Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Êrîşa turkan û helwesta kurdên bakur !

 


  Ebdulbaqî Huseynî

Eve du rojin ku cenderme û hêzên leşkerî ên turkan bi hemî alavên şer derbasî Kurdistana başûr dibin û êrîşê berdidin ser gerîlayên PKK. Nûçeyên dawî dibêjin ku turkan bi dehan gerîlên PKK kuştine û bes heft cendermên wê hatine kuştin. Lê mediya kurdî û li ser zimanê berpirsên PKKê dibêjin; ku wan 44 leşkerên turkan kuştine û cendekê 15 ji wan li cem wanin, herwiha dibêjin ku balefireke turkan xistine erdê.


Bêguman dema mirovê kurd ew çi fikr û ramanên wî be, hestê wîyî netewî wî dajone ku  kurdên xwe biparêze û wî tucarî nehêle ku tekeve tehlûkê .
Lê herdem hest tenê nebese, divê em kurd gelek caran bi mejî xwe biramin, ku çawa emê karibin doza mafê xwe bikin, bi kêmtirîn xisaret ji alîyê kurdan ve,..
Eve der-dora du-sê heftiyaye ku turk zîtirkan didin, ku wê êrîşê berdin ser Kurdistana başûr ( Kurdistana azad), bo şopandina dijî gerîlayên PKK. Li vir pirseke mezin tê kirin, gelo heta vê radeyê kurd ji siyasetê fêm nakin, ku vê qerebalixa turkan nexistine hisabên xwe de û berçavan nestendine?

Li vir mirov li ber mana gerîlayên PKK li çiyayê Qendîlê, û hatina leşkerên turkan bo tunekirina wan matmayî dimîne û gelek pirsên mezin tîne holê.
Dibe ku hatina hêzên turkan bo Kurdistana başûr gelek sînaryoyên wan hebin, li vir û bi rengekî bilez ez dikarim van gumana destnîsan bikim,
- Dibe ku sînaryoyeke di navbera turkan û emêrkanan de hebe, ku herêma Kurdistanê têxe bin destên xwe , ji ber îro ro, Ereb bi hemî dewletên xwe bê çare mane û di rewşekê pir lawaz dene, û her hêzeke bitund mîna emrîka dikare a dilê xwe li ser vê zeviyê bike, mînak duristkirina Komara Kosovo bi destê emrîkan û ewropiyan ve wek nimûne.
- Ji ber ku ev êrîş bi piştevaniya emrîka û îsraîl tê kirin, sînarok di navber hersê dewletan de heye, bo rêjîma îrnê tehdîd bikin, û rikvanên rêjîma îranê têxin şûna gerîlayên PKK li herêma kurdistanê.
Li vir turk gelek çûkan bi kevirekî dikujin, wek meteloka kurdî dibêje.
- Sînaryoya dawî û a herî giring û berçav ewe, ku PKK li wir tunebike, û hikûmeta kurdistana başûr qels û lawz bike, û tucarî nifikire ku bibe senterek bo hemî kurdan, û hêzeke xeter li herêmê, da ku kurdên perçên dî tu dozê nekin.

Em vegerin êrîşa dawî û helwesta kurdan derbarî vê bobelatê,.. gelek nivîskarên kurd hene ku dibêjin helwesta hikûmeta kurdistanê li başûr derbarî vê meselê lawaze, û divê kurd li wir li himber vê êrîşê derkevin, û serokên kurdan li ser birayên xwe ên PKK qebûlnekin.
Di vî derbarî de gelek pirs tên xeyala mirovan, belê raste ku hikûmeta Kurdistana başûr divê helwestekê bistîne, û ligor gumana min ewê tu kêmasî nekiriye, û helwesta kak Mesûd Barzanî helwesteke mêranî bû, dema li himber turkan rawestiye û got; ”emê tu carî wek bîner li we temaşe nekin ku hûn bingeha herêma me birûxînin û kesên sivîl bikujin”.
Hikûmeta kurdistanê xweş dizane ku ” pîlaneke pir mezin” li ser kurdan tê çêkirin, divê em mirovin pisporbin di warê siyasetê de, ne bi dilgermî herin meselê, û xebata deh salan di şev û rojekê beravêtî bikin, zaten turk vê dixwazin ku bi hiceta PKK, kurdistanê tunebikin. Bila ev ”rewşenbîrên dilgerm” zanibin, ku xisareteke biçûk bi gelekî ji xisaretek mizin çêtire, û eger me ev femkir, wê demê em kar bêjin ku em hinekî ji siyasetê fêmdikin.
Pirsa herî mezin ku min kiriye navnîşana vê gotarê, helwesta kurdên bakur li himberî êrîşa turkan!
Gelo ma kurdên meyî bakur eve serê du mehan tanq û topên turkan nabînin, ku di nîvê gund û bajarên wan de derbas dibin û bi alî Kurdistana azad de, bo ku PKK tunebikin, Gelo ev mesele ji wan re nebalkêşe?
Eger ji her gundekî sed mirov derketana pêşiya wan cenderman û tanq û topên wan, îro ro wê nerîna rêjîma turkan ne bi vî rengî ba.
Helwesta dost û hogirên PKK li hundirê Kurdistanê û Turkiya, çima ewqasî lawaze? Gelo nikarin xwepêşandanekê rojane li himber dewleta turkan rabane, ta ku rêjîma turkî ev kiryar rawestana, gelo nikarin hilguvaştinekê li raya giştî bikin , ku ev karên rêjîm dike ne li ligor berjewendiyên turk û kurda ne?
Perlemanterên kurd ên ku piraniya wan dostê PKKê ne, nikarê helwesteke tund derbarî vê rêjîmê bistînin? Gelo çima ne bicegerin û nabêjin; eger rêjîma turkan ev kiryar li dijî PKK û Kurdistana başûr ne rawestîne, em xwe ji perlemana welat vedekşînin.
Gelo dora 20 milîon kurd li Kurdistana bakur û Turkiya hene, li gor deng û basên PKK û mediyaya wê gerek tibabek ji vî gelî heval û hogirên vê partiyê bin. Di vê germiya şer de em tu dengê wan nabihîzin, dêmek ew propaganda tê kirin neraste! Ji ber ku rastba wê
gerîlayên partiya xwe biparastana, û herwiha barê hikûmeta kurdistana başûr sivik bikirna.

Ew kesên ku gazinan ji hikûmeta Kurdistanê dikin, nerînên wan yekî alîyê, û tucarî berjewendiya gelê xwe berbiçav derbasnekin, ji ber ku berjewendiya partiya xwe ji hemî fakturên netewî mezintir dibînin, û eve êşa û nexweşiya me kurdaye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark