Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Banga (pdk-bakur) ji bo piştgiriya çalakiyên protestoyê

 


li dijî êrîşkariya artêşa tirk tevlê hemî çalakiyan bibe yên ku ala rengîn lê baweşe!
îro roja xîretê ye û roja mil bi mil pevra meşîna dijî sîtemkarî û dagîrkeriyê ye, roja hevpişkî û yekrêziyê ye!
xuşk û birano,
keç û xortno,
welatparêzno, neteweperwerno,
evîndarê welat û milet, dilşewatên kurdistana şîrîn,
militarist û nîjadperstên tirk careka din bi ser me re bombeyan dibarînin, berê tank û topên xwe dane axa pîroz, welatê şîrîn kurdistanê.


ne hewce ye, em gotinên zêde derbarê niyeta van nîjadperstan de bêjin. her tişt ronî û zelal e! armanc têkdana doza azadiya gelê kurd ê û têkdana prosesa dewletbûna kurdisanê ye, pûçkirina destkeftiyên me li kurdstana azad e! leyistik li ser kerkûkê ye, lawazkirina hêz û rûmeta kurdan li iraqa federal e! armanc dijminahiya federalizmê ye, bi destxistina her cure maf û azadiyan e ji bo kurdan li her erdekî ye!
miletê kurd divê seferber be li dijî vê dewleta êrîşkar û hêza zikreş!
her çalakiya protestoyê dijî êrişkariya ku ala rengîn lê baweşe tevlê bibe, piştgiriya van kar û xebatan bike. kîjan welatperwerê kurd, kîjan rêkistin û hêza kurdperwer li çi erdî van çalakiyan li dar bixe bi hemî hêza xwe piştgirê wî karî be!
ev banga partiya me,
- daxwaz e ji her endam û dostek me,
- tîka ye ji her welatperwerek kurd
- hêviya piştgiriyê ye ji her kesê mirovperwer û demokrat!
bêdengî xurtkirina nîjadperest û militaristên tirk e!
bêdeng nemînê, bila pêlê azadiyê û demokrasiyê bi serkeve!
pdk-bakur , 27 sibat 2008
zarathustra news - zarathustra_news@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark