Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Li ber dergehê deqekî rêwingî

 


  Tengezarê Marînî

Spêdeyekê, li kolana hiþê min, di xeweke jixwerazî de birîndar ketibû.
Xelwetgeha  wê, rû bi rû bêciriya xwe li bazara êþan belavkir.
Nehiþiya min ji niþkekê ve, hawarên xwe hijmartim, yek, do, sê, gelek, nema tên hijmartin.
Ne derya, ne jî bej dikarin susretên min û te li hev par bikin, ji nav hev derbixin.


Xeftanekî dilê te hebû, te li min aland.
Qupçolkên berê te, keldumana þerekî li Orok bû.
Ne tu bûyî ya rût û tazî, ji daristanê, te kovîbûn derbasî sîstema xewna min kir?
Ne tu bûyî, ya Sîpan heta bi ezelê xemgîn hiþt?.
Û…tu diçûyî.
Rojekê dê erd û ezman bi germahiya min bisojin û..
Tu, dê li gerdûnekî din, xunav, pêrgî min bibî, êdî ne tu û ne jî ez, em hene.
„ ji bîranînên pezkovî, rûpelê xwînê, sala bêhtir ji stêrkên rêka kadiza“

1.
Sîber û bayekî birîndar

Tu, li nêv daristanê
hîn dizanî?
daran sema dikir
stêrkên me
li ezmanan difirîn
navên me li ser
diçirisîn

Tu,
li nêv daristanê
tilîkên me bi êgir dilîstin
hîn dizanî?
stêrkên me
ji daran hildiweþiyan
ramîsanekê ji kela xwe veciniqînim

Tu,
daristanê,
xêz dikêþan,
hîn dizanî?
me reng dît,
li nav sîbera darê, kevir diçand
Dareke birîndar..
hawara min î herdemî

Tu,
daristan nivistibû
hîn dizanî?
xewnên me hilo bûn
hingiv li ser
zimanê me dibariya
Me xewna nexweþ dîtin
weha bihitî…
Tu hîn dizanî?
daristan min berdabû
dar dîtibû
daristan
helbestên spîçolkî
Remedîlka peyvan...

2.
Reva þeveke ji peyvê, di bîranînên rêwiyekî de
Vegeriyabûm.
Rûpelên pirtûkan ji ser hev radikirin -
ji xwe dûr diketim,
ji we
rojê xwe av didan,
rêkên wê
xewnên min maçî dikirin.
xewna min
li perava din didanî,
Pirtûk bayê rûbarekî
di sewîlkê þeva min de

3.
Keser û tixûbên kenekî sar
Henaseke sar bû
ji nêzîk
ji dûr ez nehingavitim

Carekê
tiblên min
destê
pirça havîneke bêwar bûn 

Weha bêdeng,
baroveke spêdê
dema þev diçe lîs

Weha hêsan
mîna lihevketina pêlên
baskên belatînkan

Hindekî bêhtir
ji roniya ramîsaneke nazdar
helbesta min
bi hêlên bêdengiya te serxweþ dibe
Dimirim..
li ser sînga te,
peyvên min þevbuhêrka xwe dikin..

4.
Û dema ba li helbesta min xwe dipêçe
Ez
Stêrek im.

Ez
ev þev..
dilê min dibarîne …
karwanekî
poþmaniyê reviyayî ,
xemgîn,
Helbesta ji rondikekê vehûnayî..
giran.
dibare. 
Dêmên te, …
bi ser velirizîna þeva min de.

Destên te
… giriyê te.
»de ka min haþ bike!«

Ez,
berf …
û gavên aceniyekî
ji vê axa þil
hemî lerz
di dilê..
te de
geþ bûn
xelmaþ e,
spêdeya bêrîkirinê
li ber pencera dêmên te

Bêriya te..
û ya nehatî gotin
bi sal û zemanan.
û…
ba li vir e..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark