Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dīya Welat di navbera Qndīl ū Mižtenūr de

 


  Salih Cefer

Dîsa berbangekê ji berbangên dežta Sirûcê bi qîrînî dest pê kir, qîrînî û qîre qîr, lê ne wek qîrînên ku cîran fêrbibûn bibihîsin, ew ne hawar bû, ne qîrîna jenke ji ber lêxistina mêrê xwe bû, ne qîrîna jineke ji ber anîna zarokekî bû, qîrîn qîrîna žêreke diltiji li hember dijmin û neyaran bû.
Jinekê ji jinên cîrnan ji mêrê xwe yê razîyî re got: tu dibihîsî ? erê ez dibihîsim, keçê bi xwedê ez di nava cîyan de ditirsim , ew çiqas jineke fêdeye, te bihîst ji wan re çi dibêje ! erê, xwedê wê biparêze, xwedê ma tu heyî! Ev çi zulme, ew bi xwere dibêje.


Cîran giž di cîyên xwede dirêj kirî û matmayî û bi tirs guhdar dikin, ew cara yekeme ku qîrîna jinekê di rûyê dijminan de dibihisin, mêrê tirsîyayî ji jina xwe re dibêje: gelo ev bêbav wê çi bi srê wê bikin, heyfa Dîya Welat*.
 Jin lê vedigerîne : de rabe tižtekî bike, keçê ez wêrim li hember wan derkevim, ma tu wan nas nakî.
Qîrînîya Dîya Welat di guhê cîranan de ma lê berê wê dane Heleba žewitî, roj derbas dibin û žêra birîndar ji xewneke ne xwež žîyar dibe û wê betanîya qrirêj ji ser xwe davêje.
Xêre Diya Welat, çi heye ? Kewser* jê dipirse.

Min di xewnê de dî ku dijmin êrîžî Qendîlê dike û cîyê žorežgeran bumbe dike û gelek heval žehîd dikevin.

Na lê, hinge bala me li ser hevalane te ev xewn dît, Kewser jê re dibêje û berdewam dike: eger bikin jî, tižtek bi hevalan nayê, ma tu hevalan nas nakî ! ma žoreža me bi bumbe baranekê bi dawî dibe.

Belê heval, bi ya teye, lê nizanim çima ev xewn ne xwež bû.

Bêhna pîs û qirêja betanîya zindanê hižt ku Dîya Welat têkeve xem û xeyalan û êžên îžkenceya xwe ji bîr bike.

Gelo rewž li derve çawaye, heval çi dikin, li ser girtina me çi dibêjin, gelo girtina me deng da, wêneyên me li her derê belav bûn, navên me li ser rûpelên rojnameyan û entirnêtê hatin wežandin.

Gelo heval çi dikin, zarokên min çi dikin, hevalê min Bavê Welat çi dike, dostên min çi dikin, sedî sed wan pir bîra min kirine, ew çi rojên xwežbûn ku me bi hev re derbas kirin.

Bi van xem û xeyalan, te digot qey bûye çerxek ku ew di zindanêdeye.

Erê, tevî  Diya Welat gelek çîrokên girtîgehan ji hevalan bihîstibûn, lê ne wek ku mirov bi xwe bibîne, zindan çiqas pîse, çawa wan hevalan bi salan jiyana xwe têde derbas kirin, gava digotin: me viqas sal têde derbas kirin, me xwežik nizanibû bê wate çîye, ew çiqas leheng û žêrbûn ku bi salan di van zindanên bi qirêj û gemar de man.

Gotina hevalekê hate bîra wê, heval : zindan ji žerê li serê çiyan çetintire, li serê çiyan tu azadî û çeka te di destê tedeye, yan tu žehîd dikevî yan jî dijminê xwe dikujî, lê zindan…bi keser digot….zindan, tu bê çekî, di nav destê dijminên bê žeref û bê namûs deyî, erê tu berxwedanê dikî , lê dilê te rihet nabe, eger mirov li enîya hev nesekine û singe xwe nede hev, lehengî xwiya nake.

Xem û Xeyalan Diya Welat  di navbera çiyayê Qendîl* û kažê Mižtenûr* de birin û anîn, gelo çi bi sere Qndîl de hatîye, Qendî ji mij û dûmana dežta Sirûcê* xwiya nake, kažê Mižtenûr li ber çave Diya Welat çûk bibû, eger Mižtenûr bilind biba mine çîyayê Qndîl bidîta, wê bi xwere digot.

Deng derîyê hesinî Diya Welat ji kažê Mižtenûr vegerande zindana bi qirêj û gemar, ax ……zindan, gelo eze kengî derkevim û zanibim bê çi bi sere Qndîl de hatîye.

  • Diya Welat: girtîyeke ji bajarê Kobanêye, pižtî xwepêžandana Kobanê û Qamislo hate girtin.
  • Kewser : ew jî ji Kobanêye û di wê demê de hatîya girtin.
  • Mižtenûr : kažeke li alîyê bažûrê Kobanê dikeve.
  • Qendil   : çiyake li bažûrê Kurdistan dikeve
  • dežta Sirûcê : dežteke dikeve navbera herdû perçeyên bakur û rojavayê  kurdistanê.
25.12.2007     

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark