Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: PROFFESORÊ KURD QENATÊ KURDO .. DI BÎRANÎNA KOÇKIRINA WÎ YA DAWÎN DE

 


Abdullah îmam *
   
   Berî bîst û du salan , zimanzanê kurd ê navdar Qenatê Kurdo, ji nav me barkir, bi laþê xwe, û ma bi cane xwe yê nemir di dilê her kurdekî de, û berhemên wî jî man wek qezencekê ji milletê kurd re, û ji þaristaniya cîhanî re bi gelemperî.
   Belê , di þeva 31 ê oktobera sala 1985ê de Qenatê Kurdo xatir ji me xwezt, li bajarê Lenîngradê, li Yekîtiya Sovyeta berê, û di vê gotarê de jî min xwezt ronahiyekê bidime hindekî ji jiyan û xebata wî, wek silavekê ji rewanê wî yê pak re di gora wî de.


Qenatê Kurdo ji dayika xwe bû di roja diwazdemîn de ji meha Êlûnê Septemberê, sala 1909z, li gundê Sosiz, li nêzîkî Qarsê, li bakurê Kurdistanê, ji bavekî gundî ku navê wî Keleþê Xidir bû, ji êla Þerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê.. û herdu jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn.
   Di sala 1918 z de , û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî di gel xelkê wê deverê koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê, û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniþtin, navê wî gundî Kurblax bû, û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di sala 1920 ê de, û piþtî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir (sala 1921z).
   Sala 1928ê Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkîn  û naverast bi dawî kir li dibistana Lazoyê. Piþt re, di sala 1931ê de kete instîtuya mejû (dîrokê) û felsefeyê û wêjeyan, li zanîngeha Lenîngradê ya fermî, û piþtî ku ew xwendina jî bi dawî kir, û di sala 1936ê de, bû xwendekarê xwendinên bilind di mijara afrandinên zimanî de, û belgenameya diktorayê wergirt di sala 1941ê de.
   Piþtî wê , îþkir wek lêkolînerekî li instîtuya ithnografî di akadîmiya zanyariyan a soviet de. Û dema ku bajarê Lenîngradê hate dorpêçkirin ji haliyê hêzên almanî yên nazî de, Qenatê Kurdo beþdarî kir di rahatina efserên topê de, û karkir wek efserekî di hêza asimanî ya soviet de û di topa li dijî firokeyan de, ji meha Tebaxê Ogustusê sala 1943ê de heya meha Çireya pêþin Oktoberê sala 1945ê. Û piþtî bidawîhatina þerî xelata «stêra sor» ji Kurdoyî re hate dayin wek rêzgirtinê ji qehremaniya wî re.
   Piþt re , bû endamê Partiya komunîst ya Sovyetî. Û piþtî ku vegeriya Lenîngradê hate bicihkirin wek mamosteyekî alîkar ji bo zimanê kurdî di beþê afrandinên êranî de li kullîja rojhelatnasînê di zankoya Lenîngradê de. Û di sala 1950 de jî hate binavkirin wek lêkolînerekî zanîstî di instîtuya afrandinên rojhilatîn li akadîmiya zanyariyan a sovyetî.
   Di sala 1959ê de, û bi ked û xebata professor Yûsufê Orbîlî (serekê beþê rojhelatnasînê), beþê kurdî yê afrandinan serbixwebû, û di sala 1961ê de Qenatê Kurdo bû serekê vî beþî. Û di gel vî îþî wî xwendina xwe ya bilind û pispor berdewamkir heya ku belgenameya doktoraya zanîstî stand û bû professor.
   Qenatê Kurdo di jiyana xwe de gellek pirtûk (nivîsar) û berhemên zanîstî û wêjeyî û lêkolînên kurî yên nirxdar belavkirine.
   Qenatê Kurdo , endamê þanaz di komgeha zanistî ya kurd de li Kurdistana Îraqê bû, û yek bû ji endamên ku instîtuya afrandinên kurd sazkirin li bajarê Parîsê (paytexta Fransayê).
   Di bîranîna koçberbûna wî ya dawîn em wî di bîra xwe tînin, û ser û bejna xwe ji canê wî re ditewînin.
------------
E – mail : baveroni@yahoo.com

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark