Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî heleqeyek lêkolînî li Hewlêrê saz dike

 


Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li dirêjahiya 4 rojan ji roja yekþembê(sibe)de heleqeyek lêkolînî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Îraqê a federe saz dike bi sernavê: “Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û pirsgirêka ewlekariya neteweyî”. Heleqe tê lidarxistin bi beþdariya gellek siyasetmedar û rewþenbîr û ekadîmisyen ji tavilê þepolên siyasî û pêkhateyên neteweyî li Kurdistana Îraqê.


Bûyerên vê dawiyê yên li ser sînorê Îraqê-Herêma Kurdistanê û Tirkiyayê gellek pirsan dadixe holê ku bi hewceyî berisvên elîtên siyasî û rewþenbîrî û akadîmîk in, bi mebesta beþdarîkirinê di ronkirina gotarek yekgirtî ji aliyê xudanê biriyarê li Herêma Kurdistanê û parastina ezmûna demokratîk. Ji bo bi cîanîna vî erkî û bidestxistina encamên berçavkirî yên vê heleqeya lêkolînî, pêwîst e em ronahiyê bixin ser van xalan:
-Pewendiya di navbera parastina ezmûna demokratîk û ewlekariya neteweyî a Kurdistanê de.
-Giringiya serkeftina ezmûna federalizma Kurdistanê di warê bihêz kirina proseya siyasî li Îraqê û pêþeroja guherîna demokratîk di navçeyê de.
-Faktorên navxweyî di çespandina ezmûna Kurdistanê de.
-Bandora serkeftina rêgeçareya federe û aþtiyane ya doza Kurdistana Îraqê li ser çareserkirina pirsa neteweyî di navçeyê de, di nav de pirsgirêka Kurdî.
-Li gor behaneya Tirkî a desttêwerdanê bi hinceta þopandina endamên(PKK)ê û topbarankirina Îranê bi hinceta (PJAK), Çawa em dê bikaribin van hincetan nehêlin?
-Kanê stratejiya Kurdistanî? Gelo peywendiyên neteweyî divê ku çawa bin ta ku bûyerên li ser sînor dubare nebin?
-Gelo bendeke destûrê federe li Herêma Kurdistanê heye ku rê li pêþiya danûsitendina bi tevgera siyasî li parçeyên dinê Kurdistanê re veke bi rengekî fire û eþkere û pitþgirtina pirsgirêkên wan yên demokratîk û mirovî weke dayina mafê penaberiya siyasî li gor yasayên nêvdewletî?
Heleqeya lêkolînî dê bi zimanê Kurdî be, û bi amadebûna alavên ragihandin û medyayê. Her roj, dê 3 sêmîner werin pêþkeþkirin. Li dirêjahiya rojên heleqeyê em dê hemû agahdariyên pêwîst pêþkêþî we birêzan bikin.

Komîteya Ragihandinê
Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî
27 – 10 – 2007    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark