DARA NATIQ
Rejîma Komara Îslamî a Îranê her di yekem roja bi talan birina destkewtên şoreşa gelên Îranê û bi dest ve girtina deshilatê hemî hewl û cehda xwe kir ku ji Îranê cehenemekê bo xelkê xwe çêbike û xelkê evdal û birsî bihêle û elheq hewl û bernameyên wê jî di doma zêdetir ji çil salên borî de, di warê guherîna Îranê bi cehnemê tewaw serkevtî bûye. Yek ji wan bernameyan wêran kirina aboriya Îranê bû. Darêtina bi hûrî ya siyasetên navxweyî û hevaheng kirina siyasetên derveyî ji bo çêkirina dijminan û mezaxtina dahatên berfireh ên welat di rastaya sergirtina îdeolojiya pozbilindane (bilindfirane) ya zêdexwaziyên xwe, bona gihîştina bi rêberatiya cîhana Îslamê cuda ji gendeliya hevsarberedayî ya hikûmetî karî ku xelkê ji nanê ser sivka xwe jî bêpar bike.
Rejîm di pêşve birina vê siyaseta aborî de li pey vê armancê bû ku
nanê xelkê jî di nava lepên xwe de bihêle daku bi vî rengî hemû ewên ku
digel siyasetên rejîmê nînin bitirsîne û gefa qut kirina nanê wan bixwe û
ji vê riyê we hêza xwe ya tepeserkar di navxwe û hêzên dagîrker û
destêwerder di derveyî welat de li jêr navên wekî Spaha Pasdaran, besîc,
û... hwd roj bi rojê berfirehtir bike: Ji ber ku di “Umulqera ya
Îslamî” ya Îranê de, ew tex ne tenê destên wan nagihîje devên wan, belku
di talan kirina malên giştî, gendelî, û rantxwariyê de serbest û azad
hêlane.
Ew aboriya wêran ku rejîm wê wekî aboriya Îslamî! bi nav
dike, tenê beşek ji kêşeya xelkê Îranê ye, ku rojane digel wê de serûkar
hene, û her rojê bi aloziya wê ve zêde dibe. Ji bilî kêşeya aborî,
vê rejîmê bi hezaran kêşeyên din jî bo xelkê afirandiye, ku her yek ji
wan kêmnirxtir ji kêşeya aborî ji bo wan nînin, bi awayekî ku bingeha
civaka Îranê tevlihev kirine. Nebûna azadî, serkut û zexta zêde ya li
dijî kêmaniyên olî û mesebî, serkut û şikandina neteweyên xeyrî fars, û
talana çavkaniyên avî û bin`erd ên herêmên derdora Îranê, û stemên
bêqas ên din li dijî xelkê Îranê beşek din ji wan kêşe û arîşeyan e. Komara
Îslamî a Îranê bi xurt û berfireh kirina terorê, ne ewlehî di herêmê de
û cihgir kirina dîktatoriya olî a weke xwe ji bo welatên din ên cîhanê,
hemû karîn û şiyana madî û olî a xwe yê xistiye holê, alîkariyên herî
mezin dide hikûmet û girûpên fendemêntalîstên navçeyê û hemû bi hev re
bi serokatî û hevkariya Îranê, astengeke mezin li hember berbi pêşdeçûna
demokrasiyê û tenahiyê di herêmê de çêkiriye û heta niha serkevtin jî
bi dest xistine. Ji aliyekî din we guh nedana rejîma Îslamî a Îranê
bi yasa û rêsayên navdewletî û hewldan bo destpê rageyştin bi çekên
navekî û zêdexwazî û saportkirina girûpên terorîstî û destwerdan li kar û
barê welatên herêmî û çêkirina alozî û tevdanan bû sedemên dorpêçên
berfireh yên abûrî bo ser wî welatî bi taybetî ji aliyê dewleta Amrîka
yê ve. Bandora wan dorpêç û helwestên civaka navdewletî û nemaze dewleta
Amerîka li dijî Îranê, ji hêla aborî ve bûye sedemê bê qîmet bûna
buhayê diravê Îranê û giran bûna sedî sed ya nirxa pêwîstiyên jiyanê bi
giştî û xasmanî erzaqê xwarinê, bê îtibar bûna sîstema bankî û ji kar
rawestana piraniya fabrîkeyên navxweyî, ji kontrol derketina rewşa
bazarê, vekişîna kompaniyên biyanî û helweşîna piraniya girêbestên
ticarî û bazirganî bi wan kompaniyan re, êdî rûxana yekcarî ya aboriya
Îranê xistiye rojevê. Ev pirsgirêka di hêla aborî de bandor li ser hemû
aliyên jiyana xelkê daniye û êdî jiyana wan pir zehmet bûye û bêkarî,
buhatî û nebûna îmkanên jiyanê bûne sedemê bêkar mayîn û birçî bûna bi
milyonan xelkê Îranê. Guman nîne ku penguhirîna wan hemû qeyran û
pirsgirêkên dê li pêşerojê da bibe sedemê ji kontrol derketina îdare
kirina civakê û ber bi teqîna yekcarkî û serhildana seranserî ya xelkê
Îranê bo rûxandina vê rêjîmê û rizgar bûn ji wan hemû arîşeyên jiyanê. Li
rewşek wesa de em dibînin rêjîm herî zêde ji serheldana gel ditirse ta
ku zext û fişarên Amerîka, ji be wê jî tê pêşbînî kirin ku rêjîm li
pêşerojê de hewl bide jîngehek bi temamî leşkerî û tund li ser welat de
zal bike û di nav hêzên serbazî û rêvebirên xwe da jî dest bi tesviye
kirinê bike da ku bi yekdest kirina hikûmetek bi rengê polîsî û leşkerî,
bikare pêşiya rûxana xwe bigrin. Lê pirsgirêk meztir ji hindê ye rêjîm
bikare wan pirsgirêkan bi zora çek çareser bike û bixwaze pêşiya wê
herekata nerazî bûna xelkê bigire. Êdî rejîmê li cem civatgeha wî welatî
meşrûêiyeta xwe ji dest daye û xelkê bawerî pê nemaye. Rejîmê şiyana
modîriyet kirin û organîze kirina wan hemî kêşe û arîşeyan tuni ne û
xelk êdî vê rejîmê naxwazin. Ji aliyekî din ve û herweke dizanin ku,
roj nîne ku bi sedema siyasetên dijminkarane ên rejîma Komara Îslamî,
gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê ber bi rûyê girtin, kuştin, bidarve
kirin, ketina li ser mayînên çandî (mînên veşartî) ên rejîmê û maddeyên
hişber, bêkarî, destengî, xemokî û destdirêjiya li ser kerameta keç û
jinên Kurdistaniyan û zext û givaşa dem û dezgehên ewlekarî û ajanên vê
rejîmê nebin. Ji aliyekî din ve em dibînin ku serbarê hemû pîlan û
astengiyên emnî û metirsiyên vê rejîmê li ser canê wan, xelkê bêzarbûyî ê
Kurdistanê, hişyartir û yekgirtîtir ji caran û cesûrane û lehengane, ji
derfetên cur bi cur mifahê distînin. Bi bilind kirina dengê nerazî bûnê
û berevanî kirin ji mafên medenî û neteweyî, kabûsa tirs û bê dengiyê
di hemberî rejîmê de dişkînin. Bi vî awayî em dibînin ku xelkê
Kurdistanê bi xwedî derketina ji îrade û nasnameya neteweyî û nîştimanî
ya xwe, biryar dane ku êdî di bin barê koletî, bedbextî û bênasnameyiyê
de jiyanê nekin. Bona bi destxistina mafên xwe, bi xebata cemawerî û
medenî, tirs û sama tarîtî û zexta vê rejîmê, di kok û binetarê de
dakutin û biherifînin. Hêzên rejîmê weke axeke dagirkirî bi
Kurdistanê re tevdigerin. Siyaseta rejîma Komara Îslamî ewa ye ku bi
zora çewisandin û tund û tûjiyê, xwesteka demokrasiyê û mafê neteweyî
yên wî gelî serkut bike, ji ber ku ew li ser vê baweriyê ne ku xurt bûna
her tevgereke azadîxwazane dibe sedema parçe parçe bûn û ji hev belav
bûna Îranê, lewra jî xebatkarên me û neteweyên din yên Îranê bi cudaxwaz
dihesibînin û li gor vê yekê jî bi awayekî bê rehmane cezayan bi ser
wan disepînin. Ew rastiya vê yekê dibêje me, ku zû yan dereng, rejîma
Îranê bi sedema kelekebûna zulm û zorî û bêdadiyê li ser hev, nêzî lêva
kendalê jinav çûnê dibe, û hekî her bi vî awayî dirêjiyê bide siyasetên
xwe, û ber bi qebûl kirina nasnameya neteweyî ya neteweyên Îranê û
demokratîze kirina welat pêngavan hilnegire, dûr nîne ku di pêşerojê de
wekî Iraq û Sûriyê ber bi perçe perçe bûnê ve here. Rastiya vê boçûnê
jî ji vir ve çavkanî digre, ku em dibînin neteweyên bindest roj bi rojê
zêdetir girîngiyê didin nasnameya xwe û rizgariyê dikin xudîka daxwazên
xwe.
|