Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Koçka Qamişlo ya çandî 56 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan bibîranî

 


Qamişlo / welatê me

Bi amadebûna birek ji rewşenbîrên kurd, û Di bîranîna 56 saliya koçkirina mîr Celadet Bedirxan de, koçka Qamişlo ya rewşenbîrî, simînarek ji nivîskar û helestvanê kurd (Konê Reş) re li darxist.


Piştî xêrhatin bi mihvanên koçkê ji aliyê bavê Gulê –ji desteya koçkê- , derfet hat dayîn ji berêz Konê Reş - yê kû hatiya naskirin, wek pispor di warê jiyan û xebata malbata Bedirxaniyan de – kû dest bi simînarê bike, Li destpêkê silavên germ ji sinem Celadet Bedirxan ji Duhokê û Diya Ciwan ji Şamê gihandin mihvanên koçkê, û sipasiya koçka Qamişlo ya çandeyî kir kû xwe daye ber vê şeva pîroz, kû mîr celadet Bedirxan bibîr tîne, û da xuyanîkirin kû li ser jiyana Celadet gelekî hatiye nivîsandin, lê ji ber gelek sedeman em du gêsnî û sê gêsnî jî dikin, ji ber kû hêjî xortên me yên nû hatî, tuştekî ji jiyana mîr Celadet Bedirxan nizanin, û nizanin elfbêya kurdî kî daniye, û her weha nizanin kû ala kurdî jî Bedirxaniya daniye, û yekemîn komeleyên kurdî sala 1918an de li Istenbolê, ewjî Bedirxaniyan çêkirye, û her weha yekemîn rojnemegeriya kurdî di sala 1989an de Bedirxaniya li Qahîra weşandiye, jibo wilo çuqasî em dubare bikin, cardî sûda me têde heye, û ya herî giring kû em van leheng û egîdên xwe bibîrtînin, û heqê wan di stwê me kurdê Sûrî berî kurdên parçên din heye, jiber kû kar û xebatên xwe di nav kurdên binxetê de kirine .
  paşî mamoste Konê Reş gotara xwe ya bi navê (mîr Celadet Bedirxan di salên dawîn de) xwend û weha destpêkir: (Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra mîr Celedet Alî Bedirxan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rewşenbîriya kurdî a nûjen- Yê ku bixwaze - di vê havîna gerim de, bi qurtek ava sar û cemidî,  ji ava bîra mîr Celedet Alî Bedirxan vexwim û xwe hênik bikim...)
gotara mamosta Konê Reş kurte jiyana Mîr Celadet Bedirxan bû kû ji herifandina şoreşa agirîdaxê di sala 30î de kû bi piraniya serkêşên şoreşêrê xwe di nav kurdên Sûrî de girtin, destpêdike û wê demê de ji Mîr Celadet re hat xuyanîkirin kû nema karê bi çekdarî şerê Kemalizmê bike, vêca wî xwest bi pênûsa xwe azadiya zimanê xwe bilind bike, û 15ê gulana 1932an de hijmara pêşî ji kovara Hawar bi zimanê kurdî li Şamê çap û belavkir, û berê xwe da parastina zimanê kurdî, ji ber kû dît zimanê kurdî, şertê heyîna miletê kurd ya pêşîne.
Berêz Kon , qonaxên giring di jiyan û xebata mîr Celadet bi vî awayî hijmartin:
Di sala 1942an de kovara Ronahî li Şamê weşand.
Di sala 1946an de Piştî kû Firensî ji Sûrî derketin, ev riya zimanê Kurdî li ber mîr Celadet hat girtin, û zimanê kurdî hin bihin qedexe bû.
Di sala 1947an de li ser daxwaza kurdên Cizîrê hat hilbijartin kû bibe nûnerê kurda di perlementiwa Sûriyê de, lê berî kû 24 seet derbasbibin, hikûmeta Sûriyê ew xiste bin çavdêriya zorê de li Şamê, û paşî rewşa mîr Celadet hin bihin aloz û xerab dibû û gelek hevalên wî jê dûrketin, û ew mecbûr ma kû herê cinantî û avdaniya pembû li gundê Hêcanê bike.
Di 15 Tîrmehê sala 1951 çû ber dilovaniya xwedê.
Paşî berêz Konê Reş çend şîretên mîr Celadet kû di gotarek wîde hatine, ji mihvanê koçkê re xwendin, (ew gotar di malpera welatê me de, hatiye belavkirin û li ser vê lînkê hûn dikarin bi xwînin).

Ji Şîretên Mîr Celadet Alî Bedirxan (Di 56 saliya koçkirina wî de)

piştî kû mamosta Konê Reş gotina xwe bi dawî anî, derfet hat dayîn ji mihvanan re, jibo pirs û nerînên xwe li ser vê mijarê pêşkêşbikin,
li ser pirsa bavê Gulê: ( çime hinek kes divê dema dawî de şerê malbata Bedirxaniyan dikin) berêz Kon weha got: Dr . Ferhad Şakelî dektora di zankoya Upsala de li Siwêd, di rojnamak Swêdî de, gotinê kirêt li ser Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan gotine, dibêje kû Celadet û Kamîran zilamê Kemal Etaturk û impryalizm û Firensîs û Ingilîza bûn, dema kû tîpên zimanê kurdî kirin latînî, û Kon da xuyanîkirin kû wê çaxê medya kurdî û rewşenbîrên kurd li ser vê yekê sekinîn, û her weha da xuyanîkirin kû wî bi xwe jî gotarek bi vê derbarê nivîsand û belavkir, û sipasiya nivîskarên kurd kir, mîna (Dr. Ebdulmecîd Şêxo, Heyder Umer, Dr. Elî Qilîç, Zekî Ozmen, Mûsa Zaxuranî, Elî Cizîrî) kû bersiva (Dr. Şakelî) dan.
Paşî rêzdar Sedîq Şernexî axifî û got: piştî pesindanek pir mezin ji bo mamosta kon re kû da pey şopa malbata Bedirxaniya, û karî bi rengek ekadîmî, karê wan binirxîne û karî mafê wan li wan vegirîne. Paşî berêz Şernexî hat ser mesela Dr. Şakelî û nivîsên wî derbarî malbata Bedirxaniya, û ew nerînên wî vegerandin, wan nakokiyên dinavbera soranî û kurmancî de, û nakokiya di navbera Partî Û Yekîtî de. Berêz Şernexî berdewam kir û got: ev nerîn ne ya Şakelî tenê ye, gelek kesên dî jî hene, ji Şêrgo bêkes bigre ta dighê serokê partiyan.
Û li dawî Şernexî ji semyandarên kurd xwest kû li navdarên kurd mîna malbata Celadet, xwedî derkevin, û ji wan xwest bibin alîkar di avakirina dezgehên rewşenbîrî re. 
li ser pirsyarek ji Bavê Nîroz ser pitûkxana Celadet Bedirxan bê bi kûve çûye, û ka hatiye parastin yan ne? Konê Reş da xuyanîkirin kû ew pirtûkxana, hatiye rêkirin bo Kurdistanê, bi riya Dîlawer Zengî re, lê mesela kû hatiya parastin yan ne, got: ez jî wek we dipirsim û nizanim.
Dûvre nivîskar Hewas Mehmûd, weha axift: ez dxwazim bipirsim, gelo çima ev kesên mezin mîna Celadet, mîna Goran, dubare nabin di vê serdemê de, û çima ev kesên wilo xizmet jibo kurda kirin, dezgehên kurdî binavê wan çênabin, wek mînak, çima dezgehê Celadet Bedirxan jibo çanda kurdî çênabe ?
Konê Reş weha bersiva Mehmûd da: ez di wê baweriyê de me, çuqas kurdistan bi aliyê serxwebûnê ve here, wilqas wê navê Bedirxaniyan bilind bibe.
Hesen Remzî: malbata bedirxaniyan karên gelek mezin jibo miletê xwe kirine, çi diwarê siyasî de , yan di warê ziman de, yan jî diwarê rewşenbîrîyê de , lê ez bawerim kû mîr Celadet, xwe dît kû wê karibê bihtir di warê zimanê kurdî de, karibe xebatê bike, ji lewra, bihtir di warê ziman de xebitî.
Her weha berêz Hesen 2 pirs aresteyî mamosta Kon kirin: 1- çima Rewşen Bedirxan li Baniyas bû, ne li Qamişlo bû ? 2- çima rewşa mîr Celadet lawaz bû, gelo çima evokatiya xwe (المحاماة)  bi karnetanî , wek dî cil û bergên wî, entîkên li ba wî, ew jî wek pirtûkxana wî, bi kûde çûn ?
Li ser pirsa çima Rewşen Bedirxan li Baniyas bû ne li Qamişlo bû, berêz Konê Reş da xuyanîkirin kû Rewşen ji ber nakokiyên dinav kurda de, ji Şamê barkiribû çûbû Baniyas, piştî kû mirina Mîr Celadet , û wek dî Rewşen wek jinek ji malbatek herî mezin di nav malbatên rewşenbîr di imbratoriya osmanî de, jinek wilo ne dikarî jiyana xwe li Qamişlo derbasbike. Li ser cil û bergên mîr Celadet, berêz Kon got: rêxistinên siyasî, yên kû xwe dikin şivanê millet ew kes berpisiyarin bê ew tişt bi kûde çûn.
Paşî berêz Ehmed Şêxo bi vê pirsê destpêkir: gelo kû konê Reş neba wê kî ev kar û xebat jibo vê malbatê bikire ? û ez dipirsim gelo çima tevgera kurdî di 56 salên ji çûna mîr Celadet ve û ta weke îro, ti bîranîn jibo wî çênekirine ? mîna bîranînên kû ji nemir Bezanî re tên çêkirin, û wek me xwendiye û bihîstiye kû tucarî Berzaniyê nemir ne dida pêşiya Bedirxaniyan, û gelek rêz jiwan re digirt. û wek dî ez dipirsim: gelo çima dîroka malbata bedirxaniyan veşartî mabû, çima ji 5 sal û virde jinûve li ser tê seknandin ?
Li dawiya simînarê koçka Qamişlo ya rewşenbîrî, berêz Konê Reş xelatkir bi çotek Pînûs.




























 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark