Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kîjan mirov?

 


Siyamed Sîpan

Dibe ku jiyan ji ber xwe fedî bike û têkeve xefka bêbextiyek þermek mezin, ji bo kiryarên mirovan, ji tevgerên mirovan. Xemla jiyanê ji aliyê mirova ve hatiye xirab kirin. Di dawiyê de dîsa hemû xirabî ji mirov der ketiye. Dema mirov dest bi fikirandinê kiriye, wê demê xirabî û fikrên xirab jî derketiye holê. Di bin hemû xirabiyan de mirov heye. Lê tu kes ji me naxwaze vê rastiya tazî yî li hemberî me bivîne û fahm bike.


Herdem em li kesên din digerin ku hemû tiþtî bavêje ser wan. Em herdem li bersivan digerin, lê bersiv hemû em bi xwe ne. Bersiva hemû pirsan mirov bi xwe ye. Lê em herdem dixwaze xwe ji rastiyan bifilitîne.
Jiyana herî hesan ewe ku tu hemû pirsan bê bersiv bihêle û xwe ji bin hemû barên bersivan derxîne.

Nêvî yê herî pir ji me vê vebijarkê hildibijêre, û dema ev jî nebû mirov dikare bike para xwedê yajî bike para qederê û wisa xwe li kerrî dîne.
Em ne xatirê axê zanin, ne wateya demê, ne ya xwezayê, yên mirovan û ne ya çand û zimanê xwe. Bê yî ku em xatirê tiþtekî zanin, bê yî þerm û fedî teww em li dû qûna tiþtên mezintir digerin.
Em kêm tiþtan dikin, lê gelek tiþtan dixwazin…
Kirasê tazîbûna rastiya mirovan wisa ye, ku ez bi xemgîniyek mezin bi lêv dikim.

Lê êdî dibê em li xwe vegerin û pirsan ji xwe bike û hewl bide ku bersivan bivîne. Dibê em xwe bavêje çemên rastiyan û berbi bersivan avjenî bikin. Dibê em xwe li ber bayê rastiyan bixin û hestên xwe li ber tirêjên tava fikrên bê sînor raxînin.

Çend mînakên ku þermên mirov, bi taybetî yên Kurdan li ber çavan rêz dikin:

·   Kurdê ku kurdî nizane û hewl nade ku fêr bive, nikare bêje ez li jiyanê me û jiyanê jiyan dikim. Þerm û eybek gelekî mezine. Ji ber ku ev çi kurde ku kurdî nizane?!!

· Kurdê ji çanda xwe bêbir be, þermek mezine û dibê ji xwe bipirse bê çawa kurde?!

· Kurdê ku nikare bi kurdekî din re yekîtiyê çê bike, çi kurde?!

Hêvîdarim ku kes ji ber van tiþtên jimartî nayîne cîh, ji ber xwe fedî neke!!


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark