Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: YULMAZ GUNEYÎ 23 SAL PIÞTÎ KOÇBERBÛNA WÎ YA DAWÎN

 


Abdullah ÎMAM
baveroni@yahoo.com

  Piþtî bîst û sê salan ji koçberbûnê, nave navdarê kurd  Yulmaz GUNEYÎ  hîn li ser  zimanan e, û stêra wî di asimanê Kurdistanê û Cîhanê de hîn þewqa xwe dide rêya nifþên ayîndeyî .

   Di  vê gotara kurt de min xwezt Yulmaz Guneyî   bînime   bîra  xwendevanên  hêja , çimkî   koçberbûna  wî   dikeve   vê   meha Êlûnê berî 23 salan .

   Yulmaz ji dayika xwe bû di yekemîn roj de ji meha Nîsanê , sala 1937 z . di malbateke xizan de ,  li  Bakurê  Kurdistanê ,  devera Edenê ,  gundê  Yenicê ,  û bavê  wî yê ku karkerekî çandinîyê bû , ji eþîra Zazan a ku li  devera  Mûþê  cih  digire . Malbata wî ji Mûþê  hatibû  bidûrxistin piþtî þerê desaleta Turkiyê li dijî kurdan , di dema seroketiya Mustefa Kemalê Ataturk de .


Piþtî ku temenê wî bû 16 sal , Yulmazî dest bi naskirina rewþa milletê xwe kir , û hêdî - hêdî têgihêjtina wî ya polîtîkî bilindtir bû , dema ku dest bi nivîsandinê û xwendina giþtî kir û bala xwe kiþande Sînemayê .

   Piþtî sala nozdemîn ji temenê wî , Yulmamzî navê xwe kir « Guneyî » li þûna «Boton » , û ev navê nû yê ku bi zimanê kurdî bi wateya belengazî dihe, nîþana jiyana wî ya xerab û bêþahî bû .

   Sala 1960 î , xwendina zankoyê bi dawî kir û bekeloryosa zanyariya aborî û polîtikî hilgirt , paþê jî lîse ji kulîja mafan hilgirt .

   Girtin  û  zindan  bûne  beþekî  di jiyana Guneyî de ji sala 1961ê de ,  û wî  nivîsandina  xwe  berdewamkir  di  hundirê  girtîgeh   û   zindanan  de ..  di wan salan de bû ciwanê yekemîn di perdeya sînemaya turk de ,   ji  ber piraniya  wênegirtin  û  leyiztikvaniya wî di fîlmên sînemayî de . Û di sala 1965 ê  de  dev  ji  sînemaya  bazirganî  berda ,  û  berê  xwe  da  sînemaya ciddî .

   Sala 1968 ê , dest bi derhênana sînemayî kir , û di sala 1970 de jî hate girtin û çar salan di zindanê de ma , û bi neamadebûna wî bihtirî  sed  sal  zindan jê re hate pejirandin ji dadgehê de .  Û di sala 1981 ê de ji zindana « Sparta » yê reviya û  derkete  derveyî  Turkiyê . Û li  Parîsê ( paytexta Fransayê )  karekî giring kir , ew jî damezrandina instutiya kurdî. Di gel çend hevalên din.

   Di sala 1983 de , deselata Fransayê daxwaza Turkiyê erênekir, û bi vî rengî Yulmaz li Fransayê ma û nehate spartin bo deselata Turkiyê.

   Koçberbûna wî ya dawîn di nehê meha Êlûnê Sebtemberê sala 1984 ê de bû , li nexweþxaneyeke Parîsê , û hate binaxkirin di goristana ( Gewreyan – Mezinan ) de , çimkî hukûmeta Franþî lê niherî wek lehengekî þoreþa Cîhanê û wek xebatkarekî ji bo azadîyê û li dijî sitemê.  

   Guneyî lehengê bihtirî þêst filmî bû di navbêna salên 1959 – 1973 , û beþdarbû di nivîsandina sînaryo û derhênanê û leyiztikvaniyê di bihtirî pênce filmî de .. û wî 18 xelatên cîhanî hilgirtin di leyiztikavaniyê û derhênanê û sînaryoyê de .

   Bi mirina Yulmaz Guneyî gelê Kurd , û gelên Cîhanê bi tevayî , mirovekî mezin û xebatkarekî dilsoz biderdan. Loma navê wî kete lîsteya nemiran , û cihê wî bû ferehtirîn buhiþt .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark