Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek di 35 Saliya Oxirkirina Bavê Min de

 


 Konê Reş

  Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda wî bihata..
  Xweş li bîra min e, di sala 1961`ê de dema ku Şoreşa Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û êvar bavê min û cîranên me xwe ji radyoya me li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyên şoreşê re kêfxweşiya xwe ji Şoreşa Barzanî re tanî ziman û hin caran, piştî ku li nûçeyan guhdarî dikirin ji hev re digotin; îro pêşmegeyan afatî bi serê artêşa (cêşa) Îraqê de aniye û hina digot; ku kesî me hebe, Mela Mistefa ye.


  Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn û Xalid Begdaş ne dikir.. Hez Mela Mustafa Barzanî û pêşmergeyên wî dikirin.. Hin xortên gund divîbûn bibin Pêşmerge û digotin; ji bedêla ku em leşkeriya rêjîma Sûriyê bikin û di eniyên şerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê di navbera Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuştin, na, bela em di ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuştin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan misilmantire û dixwaze di malka xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?! Ehmedê Heseno digot: (Eger Barzanî heqê me bistîne ez ê keça xwe (Sitî) bixemilînim û bidim xortekî pêşmerge..). Apê min Mihemed ji bavê min re digot; keka! Tivingekê ji min re bikir ez ê herim bibim pêşmerge..
  Bêguman, mamostayê min yê jiyanê bavê min bû, ew yekemîn kes bû yê ku di warê nivîsandinê de nav di min de daye û ez dehif dame.. Di sala 1974an de, ji bo nameyek min, ji birayê min re, emniyetê êrîşî mala me kir; mala me û pirtûkxaneya min sexte kirin û bav û birayê girtin û bersivdan.. Di encamê wê girtin û bersivdanê de bavê min ji min re got: (Law! Helbet qelema te dijwar e, binivîse, texsîr meke…). Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de..
  Bavê min, gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin.. Ji encamê perwerdeya wî û dayika min, me her şeş birayan û xwîşkeke xwendinên xwe xelas kir. Hin ji me bûn mamoste, doktor, Avokat û niha hin ji zarokên me jî bûne doktor, endazyar û avokat..  Bavê min, nexwende bû, di mezinbûna xwe de fêrî xwendina Quranê bibû, eger carna dixwend, ew jî bi şaşî dixwend.. û sofiyekî Barzaniyê nemir bû. Bavê min, wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê cil û bergên erebî li xwe dikirin, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn. Xwedê wan û miriyên we bi dilovaniya xwe şad bike.
Qamişlo/ 23/12/2020

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark