Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çend zengil

 


 
Brahîm Mehmûd

Min ji  asîmanê welatê xwe re got:
Asîmano ji vî welatî barke
Çiko steyrikên te li ber bayekî bakur têne berdan
Te daxistin bazarek navdewletî  ya reþ
Te kor kirin kor kor
Xwe li ber çavên min hejand
Û destên xweyî steyrikvanî li ser dilê min bir û got:


Ey hêjayê welat
Çawa ez ê ji vir barkim
Û hîna du evîndar pirtûka evîna dilên xwe
Li ber ronahiya min dineqiþînin?

Min ji çiyayên welatê xwe re got:
Çiyayîno ji  ser xaka vî welatî barkin
Hûn hemî hatine qelaþtin
Hûn ji þînkaya xwe hatine talan kirin
Hûn hemî hatin veperixandin
Hûn dûrî bilindahiya xwe kirin
Xwe bi ser min de noq kirin, û gotin:
Ey hezkirê welatê xwe
Em ê çawa ji vir barkin
Û hîna helbestvanete heye ku me dilorîne di giyanê xwe de
Daku me di helbestên xwe de haþ bike?

Min ji baxên welatên xwe re got:
Ji vî welatî barkin
Dildarên baxan, daran, ji vî welatî koç kirine
Berê xwe bidin welatekî bi daran, baxan û bi þînkayê sûnd dixwe
Li dor min civiyan û hilmek mestkirî bi ser min de barandin û gotin:
Ey evîndarê daran, baxan, û þînkayê
Çawa em ê ji vî welatî barkin
Û hîna dayikên nûhatî xwe li me digrin
Daku biçûkên xwe bi rengên me gedî bikin

Min ji balindan re got:
Ji vî welatî barkin
Berê xwe bidin asîmanekî dilê xwe ji we re vekê
Çiko ew ê ku kuhdarî we bike nemaye, hûn ji kêre distirên
Xwe li min girtin, û baskên xwe li ser xeyalê min re birin û gotin:
Ey dengbêjê jiyanê çawa em ê ji vî welatî barkin
Û hîna hinermendek heye ku me bi awazê tabloya xwe hembêz dike?

Min ji kanî, û robarên welatê xwe re got:
Kanîno, robarno, ji vî welatî barkin
Xwe li herêmeke hezkirê avên bi giyan bigrin
Berî ku hûn bêne qirkirin
Çiko ew ê ku li ser destên we temenê xwe bibiþkivîne nemaye
Kanî û robaran min ramûsandin yek bi yek , û gotin:
Ey sazkarê mirovan
Em ê çilo xwe ji vî welatî biþon
Û hîna zarokên wî xwe bi me dibînin
Û li ser xweþiya herikandina me di xwe re dicin?   


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 12


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark