Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Mîr Celadet Alî Bedir_xan di salên dawîn de

 

Konê Reş

Wek ku diyare, di roja gulana bê de, 63 sal di ser derçûna rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, û di 15ê wê de 74 sal di ser derçûna (Hawar)ê re derbas dibin, û di 26ê Nîsana îsal de 113 sal di ser zayina mîr Celadet re derbas dibin.



Bi vê mebestê ez dixwazim carek din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên zimanê kurdî bi qurtek av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim.
Di vê mijarê de, ez û we bi hev re, emê berê xwe bidin salên Mîr Celadet Bedir Xan yên dawîn.
Piştî herifandina şoreşa Araratê di sala 1930î de, piranîa serkêşên şoreşê û endamên komela Xoybûnê xwe li nav kurdên Sûriyê girtin.
Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya wan lehengên şoreşê û lebatên Komela Xoybûnê ji ber sînorê Serxetê / Tikiyê bidûr xistin, ew li Şamê civandin, da ku dûrî tixubên Tirkiyê bin.
Hingê Mîr Celadet Bedir_Xan, yek ji wan bû û xweş jê re hat xuya kirin ku êdî nema karin bi şerê çekdarî azadiya welatê xwe bilindkin. Vêca wî xwest bi pênûsa xwe azadiya zimanê xwe bilind bike û weha di 15 gulana 1932 an de hejmara pêşîn ji kovara (Hawar) ê li Şamê çap û belav kir û di serê wê de got: (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman şerta heyînê ya pûşîne…).
Di pey kovara (Hawar) ê de, di sala 1942 an de kovareke din bi navê (Ronahî) weşand, ew jî wek (Hawar) ê xirû bi zimanê kurdî_tîpên latînî bû.
Mîr Celadet Bedir_Xan, xwedî û berpirsyarnê van herdû kovaran bû, wî jiyana xwe di ber zimanê kurdî de mizaxtîye, ji Hawar ê (57) hejmar hatine weşandin, ta sala 1943 an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weşandin ta sala 1946 an, piştî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946 an de, ev rêkên rojnemevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê kurdî qedexe bûye û hin bi hin rewşa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
Di sala 1947 an de, li ser daxwaza kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (kurdên Cizîrê) di perlematoya Sûriyê de, belê 24 demjimêr di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin rûniştina zorê de li Şamê û divabû her heftî dû rojan xwe şanî walîyê Şamê bide.
Di sala 1948 av de, dema şerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, higê Mîr Celadet Bedir_Xan wek berpirsyarê kurdên Sûriyê pêşiyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kir ku hêzekê ji kurdan damezrîne û amade bike, li kêleka Ereban, dijî êrîşên dewletên cîran û Cihûyan û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ewpêşnyara wî di ser guhan re hat avêtin..
  Di sala 1949 an de, rewşa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û hevalên wî, hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêşkêş dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir.
Di sala 1950 î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiş) û (Malbata Xetab) re pembo bi nêvî li gundê Hecanê, nêzîkî Şamê biçine… ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rû sipî derkeve..
Li ser wê bîrê gelek caran di rewşa xwe de diponijî û digot: (Ez li ku, cenantî û avdana pembo li ku, qey ev jî qedera mine….!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara (Ronahî) hejmara 25 an sala 1944 an vegere wê rewşa Mîr ya xerab di warê abûrîyê de xweş nas bike: (aniha ez di aqilê xwe dibûnim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war… ), ji wê hingê ve, tev nameyên ku ji gundê Hecanê (30k dûrî Şamêye hingê) ji kebanî û zarokên xwe re dişandin, Bîra Qederê di bin wan re dinivîsand.
Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîşandaye: (Ez dixwazim berî mirina xwe, ko ne dûre, tiştekî biçûk ji were bihêlim, ma ne hewceye..? tiştê ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre, bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm, û niha divê jî bo mala xwe jî tiştekî bikim… ) “ Bîra Qederê 20 Nîsanê 1951”
Piştî vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewşenbîriya kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedir_Xan bi sedema wê bîrê di roja 15/7/1951 ê de çû ber dilovaniya xwedê
 …Roja îro navê wî wek stêreke geş di asmanê kurdistanê de diçirise.
-----------------
ev gotar di semînarekê de, ku komîta roşenbîrî ya bi ser partiya yekîtîya demoqrat li qamişlo amamade kiribû, hate xwendin û şirovekirin 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark