Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dêmokratiya dewletên sermiyandar zamdar e

 


  Dr. Ebdilmecît Şêxo
   
Di dîroka serdem de diyar e ku welatên sermiyandar ji dehên salan de li gor pîvanên xwe li ser rêça dêmokratiyê diçin. Lê li vir em dixwazin di sereta de nirîn û têgihîştina xwe li ser û ji peyva dêmokratiyê derbibirin. Em dibêjin ku peyva dêmokratiyê mîna termekê yekgirtî ye, ewa perçeyeke ne şikestbar e û ewa ne bi du yan bi sê rûyan e. Ew dewletên ku dixwazin vê têgeha siyasî bi du yan bi sê rûyan bikin; ewanan nikanin li ser xwe bêjin; ku em nûnertiyên welatên dêmokratiya tomî û tewaw dikin.


Welatên sermiyandar li gor berjewendiyên xwe têgeha dêmokratiyê ne bi awakî zanistî bi du aliyên sereke dabeş dikin; yekemîn ev e; dêmokratiya hundir welatên xwe, duhem jî; dêmkratiya dervayî.
Evan dewletan li ber xwe didin ku dêmkratiyê hundirîn pêk hûnin, tevî ku em zanin jî, pileya pêkanîna dêmokratiya hundrîn jî li nik hemû welatên sermiyandar ne wek hev bilind in, lê bi kêmasî ewanan berxwedidin gelên xwe li hundir welatên xwe bi riya hilbijartina perlemanên xwe, ji xwe razî bikin û xwe mîna destlatên bajarvanî bi gelên xwe bidin pejrandin. Perlemanên dewletên sermiyandar bi awakî azadiyane û dêmokrat desturên welatên xwe amede dikin, partî û hêzên rikber jî dikanin nirînên xwe di weşanan de bê perwa û bi zelalî ji civakên xwe re binivisînin. Bi ya me be jî, tevî ku mirov dikane dêmokratiya hundirîn bi gelemperî bi awakî erênî binerxîne, lê dîsan pêvajoka dêmokratiya hundrîn jî hin caran toşî hin kêşeyan dibe û ewa bi lêdana hin yasayên ne dadmend dermafên biyaniyan birîn dibe. Yanê em li vir diçespînin ku li hin welatên sermiyandar dêmokratî ne tenê bi du rûyan e, lê belê ewa niha bi sê rûyan e. lewra jî em dikanin bi sanahî bêjin ku têgeha dêmokratiyê bi wateya xwe ya zanistî, siyasî û yasayî dibe qurbana berjewendiyên guhêzbar yên dewletên sermmiyandar.
Mebesta me di vê gotarê de danezanîna çawayetiya dêmokratiya dervayî ye. Siyaseta dewletên sermiyandar ya dervayî herdem li gor berjewendiyên xwe yên taybetî ne, dêmokratiya dervayî ya van dewletan pir caran di bin setema keysebaziya wan de dinale, ewanan bi riya siyaseta xwe ya aborî rûya dêmokratiya xwe birîn dikin. Pirên caran ewanan piştvaniya dewletên setemkar û dîktetur li pênavê sûd û kelkên xwe dikin û temenên wan dewletan bi dehên salan dirêj kirine û hîn jî temenên wan dirêjdikin .Rêcîma dîktetur bi serdariya Sedam Husênê xûnvexwar di dîroka me ya nûjen de nimûnek e pir geş e. Emêrîka, Birêtaniya, Almaniya, Firansa û hin din ta beriya çend salan rêcîma Sedamî ji rûxandinê diparaztin û destên xwe yên dostaniyê pir kurt û pir bi haydarî dirêjî hêz û partiyên dêmokratîxwaz dikirin. Bi sedhezaran Kurd, Ereb û kêmnetewên din dibûn qurbanên vê dêmokratiya birînkirî
Îro jî dêmokratiya dervayî ya van dewletan dîsan bi du carna bi sê aliyan ne, niha ewanan li Îraqê, dêmkratîxwaz û azadîxwaz in, lê zimanên wanan li hember siyaseta Turkiyê ya hundirîn kin in, ewanan çavên xwe li ser zepkirina mezintirîn beşê Kurdistanê û bindestiya gelê Kurd û Ermenan digrin, tevî ku em zanin jî, ewanan hin caran li ser nebûna mafên mirovan li Turkiyê dipeyvin, lê ewanan naxwazin hevalbenda xwe ya dîrokî û berjewendiyên xwe aborî, leşgerî ji bo miletên bindest li Turkiyê winda bikin.Yanê bi gotineke din; ewanan li Îraqê û li Kurdistanê bi mafê çarenûsa gelê Kurd re ne û li Turkiyê û li Kurdistana Turkiyê tenê hin caran azadiya Kurdistanê û serbestiya gelê Kurd di çarçewa mafên mirovan de dibînin.
Piştî ku evan dewletan bi dehên salan dostaniya destlatdara Îranê dikirin û dijminên hev, mîna Îraqê û Îranê li hevdu dihanîn û binpêkirina hemû mafên dêmokrat û mirovane li van herdu welatan neditîn . Niha ewanan li dijî rêcîma Îranê ne, tevî ji hemû çavdêrên siyasî re pir zelal e ku destlatdara Şah Mihemed Riza Behlewî ne ji destlatdara Ehmedî Necad çêtir bû.
Bi ya me be siyaseta Almaniya ne pir ji rêzaniya Emêrîka baştir e, erê ewa hin caran siyaseta Emêrîka ya hundir û derve jî rexne dike û ewa ne herdem jî gavên xwe bi qaserî wê davêje; lê rêzaniya Almaniya ya dervayî di naveroka xwe de mîna ya Emêrîka ye, ewa jî mîna dewletên din, ji bo berjewendiyên aborî rûya dêmokratiya xwe ya dervayî zam dike.
Weke em zanîn k Rawêjkara dewleta Almaniya, xanim Mêrkêl (CDU) hinekî ji yê berê rêzdar Şiroder (SPD) cudatir e, car caran tête gotin ku pêşketineke balkêş di siyaseta derva ya Almaniya de çê bû ye, wek nimûne, xanim Mêrkil giringiyê dide doza mafên mirovan, hin caran dixwaze xwe mina siyasetmedarekî qehreman û dilsoz bide diyarkirin diyarkiri diyark û hin rexneyên xwe derbarê mafên mirovan arasteyê dewletên mîna Misirê, Rusiya, Çînê û hin din dike, lê gava ewa dibîna ku siyaseta aborî ya Almaniya dikeve metirsiyê, yan dik metirsiyê, yan eger dengên dezgeyên aborî gewre li Almaniya ne razîbûna xwe derbarê helwestên wê de didin xûyankirin, xanim Mêrkil dîsan neçar dibe, çavên xwe vê jî ewa niha, wek mînak, li ser pêhnkirina mafên mirovan li Rosiya damrîne. Çima ?
Ji ber ku
1- Ji ber ku Rusiya amede ye Gazê û zêrê reş bide welatên derve.
2- Dewleta Rusiya mezin e û destên xwe dirêj û xurt in .
3- Li Rusiya jî û nemaze li dewletên Asiya Navîn hêzên têrorîst, îslamperestên rastrew û hişkbawer peyda bû ne, lewra jî Rusiya dixwaze bi welatên sermiyandar mîna Almaniya û hin din re li dijî têrorîstan têrorî û îslamên hişkbawer pişikdar be. Bi kurtî xanim Mêrkil di heyameke dijwar de ye, diyar e ewa dixwaze rûya welatê xwe li derva jî spî bike û xwe weke dêmokra dêmokratîxwaz û aştîxwaz bide nasîn, lê li dawiya dawiyê ewa jî ta radeyeke bilind ji bo berjewendiyên siyasî û aborî dê bibe yexsîrê sermiyandarên dewleta xwe.
Eger em bi gotineke din nirîna xwe bêjin, eger hin dewlet hilbijartinan li nik xwe dikin, dewletên sermiyandar dixwazin ji wan dewletan re yekser bêjin; ku hêdî ew ewa ewanan dêmokrat in, ji ber ku evan dewletan naxwazin pêwendiyên bazarganî bi wan dewletên ne dêmokrat re winda bikin, lê ya rastîn ne weha ye, ewan dewleta dîsan rêzê li yasayên mirovan e, li mafên azadiya derbirînê, yan pênasîna mafên netewî yên gelên bindest nagrin.Bi gotineke dawiyê; dewletên sermiyandar nikanin bi pêkanîna dêmokratiyê li hundir welatên xwe, rûyên xwe yên ne dêmokrat û birîndar li dervayî welatên xwe veşêrin!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark