Konê Reş Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî ji me dikirin û wek ku dixwestin me pêk tanî.. Di nav re jî me li axaftinên wan guhdarî dikir.. Çi bi roj ba li ber dîwaran û çi êvaran ba di odeya bavê min de.. Gelek caran axaftina wan li dor fermana fila bû.. çîrokên fermana fila ji hev re digotin.. Ji ber ku pîrka min Sara (Osena Nirsîsyan), (Diya bavê min), yek ji ermeniya fermanê bû, min bi mereq û guhmiçî li axaftinên wan guhdarî dikir..
Ew zilam ji aş û bajar ve diştexilîn û wek ku min got, gelek caran
qal û behsa fermana fila jî dikirin.. Hina ji wan digot; sala fermanê
dema ku cendirmeyên tirko qeflek fileyên derdora Nisêbînê anîn Besta
Xerabkortê û Çûva, ji kal û mêr, pîr û jin û zarokan pêk dihat.. Gelek
diketin pêşiya wan qeflan de, yê ku keçekê, jinekê an zarokekî ji xwe re
bigire an wan ji qeflê xelas bike û di mala xwe de veşêre.. Dilê
gawiran bi wan dişewitî.. berî ku cendirmeyên tirka wan bikujin..! Jixwe
di anîna wan qeflan de, gelek ji wan bi rê de, ji ber tirs, êş û nêzan
dimirin, yên ku ji wan sax diman, ji wan re digotin em ê we bibin bajarê
Qijnika.. Qijnika; kavlê şûnwarekî kevnar e, li xewlecihekî, rojavayî
Nisêbînê bi dor 10 km dikeve.. Ev bajar bi şikeft çal û bîrên kûr
naskirî ye. Yên ku ji qeflê sax diman û nedibûn misilman, ew bi saxitî
davêtin bîr, çal û şikeftên Qijnika.. Dibêjin; yekî xincera xwe tazî
kiribû û di ser serê yekî file re sekinî bû û jê re digot; misilman
bibe? Yê file dît ku wê wî bikuje, lê vegerand; ma ez çi bêjim ta ku ez
misilman bibim? Lê vegerand; segbav! Ma ez zanim tê çi bêje..? Bi vî
rengî dawiya wê qefla fermanliya dihat. Cenderme jî dizîvirîn qirargehên
xwe.. Hin qefil jî tanîn Besta Kerabkortê, ev besta ku başûrî Çalên
Qijnika bi dor 2 Kîlomitroyan dikeve, li cihê ku pira Almanî di sala
1917an de lê hatiye avakirin.. Gelek ji dîl û êsîrên fila di berqefên
kendalên wê bestê de rêz dikirin û kendal bi ser wan de tanîn xwarê..
Di dawiya salên 1960î de, xelkên gumd bi tevayî di wê bestê de kar
dikirin; Kevir û qûm didan hev û difirotin xelkên Qamişlo. Kesên ku ew
kevir û qûm dikirîn Siryanî û Ermenî bûn. dikarim bêjim ku Qamişlo bi
wan kevir û qûmê hatiye avakirin.. Carekê Fewaz yê ku di temenê min de
bû, dema ku di wê bestê de kar dikir, rastî hestî û qoqan hat.. Êvarî,
di gund de belav bû ku Fewav di ber kendalê besta pira Çûva de hin qoq û
hestiyên mirovan dîtine.. Çolo got; ew hestî û qoq yên fileyên fermanê
ne.. Apê min digot sala fermanê gelek file bi saxî di wi re de hatine
veşartin.. Carekê Lêvon yê ermenî hat ku keviran an qûmê bi kemyona xwe
bibe Qamişlo, Fewaz qoqek dikir darê bêra xwe de, bilind dikir û ji
lêvon re digot; Lêvon! Va serê yekî Ermenî.. Lêvon lê vedigerand; Fewaz
ka ji min re bîne ez ê niv kaxetê bidime te.. Lêvon ew qoq bi rêzgirtin
ji destên Fewaz girt, kir kîsekî kaxetî de, li paş korsiyê Otombîla xwe
danî û bi xwe re bir Qamişlokê.. Di rûniştinên wan zilaman de, çi
li ber dîwaran ba û çi li odê ba, eger gotin bihata ser mijarekê, her
yekî ji wan dewla xwe di ava wê mijarê de dadikir û wî jî gotina xwe
digot.. Xelefko jî digot; sala fermanê xelk diçûn Newala Qutê, diketin
pêşiya qeflên fermanliyên filan de.. pereyên wan ji wan distandin, ew
tazî dikirin û hina zarokên wan ji xwe re tanîn.. çend nav jî digotin ku
wan gelek file ji kuştinê diparastin.. Belê, ji ber ku xelkên herêmê di
nav nezanî û cehaletê de pêçayî bûn û bandora misilmantiya kor li wan
hebû, gelekan ji wan ziyan anîn serê xiristyanan, gelekan jî, xiristyan
di malên xwe de parastin û nimûne pirr in; mala Ûsivê Melê axayê eşîra
Koçeka li Şaabanê, gelek xiristyan di nav eşîra xwe de ji kuştinê
parastin, ta niha yek ji wan bi navê Biro Şaabanî tê naskirin.. Elîkê
Mûsa sê xortên xiristyan di mala xwe de veşartin.. Werhasil, navê xelkên
herêmê yên ku xirstyanên fermanê di malên xwe de veşartin û parastin
pirr in. Mela Xelîlê Nêf melayê gund bû. Ew melakî jîr û zîrek bû,
çend feqeyên wî jî li gund hebûn.. Wî kiryarên fermana xiristyanan
protesto dikir û digot; sala ku fermana Ermen û Siryaniyan de ji rex
dewleta Elîosmanî ve rabû û Seydayê Ubêdellahê Hêzanî wê hingî li Darê
bû, bihîst ku hin ji melayê hov û nezan, dibêjin; (Yê ku yekî filleh/
Xiristyan bikuje, wê here cinetê..!), wî fetûyek dijî gotinên wan di nav
xelkên Mêrdînê de belav kir û got: (Yê ku yekî filleh/ xiristyan bikuje
naçe cinetê..). Bi belavkirina fetûya Ubêdellahê Hêzanî re, gelek ji
Ermenî û Siryaniyan di nav Kurdan de hatin parastin, nexasim li bajarê
Amûdê û gundên Beriya Mêrdînê. Di wê zaroktiyê de, dema ku min ev
agahî dibihîstin, dilê min bi tev xiristyanan dişewitî û ji min ve diyar
dibû ku ew ferman ne tenê a pîrka min Sara (Osena) bû, belê ya tev
xirstyanan bû.. û dilê min ji berê bêtir bi pîrka min Sara dişewitî û
min di dilê xwe de nefret li pîrka bavê xwe Nûra Keya dibarandin.. Li
gor ku min ji neferên malê dibihîst, wê gelek zulm û zor li pîrka min
Sara dikir.. ji ber ku nedibû misilman. Carekê du caran destên wê bi
lêdanê şikenandibû, Pîrka min Sara Abdo an (Osena Nirsîsyan), ma li ser
ola xwe, ta ku di sala 1964an de mir. Erê, wan zilaman gelek caran
ji hev re digot; dinya baqê nîvcî ye, hem jî digotin; Dinya lîzka zaroka
ye.. Çi sûc û gunehê wan filehan hebû ta ku ew fermana bê îman anîn
serê wan û ew qirkirin.. Ma misilmantî bi zorê ye?! Li gor ku tê
bîra min, ji kesên ku dibûn misilman, ji wan re gotin (Misilmênî). Di
gundê me de du kesên ku bibûn misilman hebûn; Hesenê Bavfile û
Abdulhemîd Melek. Misilmantiya her duyan ji hev cuda bû.. Her du Siryanî
bûn, ne Ermenî bûn. Hesenê Bavfile; zarokên xwe di dawa kalkê min de
sinet kiribûn.. em bibûn kirîvê hev.. me jê re digot; Kirîvê Hesen. Ew
bi xwe ji xiryaniyên gundê (Qilitê) bû, dema fermanê temenê wî 7 sala
bûn, ji dê û bavê xwe hatibû qutkirin, li gundê Hazdê, malekê ew wek
xulam, di nav mala xwe de xwedîkirin.. Wî, di jiyana xwe de gelek zulm û
zor dîtibû, gelek kar kiribûn û palevanekî neskirî bû; sermelekî
palevaniya bû.. Serê rêza palevaniya digirt, dûrikên palevaniyê digotin û
palevaniya lê vedigeran û çinîna xwe dikirin.. Di sala 1982an de, dema
ku Dr. Celîlê Celîl hat nav me kurdên Rojava, wî gelek dûrikên
palevaniyê ji devê kirîvê me Hesen girtin.. Yê din Abdulhemîd Melek bû,
ji malbata Melek ya xiristyan bû. Ew dil ketibû keçek kurd ya misilman
de.. ew revandibû û bibû misilman.. Kêfa pîrka min Sara ji van her du
Misilmêniya re dihat.. bêhna wê bi dîtin û civata wan re derdiket..
Gelek caran kirîvê me Hesen gilî û gazinên pê dikirin.. Ez ne bawerim ku gundek ji gundên Cizîrê û Beriya Mêrdînê bê xiristyanên ku bûne misilman heye..
Not:
Xweş zanim ku birayên me Xiristyan ji gotina (File) ne razî ne, lê min
li gor axaftina berê berê ev nivîs bikar aniye.. Bela dilê kesê nemîne.
Qamişlo 27/4/2021
|