Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Cejna evînê li Qamiþlê

 


 Taha Xelîl

Çavên min çavên mêrekî di þerekî dûr de hatibe kuþtin. û dil? dilê min ji gunehan nema dikare evînekê tenê bigihîne serî.
Dîsa weke peza gura kuþtî mame li wê navê.
Û... di çardehê meha sibatê de evîn xwe sor girêdide û di zikak û kolanan de dimeþe, dibêjin ev cejna evînê ye!


Li bajarê me Qamiþlê ji berî du hefteyan her dever sor raxistine û xwedêgiravî li hêviya cejna sant- valantayn in, yanî cejna evînê.
Birastî heta berî çend salan ez bi vê rojê ne hisiya bûm, ne jî min dizanî ku wê rojek ji cejna evînê re hebe, lê vaye min dît. Û li ku? Li Qamiþlê.!
Seyid Yûsif dengbêjê me yê hêja navê Qamiþlê di straneke xwe de kir bajarê evînê û her kes niha wiha ji Qamiþloka min re dibêje!
Niha li her dikanekê dilekî sor mezin ji hiriyê di himbêza hirçekî dev li ken daliqandiye, kirasên di caman de sor in, diyariyên xelkê bi pel û kaxezên sor têne pêçan, hinekan jî deriyên malên xwe sor rengîn kirine. Îro li sûkê min du keç û kûçikekî sor bi hev re dîtin, min nizanî birastî kî bi kê re ye, lê min dît ku zincîra di sukura toltajiyê wan de jî sor bû û hersêyan xwe li ba dikirin û dilezandin di nîvê sûkê de, û... li ku? Li Qamiþlê!
Li her derê paçên reklaman daliqandine, û dibêjin: werin em þeva cejna evînê bi hev re derbas bikin, li salona... nizanim ku derê… neyse, mijar ne ev e! Mijara min ew e ku min nedizanî bê çiqas dengbêj û stranbêj li Qamiþlê çêbûne, weke kumikan le her derê belav bûne, nexasim dengbêjên keç û wêneyên xwe li her derê bi dîwaran ve daliqandine, hin çav wir in, hin serî mezin in, hin poz xwar in, hin guhbel in, ev di ku de bûn xwedêyeooo heta niha? Her yekê ji wan ciwanikan jî navekî bombe li xwe kiriye wek: Axîna Welat, Birîna Kurdistanê, Gula Kurdan, Qîrîna Kurdistan û hwd.
Min bihîst ku ev ciwanik hemû navên wan wiha weke navên me mirovane, lê dixuye ku ji navên weke Fatîma, Zeyneb, Wetha û Zergayê þerm û fihêt dikin! Çima na? Bûne dengbêj û bajarvanî û gelekî dane pêþiya me, em kesên reben ku tu hincet tune ye em navên xwe biguherin, ne em dengbêj in, ne tevgerêj in, ne welatparêj in, ne evîngêj in, ne qîrqîrvêj in... em ne tiþtek in, lewra navên me hîna wiha gundî mane, Taha, Elîko, Hesenîko, Dîno, Sermezino, Mewîjo, Serteþîko! Û em nizanin cil û bergên sor jî li xwe kin!
Lê ew rojekê evîndar in... em herdem evînê diçînin!
Ew þevekê ji evînê re li dar dixin, em sêsed û þêst û sê rojan li ber bayê evînê dilerizin û berfê bi hêsirên xwe dihelînin!
Ew têr in... em birçî ne!
Ew qedehan li hev didin... em destan didin hev!
Ew dawiya þevê têne malên xwe, pix dikin xewê û... em bi valyom ranazên,
Ew di þevekê de ji dehan hez dikin, em di jiyana xwe tevî de ji yekê hez dikin û temenê xwe li ser dikin.
Ew roj bi roj fireh û qelew dibin, em zirav dibin û dibin wek ta û derzî ji bayê evîna çavreþê, ku tu his û deng nema jê tê!
Ew rojekê ji Qamiþlê hez dikin… û ez ji ber wê bûme pîr û kal û li cadên wê diterpilim û bi ser dilê wê de tim dikevim.
tkhalil2@hotmail.com

--------

azadiya welat

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark