvana mane …..!?
Ev hižemendiya yekrû û ez-ezîtiya ne xwež û genî di hiž û sewdanê serkirdayetiya me ya siyasî de hêlîn çêkiriye û žax vedaye, rîsê konê tevan pîrepindê li dora wê pêçaye, kûrbûye û nimaye …..
Îro li hundirê welêt dema ku serkirdek siyasî di axivê yan di kevê ravekirin û žirovekirina pirsek siyasî de tukesî ji bilî xwe rasttir û welatperwertir nabînê û her kesê ne wek wî bê yan jê re bêjê rêya te xware yan ev nêrîna te žaže û ne baže yan ji kêmasî ve îro roj xizmeta kêža milet nakê, ev serkird bê dudilî wê wî kesî gunehkar bikê û wê bi sed žax û baxên dezgeh û aliyên ewlekarî û sîxurên rêjîma Ba''''''''es ve girê bidê .
 Bi rastî me di got û em di wê gumanê de bûn ku ev hižemendî tenê di hižê serkirdên me yên hundir de meyî ye, lê mixabin pižtî ku me bîr û ramanên Dr. Žêrgo Ebas dîtin, dema ku di dîdareka xwe de bi Radyoya Dengê Emerîka re bežê kurdî ragihandin û got : (( ku hin aliyên siyasî ji hundirê welêt amadenabin, ew ji rêjîmê di tirsin û hin dî bi me re ne ew bažin …..))
Belê kesê ku herê dewata wî bažin û mêrin yên ku neçin xirab û bêkêrin û hevsarê wan di destê rêjîmê de ye …!!
Ev nêrîn nêrîneka yekrû û tundkare, her ew hižemendî bi xwe ye ya ku îro rêjîmên Dîktatorî bi kartînin û gorî wê pê siyaseta xwe ya žovinist û berteng dajon .
Di baweriya me de eger bi rastî mirov bi xwazê xizmeta miletê xwe bikê, ne ku li xizmeta berjewendî û kasatiya xwe ya teybet bikevê, geleke berî hertižtî mirov daxwaza rûnižtineka berfereh bikê, nûner û berpirsên tevî alî û hêzên kurdî yên siyasî, rewženbîrî, çivakî yên ji der ve û di hundir de di wê rûnižtinê de berhevbikê û tev xwe jêre bi bînin xwedî û xwedan, hevdu bibînin, ne ku hin xwe bibînin xwedî û kesên dî bibînin wek mêvan ji xwe re wek îro li Birokselê tê dîtin û kirin…!!
Û gorî berjewendiya miletê kurd, gorî alîkarî û pižtgiriya dost û hevalên kurda, gorî pilan û tevdanên siyasî yên bihêz û xwedan berjewend di guhertina rêjîma Baes de,pêžinyar û žîret, nêrîn û raman di wê rûnižtinê de werin danhev û berhevkirin, komîtek di wê rûnižtinê de werê helbijartin, ji bo lidûvçûn û amadekirina kongirekê nižtîmanî berfereh, ku avakirina civateka kurdî yek ji daxwaz û pêžinyarên serekî bin ku li ber destên wî kongirî werin deynan û raxistin û ew kongir hingî beryara çawenî û rengê avakirina civata kurdî bide û li ser giringiya ku ew civat di hundir welêt dibê, yan jê ji der ve bê, her pîvan ew bê ka kî jan wê bêtir xizmeta berjewendiya kurdî û berevaniya mafê wî yê dademend û rewa bikê û hêz û xurtiyê bi diyê de .
Dr. Žêrgo maye tenê wek žanogeriya Bavê Teyar daye xuyakirin ku kêra xwe ji ber xwe derxê û di rûyê kesên xwestî de hildê û ji wan re bêjê : min ji xwedê divê hûn vêca ne win di kongirê min de hazir nebin .
Dr. Žêrgo di zanê gelek ji partiyên kurdî bi Rif''''''''et Al Esed re û yên weke wî re na rûnin, ji ber di nêrîna wan de ew jî rûyê dî ye ji rêjîmê, ku di bîr û ramanên xwe de, di dîrok û kiryarên xwe de ji rêjîma Ba''''''''es ya dîktator û žovînist ne dûre……!!
Her dîsanê ew komîta di rûnižtinê de werê hilbijartin têkilî û peywendiyên xwe bi hêz û aliyên dî re yên ku di rûnižtinê de cara pêžîn amadenebûne girê bide û wan dîsanê bixwazê kongirî û dergehê kongir vekirî bê li ber tevî kesayetî, žareza, pispor, alî û hêzên ku beždariyê tê de bikin yan jê di dema nêzîk de nekin jî .
Îro dem ne dema jihevparçekirin û dûrkirinê ye yan dema žer û tawanbarkirinê ye, yan jê dema dadan û gurkirina agirê nakokî û mil milanê ye .
 dem dema dan û standinê ye, hevdîtin û hevpeyvînê ye gihandin û bihevre karkirinê ye .
Bi dîtin û hevpeyvînê gelek ji derd û êžên giran wê werin dermankirin, gelek ji kaniyên gerav û lewitî wê werin zelalkirin, gelek dîwarên bilinkirî wê werin hilwežandin .
Vêca di nêrîna me de ya baž û pêtevî îro ewe ku kongirê Birokselê werê pažve xistin, kar û xebateka bažtir û berferehtir jêre werê kirin û dawiya dawiyê kes xwe ne bînê ku ew hilgir û kaniya rastiyê ye û yên dî xirab û tirsonekin .
Tevî ku rewža îro ya tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê ne cihê hêvî û xwestekên miletê mene û milet baž di zanê ku ew bi vê sistî û xaviya xwe ve, di vê sarî û tariyê xwe de, bi vê kawî û rijîtiya xwe ve nikarin barê serdemê hilgirin û di bin de rabin .

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 0
Bi Tevahī Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark