Serbest UrmiyeDemek e ku qala hegera serhildana şer di navbera Îran û Îsraîlê de germ e. Nemaze piştî êrîşa meha borî ya Îsraîlê bo ser navenda lêkolîn û berhemanîna enrjiya navikî ya Netenz a Îranê. Helbet êrîşa han destpêka pirsgirêk û aloziyên di navbera her du aliyan de nine û dawiya arîşeyan jî nabe.
Di rastî de ya ku vê dawiyê pitir dewleta Îsraîlê hay dide meydana şer, metirsiya hilgirtina kirîzên aborî ye li ser Îranê û valakirbûna destê rejîma Îranê di herêmê de xurtkirina destek û taqimên şerajo yên girêdayî bi sipah a Quds a Îranê ve ye. Lewma arteşa Îsraîlê serbarê vê çendê ku îd`ia dikin ku hewil didin bi êrîşên xwe bo ser bingehên leşlikrî û cibilxaneyên sipaha Quds di nava axa Sûriyê de, pêşiya şer bigirin, lê dîsan jî pilanên heger serhilana şer tevî Îranê jî dişopînin.
Di vî şerî de!
Heke li gor gefên ku her du aliyên şer wate rejîma
Îran bo nehêştina Îsraîlê ser xarîteya cîhanê û Îsrayîl hiloşandina
rejîma Îranê ji hev dikin, şerek biqewime, aliyên şer dê çawan li ber
hev bidin?
Aliyê Îsraîlê ku hevalbendekî bihez ê Emerîkayê ye di
rojhilata navîn de û ji bilî bihêzbûnê di warê teknolojiya şer de,
pişta xwe daye piştevaniya madî û teknîkî ya Emerîkayê û hevalbendên wê
di herêmê de. Bi xasmanî ku di sala borî de arîşeyên xwe bi hin dewletên
Ereb ên herêmê - ku piranî rejîma Îranê weke gef li ser tenahiya xwe û
herêmê mpêpze dikin- re bi davî anîn û pireke aborî jî di navbera xwe û
hijmarek ji wan re ava kir.
Di aliyeke din vey a ku heya niha hatiye
mêze kirin, dewleta Emerîkayê, heta di dema serokatiya Obama de jî
ku bi rejîma Îranê re lihevhatin wajo kir, amade nebî bi mercên Îranê
yên li dijî Îsraîlê razî be û Îsrayîl bi teknolojiya dije mûşekî bi hêz
kir. Di heyamê serokatiya “Donald Trump” jî derbasî nava “CENTCOM”ê
hate kirin.
Niha di hegera serhildana şer tevî rejîma Îranê de
“CENTCOM”, wate navenda fermandariya rojhilata navîn, rojhilatê
Efrîqayê û herêma Asiaya navîn, ya arteşa Emerîkayê ,mafê vê çendê
dide خsraîlê ku hewcehî û alîkariyên xwe yên leşkirî û evlekariyê, him
ji hêzên Emerîkayê yên li herêmê de û him jî ji hevalbendên wê, dabîn
bike.
Aliyê din yê meydanê rejîma Îranê ye ku piştî hiloşîna
rejîma Be`s li Îraqê û serhildana biaha Erebî li Sûriyê, derfeteke
zêdetir peyda kir ku xwe nêzêk sînorên خsraîlê bi cih bike. Bi awayekê
ku mirov dikare bêje her çar kinar jê girtin. Lê sitiratejiya Îranê di
vî şerî balkeş e.
Îran baş ji çendê fêm dike û xwe ceribandiye jî ku
ji aliyê teknolojiya şer ve, nikare li navenda Tehranê hevrikiya
teknolojiya şer a خsraîlê bike. Nimêneya herî berçav havêtina mûşên du
salên bihorî bû ku hin ji wan axa Îranê jî derbas nekirin. Lewma hewil
dide ku agirê şer di welatên cîran ên خsraîlê de geş bike û bi
damezirandin, piştevanî kirin û tekûzkirina taqimên şerajo yên girêdayî
bi sipaha Quds, teknolojiya xwe ya şer bibe ser yan nêzîk sînorên
خsraîlê. Bo vê mebestê jî di hewil daye ku wiha derkeve:
Li Lubnanê:
Weke
tê gotin Hizbulah a Lubnanê bedeleke bihêztir dixuye di şerê خsraîlê
de. Li gor ku hatiye texmînkirin bi sedema rejîma Îranê yê bûye xwedî
100 hezar mûşekên dûrhavêj ku dikare di dema serhildana şer de,
derbeyeke balkeş ji خsraîlê bide. Di vê derheqê de ʺ Nicholas Blanfordʺ
şarezayê pirsa Hizbulahê dibêje ku di hegera serhildana şer di navbera
Îsrayîl û Hizbulahê de, Hizbulah dikare derbeyeke mezin ji خsraîlê bide û
texmîn tê kirin ku kuştiyên şer ji yşn sala 1948`an pitir bin
Li Sûriyê
Sipaha
Quds a rejîma خranê bi alîkariya Hizbulaha Lubnanê, li ser navê
parastina tirba pêşewayên olî yên Şî`e li Sûriyê de taqima Mudafianê
Herem damezirandin ku pêkhateya vê şî`eyên Îran, Efxanistan, Pakistan,
Îraq, Sûriyie û Lubnanê ne. sergêriya vê taqimê navenda leşkirî ya bi
nave ʺخmam Hisênʺ Li Tehranê diku ku fermandehiya vê kesek e bi nave
Hisên Hemedanî/ li gor gotinên Hemedanî taqima han di çarcoveya 48
girûpan û 128 desteyan pêk tê ki di Sûriyê de şer dikin û 130 hezar
besîcên Îranî jî bi amade hatine kirin ku biçin Sûriyê.
Li Îraqê
Damezirandina
taqima Heşd Şe`bî ku yek ji bihêztrîn taqimên çekdar di خraqê de tê
hijmar kirin û her wiha tekûzkirina vê taqimê bi mûşekên dûrhavêj û
balistîk weke ʺ Fetih 110ʺ, ʺ Zilzalʺ û ʺ Zulfeqarʺ û di heman demê de
veguhastina teknolojî, zanizst û hewcehiyên berhemanîna mûşekan bo
taqima han, aliyên pirsa şer aloztir dike. Ji aliyeke din ve dana
firokeyên bê firokevan bi vê taqimê li خraqê de, gefên mezin ji خsraîlê
dike.
Li Yemenê
Li Yemenê de bi piştevanî û
dewlemendkirina cibilxaneyên şer yên taqima Hosî, rejîma Îranê hewil
dide ku di hegera serhildana şer de, di çeperê Hosiyan de jî şer li dijî
خsraîlê hebe. Her wiha bi dabînkirina keresteyên mûşekan û firokeyên bê
firokevan, gefan ji خsraîlê dike. Li gor danezanîna heftînameya
ʺNewsweekʺa Emerîkayî, dana firokeyên bê firokevan ên curê ʺ Şahid -
136ʺ dikare ji milê Yemenê ve jî êrîşî خsraîlê bike.
Di rastî de
rejîma خranê hewil dide ku di hegera serhildan şer de, hemû herêmê ji
şer bialîne û cehnema ku bi xwe tê dikeve, derdor jî tê bikevin.