Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: Paþeroja zimanê kurdî li sûrîyê

 


SELAH BEYRO 

Bê goman ziman nasnama gelane li cîhanê ye lew ra ronak bîrê frensî (bîgon) di bêje:
Heger ti bi xwazê miletekî bin dest bike pêdivîye tu nehêle vêrî  zimanê xwe bibe .
çimkû keletor û çand û pêþve çûna hevçerx û þaristanî girêdayîye bi pêþve çûna ziman ve, Lew re rijêmên kurdistan hevbeþ kirin mîna rijêma erbî û tirkî û  farsî yên  regezperest berdewamin li ser qedexekirina zimanê kurdî, bitenê hin rijêm rê didine nivîsandin û bexþanên kurdî lê bi tîpên komara wê rijêmê ,ji ber giringiya ziman di jiyana miletan de, û çareserîya pirsgirêkên siyasî û netewî de.


Rijêmê  roleke perwerde kirinê giring di nav rêzên þagirtan de li herçar qûnaxê xwendinê li vî parçê kurdistana sûrîyê bi kar anîye.   
rijêm zanê ku miletê kurd miletekî resen û kevnare ji ezel ve li ser xaka xwe dijî  û Zimanê kurdî zimanê yeke mîne piþtî zimanê erebî yê frmî li komara sûrîyê, pitir ji /3/ê.milyon û/25/hezar kurd bi zimanê kurdî zikmakî di beyvin lê cihê daxêye
di vî çerxî tiknolocîya û ragihandina enternêt de ku desthilata sûrîyê heya nuha ziman kurdî qedexe kirîye, û ev hijmara mezin ji hevwelatîyên xwe dûr kirine ji  zimanê zikmakî yê resen, ev karekî hovaneye ku rijêmên kurdistan dagikirin dijî gelê kurd bi kar tînin,bi taybet rijêma sûrîyê û bo nemûne:berî  salekê /3/ê.  mamostayê fêrbûna zimanê kurdî ji bal polîsê bajarê helebê ve hatine girtin û sizadan ev ji hêlekê ve, ji hêla din ve hinek ji miletê me hevkarin bi rijêmê re bi qedexe kirina ziman, lê bi þêweyekî din di hindirê mala xwe de ku bi zimanê erebî û biyanî taxivin û nahêlin zarokên wan jî hînî zimanê bav û kalên xwe bibin, û nayênine hizir û bîra xwe dema Dr.Nûredîn zaza di zindana xwede gotibû: emê zindanê kine dibistana zimanê kurdî ,lê mixabin ew kes dibêjin: tiþtekî normal û mûdêrine ,çêdibê ku ew nizanibin kuþtina hestê netewîye li ba zarok û nifþê nuh..?? banga min ji gelê me re ku zarokên xwe perwerde bikin li ser rêbaza pêþewên me anîne ziman û mefa ji  xulên fêrbûna zimanê zikmakî bikin yên têne sazkirin û li darxistin ji bal hinek rêxstinên kurdî û kesên sivîl ve, yên xem xwerê peyva krdî.
di gomanê min de  yek milet weke miletê kurd tûþî tind û tûjîyî û kuþtaran ne bûwî
ye,ne cengîz xan û ne holako û ne siltanê osmanîyan û ne sefewîyan karîbûn vî miletî dûrkin ji ziman û çanda wî.
Li dawîyê ez hêêêdîka di kuhê keysebaz û regezperistan de di bêjim: mana zimanê kurdî kirêdayîyê bi mana çiyayê kurdistanê ve, ji ergê her welat parêz û kurd perwerekî ye vî  zimanê kevnar û resen bi parêzê.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark