Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Sala nû (2021) li min û we pîroz be «Sal bi sal xwezî bi par»

 


Konê Reþ
 
Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!
Ezbenî! Kelehên bilind zû bi zû naherfin.. Deryayên þîn tu carî naþewitin.. Dergehê gulîstanên ku asoyê wan bi nêrgiz, çîçek, gul û kulîlkan xemilandîne, bi qirþûqalan nayên nayên veþartin.. Na na.. ji derewan bawer neke û bi þerîta wêne û bîranînên xwe re bixeyde û bibêje; êdî bese.. rawest e..


Ezbenî! Dinya civat e û civat, civata me ye. Pêwîste ku tu gulek be ji dara vê civatê.. Tu gulek geþ be, gulek bi hilm û bîn û rengîn be.. Mane sal derbas dibin, roj derbas dibin û tiþtekî veþartî di bin kurkê xwe de nahêle û dawî, ma tu nizane ku wê roj biaxifin..
 Ezbenî! Di derbasbûna salan û guhertinên demsalan de, bîranîn têne tevdan.. Þerîta wêneyan li demê siwar dibe û bi pêþ û paþ ve vedigere; hin dêm, bûyer û demsal bi te re dikenin û digirîn û bi xurtî xwe tînin hizir û bîra te.. Hin caran jî çendî tu li wan bigere winda dibin, tu wan nabîne.. Dêmê hina jî, ji ber çavên te winda nabin, li pêþ te sekinî dimînin.. Tu li ser hina digirî û gazinda dike; Çima zû barkirin..?! Di nav re jî, tu dixwazî dêmê hina, bi yek carî ji bîranînên xwe bavêje û bibêje; Ofyan ez ji wan xelas bûm, bibûn bela serê me..
Ezbenî! Di guhertina salê de, di serê sala nû de, tu rojên xwe yên derbasbûyî li serad, moxil û bêjingê dixîne, dêmê hina ji wan kesên ku li ber dilê te þêrîn û nazik bûn têne bîra te.. pêre pêre jî hin dostên te yên qelip têne bîra te.. yên ku te qencî bi wan kiriye û tu ji xwe re dibêje; Çima wilo kirin... Gelo rast e qencî dibe xerabî?!! Mane Mîr Celadet Bedirxan gotiye: "Dinya guleke, bîn bike û bide hevalê xwe".
Ezbenî! Berî ku hestê netewî ligel min hev bigire, min zaroktiya xwe di nav kêf û þahiya nezanî û cehaletê de derbas dikir.. Piþtî ku mezin û serwextî derdora xwe bûm û min naskir ku ez kurd im û welatê min Kurdistan e, hin bi hin xemgîniyê dest pê kir.. Ew xemgîniya ku rêjîmê bi plan konê wê di ser welat û welatiyên min re vedigirtibû.. Erê ezbenî çîrok dirêj e û tevî ku bav û kalên me ji mêj ve gotine: "Sal bi sal xwezî bi par".. Sala nû 2021 li min û we pîroz be.

Konê Reþ, 29.12.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark