Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ezbenî! Ez Ji Beriya Mêrdînê Me!

 


Konê Reþ
 
  Ezbenî! Ez ji Beriya Mêrdînê; kezeba Mezopotamiyayê me.. Ev beriya ku ji destpêka mirovahiyê ve þûnwar lê hatine avakirin, hesip lê hatine kedîkirin, genim lê hatiye çandin, erebe û tekel lê hatine çêkirin.. Erê, ji mêj ve gelek þaristanî li ser xaka wê hatine avakirin, gelek nîjad têre derbas bûne, pêmayê xwe, þop û þûna xwe li ser xaka wê hiþtine wek; Til Helef (Waþokanî), Til Birak (Qehat), Til Bêder (Nabada), Til Erbîd (Aþnakom), Til Mozan (Orkêþ), Çaxir Bazar, Girê Êlûnê, Girê Bihemdûnê û bi sedan girên dîrokî yên din ku di Beriya Mêrdînê de belav in.


  Di ser xaka wê a dîrokî re Sobarî, Somerî û Akadî derbas bûne.. Artêþên Hûrîyan, Hisîyan, Mîtanîyan û Aþûrîyan þerê hev kirine û tevan tovê xwe di nav xaka wê de çandine.. Li ser xaka wê, gelek caran Firs û Romê þerê hev kirine û hev westandine. Di esmanê wê çemê wê dûayên xwedênasên Mîtanî û Aramiyan li hev vegeriya ye. Erê, eger Cizîra Binxetê dilê Mezopotamyayê be, Beriya Mêrdînê kezeba wê ye û ez neferek im ji vê Beriyê.
 Ezbenî! Ez û Beriya Mêrdînê dostbûn û dostin. Di buharan de, min bi têr û tesel çîrok û çîvanok jêre digotin. Di sibehên nîsan û gulanê de, di nav þebnem û aviya gul û kulîlkên wê de þildibûm.. Di beyarên wê de, min stran, lavij û lawik digotin û ji xwe re dinihirandin.. Bejna min bi þînahiya zeviyên wê kesik dibû û pêlava min bi xunava xaka wê sor dibû..
 Îro, ez û toz û tirabêlka wê bûne dost û heval. Cinarên me bi piranî hejar, belengaz, jar û xizan in.. Perîþanî ji dêmê wan difûre. Erê xelkên wê ji tengezarî rêyên mala xwe þaþ dikin, mîna bê xwedî û bê Xwedan xuya dikin..!!
 Kî dikare çareseriyekê ji vê penaberiya xelkên Beriya Mêrdînê re bibîne, ev penaberiya ku cihê xwe di hundirê her malekê de çêkiriye..?!! Kî dikare min û gul û kulîlkan li hev bîne! Kî dikare vê xaka tî, têr av bike.. û gurnijandinê li dêmê xelkên Beriya Mêrdînê vegerîne?!
*         *          *
  Ezbenî! Zargotina me, folklorê me bi pend û gotinên pêþiyan dagirtiye. Ewên ku ji encamên serboriya hezarê salan ve, di nav civaka xelkên Beriya Mêrdînê de rûdane, baweriya gel bi wan hatiye û ji gel re bûne wek yasayan mîna: "Kesê ne kes be nab ekes, kurtanê kerê nabe etles" an "Gelekî nede ber dasê ku, das nemîne asê".
  Ezbenî! Hêjî rewþenbîriya me mîna çemê Ferat, Dicle, Xabûr, Zab û Hêzil diherike.. Ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên Kurdistanî tevlê dibe û kes nizane destpêk ji kû ye.. Belê ezbenî, îro roj, ti hêvî ji me Kurdistaniyan re nemaye ji bil ziman û rewþenbîriya me û hebûna me a þaristanî di nav xelkên cîhane de.. Pêdiviya me bi semyanekî rewþenbîrî heye, semyanekî ku afirêner û spehî be.. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewþenbîrî heye, ewên ku ronahiyê li pêþ gel vêxînin û gel di asoyên berfireh re derbasî pêþerojên geþ û rojên ayende yên xweþ bikin..
  Belê ezbenî, neyar ji çar hawêr ve tixûban li ber me datîne.. rêka çûk ji ber me digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî, berê xwe didin dergehên Xwedê; di sirgûn û zîvariyan de belav dibin.. Xwedê di hawara kesekî de nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji ebdê xwe re gotiye; Rab, ez bi te re..
  Ezbenî! Dema ku ez di rewþa welat û zimanê welatiyên xwe de diponijim, ji min ve diyar be ku zimanê me maka gelek zimanên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye.. Belê ezbenî, çendî em zimanê xwe bikar bînîn; pê biaxifin, bixwînin û binivîsînin, em qenciyê li xwe dikin, resenî û mezinbûna zimanê xwe diparêzin û di nav xelkên dinyayê de berz û bilind dikin.. Ezbenî! Bawer bikin, tirsa gelek dewletên cîran ji zimanê me heye..! Ji ber ku dîrok û hebûna me di zimanê me de ye.. Gelek caran, di xaka welatê xwe de diponijim û ji xwe re dibêjim; xak dayika me ye; her tiþtê me ji xakê ye û em ê li xakê vegerin, pêwîste em li vê dayika xwe xakê miqate bin. Erê, xak dayika me ye.  
Qamiþlo 14/1/2021
Not: Di roja 29/1/2021ê di rojnameya Xwebûnê de li Diyarbekirê belav bûye.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark