Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

belavokên partiyan: DIJMINAYETIYA KURDAN.. ÇIMA ?!

 


  Sernivîsa rojnameya DENG* 

    Geflêxwarina Turkiyê ji herêma Kurdistana Êraqê re, bi behaneya «Partiya Karkerên Kurdistan», di paþila xwe de gellek armancan vediþêre, wek: kêþeya Kerkûkê, û federalîzmê, û mafê gelê kurd di çarenûsîna xwe de.. tevî ku doza kurd li rojhelata naverast dozeke democrat e û li gorî peymanên navdewletîn û mirovane ye.
   Belê , ev geflêxwarin, dikeve warê alûgor û tirsandinê ji bo pêkanîna hindek armancên siyasî û aborî, yên ku bikartînin berjewendiyên bazirganên cengê û deselatê di organîzeyên deselatdar de li Turkiyê, û him jî dikeve warê derxistina astengiya hundirîn ya rijêma Turkiyê.


   Ji wê zêdetir , helwesta serokkomarê Sûriyê hat di serdana wî ya li Turkiyê de, ew helwesta ku li dijî peymana danêþgeha dewletên ereb e, û li dijî yaseya navdewletîn e, û li dijî gelê kurd e li hemî parçeyên Kurdistanê.. Belê, ew helwesta hat li gorî rewþa astengî û tenhatiya ku rijêma Sûriyê xwe xistiye hundirê wê, û li gorî siyaseta þovenîst a ku ev rijêma bikartîne li dijî gelê kurd bi tevayî û li dijî milletê kurd li Sûriyê bi taybetî..
      Di  vê  kurtegotarê  de  em dixwazin çend xalan dupatbikin:
- Ev geflêxwarin , dijminayetî ye ji gelê Kurd re, û ji federalîzma herêma Kurdistana Êraqê re.. Loma, ji gelê Kurd û tevgera wî ya netewîn tê xweztin ku ha ji xwe hebe û amade be li hemberî pilanên  ku dijîtiya hebûna wî dikin, û dijîtiya projeya federalîzma herêma Kurdistana Êraqê dikin.
- Projeya federalîzma herêma Kurdistana Êraqê, ne tenê kurd xwediyên wê ne, belê hemû hêzên aþitîxwaz  û  azadîxwaz   li  devera rojhelata navîn xwediyên wê ne, û ji wan hemiyan tê xweztin ku bisekinin li kêleka kurdan, û li dijî pîlanên nijadperestên vê deverê bi giþtî, û geflêxwarina Turkiyê bi taybetî.
- Civîna ku dê li Stenbolê pêkwere di destpêka vê meha Novemberê de, jê tê xwestin ku bigihêjê encamên durist û bersa.. ew jî di niherîna me de têne kurtkirin bi devberdana rijêmên nijadperest ji pîlan û siyasetên xwe yên berê li hember kurdan, û  vekirina   rûpeleke   nû   li   ser bingeha yekîtiya helbijartî û hevbeþiya dadmend di navbêna milletên deverê de. Û divê ew bizanin ku neçareserkirina kêþeya kurd dê encamên nebaþ bide berjewendiya hemî gelên deverê.
    Ji hemî dewletên devera rojhelata navîn tê xweztin handana çareyeke aþtiyane bikin ji bo doza kurd, bi lêkolîna li peyî çareyên dadmend, di riya hevdîtin û giftûgoyê re, li ser bingeha niherina ku gelê kurd dibîne wek beþekî bingehîn ji mejû û ayindeya vê deverê, û pêkanîna mafê çarenûsînê ji vî gelî re dê encamên baþ bide ji bo berjewendiya hemî gelên deverê, û di hemî waran de.
---------------
*
DENG : Rojnameyeke giþtî ye, ji weþanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê. (hijmar 87- novembera 2007ê)

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark