Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Belê ha ev ez im

 



 Brahîm Mehmûd

Min rên ji bo te vedan, dadan, û radan
Daku xewnên te ji serma temenekî neterpilin
Min kaniyên hêviyan li ber serê te vêxistin
Daku vîna te ji dest xwe neçe
Min çûk û çivîkên þahiyan ji dara dilê te re haþ kirin
Daku roniya giyanê te piþtgiriya gavên te bike
Ev ez im ku tu bi xwe yî


De hiþiyar be, hiþiyar be, an wê bablîstokên demê dawa te li serê te bigerînin, hindê tê çawa xwe bi serî bike bi dilekî dilêr?

Min xwe ji tere kir hevalê heval berxikê dayika xwe
Daku tu gur û giran ji hev derînî
Daku tu dar û daran ji hev jihêbikî
Daku tu rast û rastê nekî weke hev
Daku tu hiþê xwe nexwî û tu nekî yê ji xwe bi hîvî
Ev ez im ku tu bi xwe yî ha

De xwe bike dostê deriyê ne deriyan, daku pêl bibne baskên te, daku bask te bi steyrikan girêbidin xwelî ser, daku çeqel û fisteq ji mejiyê te dûr bikivin, û tu bibî tu
Ev ez im ku tu bi xwe yî merev

Min te despar kir dilê xwe bê baspor bê ragihandin
Daku tu þev û rojan nasbikî
Daku tu mîr û mîrokan tevî hev nekî
Daku tu mêrgên laþê min ezber bikî

De xwe ji xwe rizgar bike heyran daku tu kelepçeyên kolîtiyê di kûrahiya ciwaniya min de neçînî û gavên xwe dijî xwe nekî
Ev ez im ku ev ez im de bide xwe wey berî ku jiyan ji me tore bibe


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark