Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexşan: Serdaneke Saykolojî

 


    Bêkes Reşîd

Bi rawestina hemû pirsgirêkan
Ji bilî hin kirinên awarte
Û...
Hin têkelên ko wê ji nû biafirin
Yan jî...
Egerin di paş divayekê de li wateyekê paldayî ne
Di arişiyên hin regezan de
Bi narînî ramandineke lezgîn didomîne
Hin gustîlkên nîgaşê li dûmana çixarê dixemilin
Serjmêrek ji tevaviyekê re amade dibe
Hemû qatên veşartinê di nav de
Îstatîstîkek ji qeşmeriyê re dibe
Wilo nav li xwe tîne!!


Li vir... li wir
Li nik te û min
Ev serjimêr li deverin nependî jî dibe
Di nav van bêjeyan de
Di nav van xêzan de
Hin nexweşî
Hin "ser mirovayetî"
Hin jehrmar jî ji nav dernakevin
Şuştin bi awayekî hişwerane
Bêdeng... bi dizî
Bi dagerîneke kûd
Ajaweke zincîrkirî
Ji piçûkbûn destpêkirî
Hin ji jêderan dibin
Hin jî ji pêşeka encamê direvin
Hêdî... hêdî
Ew serjimêr ji xwe razber dibe
Dêmek...
Tiştin... hinin... ji xwe sûrîn dibin
Encam in nerast
Pronivîsin valayîn
Mîna danasîna rewanekî
Wilo axavtin hêsanî dimîne!!
Dêmek...
Daneheva pêşî
Ji seriyên daleqandî re ye
Ji serkêşiyên bi ayendeyê re ye
Dêmek...
Xwepejirandin pileya dawîye!!
Heger ko nakokî xwe bêdaw bihêle.
  20 / 02 / 2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark