Nameya kovarên Kurdî
Di vê dema dawî de,di malper û belgeyên Enternetî de, me destekên rêvebir ; nivîser û xwênerên kovarên Kurdî , yên bi tîpên Latînî li Sûriyê têne weþandin , peland , ku êrîþeke bêtam û bêbingeh , ji hêla Dr. Ferhadê Þakilî ve hatiye ser Bedirxaniyan , nemaze li ser Mîr Celadet Bedirxan.
Ew Mîrê ku jiyana xwe, hiþ û ramanên xwe , bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî de , di ber çand û toreya Kurdî de,di ber ziman û rêzimanê Kurdî de terxandine. Bi ser ku em, weku kovarên Kurdî, xwe þaxek ji dara "HAWAR" ê dibînin û jîndariya vê kovarê berdewam dikin. Wilo jî nivîser, xwêner û rewþenbîrên me, bi tevayî, di warê netewnasî, zimanzanîn û bîrgeþiyê de , xwe suxteyên Bedirxaniyan dinasin. Ji ber ku Malbata Bedirxaniyan sembola wêje û zimanê Kurdî ye. Lê, em napelînin, ku Bedirxanî li hêviya bergîrî û bervedêriya me ne. Na, bi kêmanî, li ba me, ev mijar çareserkirî ye û ne gerekî guftûgoyê ye. Ne tenha wilo , lê dîroka kar û xebata wan , sranserî Kurdistanê , wan diparêze û wan rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de jî , em behweriyên li ser bingehên zanistî û rasteqînî dipejirînin û xwe , di gemkirina xwedan behweriyên resen û petî de , mafdar nabînin. Wilo jî, em hewil nadin ku perda evrayî bi ser kesekî de berdin. Lêbelê, dema mebest, ji hewildanên bi vî rengî, hêrivandina bingehên dîroka çand û toreya Kurdî bin, destavêtina hebûna navnas û navdarên pirsa Kurdî bin, em bi tundî hemberî van karên arzan û bênirx radiwestin û wan þermezar dikin. Ne tenha wilo , lê em pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên xwe dibînin. Eger mebesta Dr. Ferhadê Þakilî ji van behweriyên çewt û arzan, tevrakirina hêrizên zarperestî bin , hêviyên gurkirina nakokiyên herêmane bin , yan jî berxwedanên zaravperestî bin, ji xwe Kurd ji vê qonaxê derketine û nema lê vedigerin. Ango, bîr û boçûnên wî , eþkere , ziyandar in , kesek bi wan napîve û dem di ser wan re derbas bûye.Ew jî,bi vî awayî,pûþekî vala dikute. Dimîne em bêjin, ku berçavkirina asteng û problemên ziman û zaravên Kurdî, wilo jî rengên Alfabêyên Kurdî, bi van dîtinên xav û bedbîn , yên bê bingehên zanistî û akademîk , çareser nabin. Belê , çaredîtin û çareserkirina van pirsan,wilo jî pirsa zimanekî "yekgirtû" di prosesa lêkolînên zanistî re,di gêra nerîn û guftûgoyên rêzdarî re û di riya konferans û kongireyan re têne bidestxistin. Kovarên Kurdî : Aso ; Deng ; Gelawêj ; Hevind ; Jîn; Newroz ; Perwan ; Pirs ; Roj ; Vîn û Ziman
|