Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Nasnameya evînê

 


  Azer Osî

wê digot:
ne niha,
lê ji mêj
di guhên min de,
hate xwendin
û di mejiyê min de hate meyandin
ku tê ciwan xweþê jîna min bibe
xwedanê êvar û xewna þevên min bibe
û hevirmêþê hevok saziyên min bibe.
Min jî....hemû demsalên evîna xwe
di kesayetiya te de didît
û ji vir ta bi wir


min evîna xweyî bêhempa û bêpayan
bi bejna te re dipîva.
Tû mîna bê, her dem tê
û min te helbesta xwe û helbesta xweyî nenivîsî
di awirên çavên te de didît.
Min dizanî
wê ew bi tenha
di nava çengên te de
li ser lêvên te
û li odeya ku têde bilbil
fêrî evîna me dibû
were parastin.
.........................
Xwezî ji niþkave
ez û tû pêrgî hev bibana
rûbarî hev bihatina
wê fêrmiskên min!
ji jor ta jêr
xaka ziwa hêwî bikirna
wê ji nava wê dara evînê derbiba
û tê mêweyên evîna min û xwe
bi lêvên xweyî þêrîn bixwarina
minê bi destên xwe
biþkokên kincên te
vekirna
û li ber bêhna wan
û li ser sînga te
semaya eþqa te bikira.
.........................
Nizanim
bêyî min tû çi dike
kî her sibeh
qehwê pêþkêþî te dike
û di herdanî de te diþo
û cilêne te li te dike.
......................
Dizanim! tû bi min, mîna Feratê me dibe
û tê!
ji dengvedana min û xwe
destana hêviyên ku ez dibînim biafirîne.
...................
Tû ne li vire
xwe nikarim ji te dûrbixim
lê tew li wir
divê em bi hev er bin
di hembêza hev de daxa evînê
ji bîr bikin
ku yek kêlîk
ji destên min û te neçin
û ji xwe bêyî me
wê dest dirêjî hev bibin
û mê xewê!
ji þevên bêdeng bidizin.
......................
Dixwazim
ji evînê têr bibim
û mîna pinpinîkê
ne carekê, lê hezar carî
di arê te dada
û tê
dade werbibim.
....................
Hege serma hat û tiþt nebe
dixwazim ardiwê mala te bibim
yan di þevê de lihêfa li ser bedena te bibim
û lihavînan, li diyarê te
mîna qitikê
li bin tûmê kesk
yê xernûbê
li ser hêlîna te rûnêm.
................
Delalim û tû delale
dil bi êþim, tû samane
li te digerim, tev diwestim
li delalê xwe digerim
li bezkofiyan, li ser zozanan ez digerim
li tayê þîn yê te diyarî wê xewnê kir
ez digerim.
20.02.2008
Almanya- Hannover

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark