Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

SAR WEKE TIRSÊ

 

RONÎKIRINEK
FADIL TEMO
                                            
"
Sar weke tirsê" berhemeke nûye di pirtûkxaneya kurdî de , pirtûk gurzek helbest e ji danîna helbestvan Ciwan Nebî ye û weþanên çapxaneya El-zemane zivistan 2006 . Pirtûk 28 helbestan di navbera qabên xwe de himbêz dike , ev yekem berhema Ciwan Nebî ye ango helbest ji nûberên dara dil û ramanên helbestvan in . Di pirtûkê de xem û pejare bêtirî þahiyê sîya xwe davêjin ser mijarên helbestan û helbestvan li ser deriyê hestên û helbestên xwe vê hevokê dinivîsîne
Ezim cêwîyê hêsrên xwe yên lal


Lê hêsrên helbestvan wer lal namînin , çiku her çîlkek ji hêsrên wî dibe tayekî di ristina kerasê xema pênûsa de , û xema wî bi reng dibe . Û helbestvan wek penaberekî di bin stûnên bêhêviyê de gelek namîne û dilê helbestvan bi mezinahiya xwe kefenê bêçariyê diçirîne
 Buhar kenek bû Ji
 lêvên te
 Asteyê helbestan di pirtûkê de wek cografiya welatê helbestvan e , hin wek çiyayin , bi wêneyên xwe yên çeleng û bêjeyên xwe yên þayik û lihevhatî bejin bilindin
Ez ramûsaneke þor
Di helbestên xwe de
Diyarî te dikim
Qena tu zanibî
Ez çiqas digrîm
 ---------------------
        Evîna te
 Evîna te neynikek bû
Min ew bi dîwarê tariya ve
                  Didaliqand
______________
pêlavên þahiya min
 li peyên wê teng dibîn

 û hin jî deþt û newalin , asteyê helbestê nizm dibe, ta dadikeve radeyê axaftina normal 
           Zozan
Xuha minî tenê
 Ezê çi ji te bêjim
 ____________
zivistan tê
 zivistan diçe
 Lê evîna min ji te re
 Serxweþ dimîne
____________

û weke hemû berhemên kurdî gundîtiyê û koçeriye cihê xwe di xeyala nivîskar de girtiye , û wêne û alavên gundî pêlên ximava pênûsa nivîskar li peravan kolandine
 Bendewarî
Weke paleyiya nîskan
                    Min diguvêþe
Na Weke birandina kelpîçan
 Wilo jî
Ne li bîra kesî me
 Ne jî ew kûçikê
 Li devê mala me dike
                      Ewte
                         Ewt .
      ____________
Di cihne de mij xwe berdide ser pênûsa helbestvan û mebest di paþ berçavka helbestvan tenê de dixwine , wek helbesta Zivistana zuha û helbesta Dan . Bi giþtî helbest wek destpêk bi awayekî xweþik hatine danîn , û bi kurmanciyeke çeleng lê hinekî peyv herêmîne .
-----------------------------------------------

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark