Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Ew nêre mêre

 



Brahîm Mehmûd

Dibêjin   mêre     ew  çiku   nêre
Bi rojê  roviye    bi þêvê  çi þêre  
Adem   li  jore    Hewwa   li jêre
Xwedê jî   pêre    ayin   jî    pêre
Yasa    jî  pêre     û maf jî    pêre
Ma çi ne pêr re    çi ma ji jinê re?
Rastî ya   wiye    ji xwere dihêre


Gotin ya wiye   ji xwere didêre
Xweþî  ji   wîre  reþî  ji    wê re
Ew jêr    seriye  ew sûnde  jêre  
Ew    lê  dinêre  bi  wî    dinêre
Geh dar û  geh  bi   tunde kêre
Ew jê bi    tirse   wate  newêre
Mêrik     zilame   bi xêr û bêre
Ew jê re peyve  nedeng ji wêre
Ew bextewere   wî      hilbijêre
Çi bêje   xêre    ku rast be xêre
Ku xwar be xêre  ku çewt be xêre
Ku virbe be xêre  ku  hiþk be xêre
Ew  çiku   nêre  nav dibe mêre
          
Jiyan bi xwe ye bi nav   dilêre
Ev mêye zîve      ew  nêre zêre
Diya   lawike       bijî ji    wêre
Diya   qîzêye      çi þerme  pêre
Çi navê heye      bi wî bi  kêre
Ew nêre nêre      berxê   þigêre
Paþî   berane       navek sipêre
Tiþtekî kevne   ne duh ne pêre
Jin bi gûmane    ne bar bihêre
Mêr canpulate    bi   hiþ jî têre
Wek ser hatiye    gotin bi dêre
Mêr paqijiye     jin her   qilêre
Jin ku bi demêre  bi ro û þevêre
Ku çêdibe  ne   xêre   bi nav dibe   ne xêre
Ku dikene  ne   xêre   ger  digirî     ne xêre  
Ger deng dike ne xêre  an derkeve ne xêre  
An geþdibe ne xêre   lê dimire  xweþ  xêre
Mêr bi demêre    Mêr ji demêre

Ev   çi   mejiye   eve    kwînêre
Ne   tu bawere   tevîxwe    gêre
===
Têbîn:

Ev nivîsiya ku bi navê helbestê diyar dibe, rewþeke wê ya taybet heye, ku hêlaye bi vê þweyê belav bibe, ew e ku min bi navê hevala rêka jiyana min ya hevbeþ nivîsandiye, û min jêre xwendiye , û hinek gotin ji min re srrastkirine, lewra ez vê nivîsiyê  diyarî wê û çi jinên li cîhana me ya biçûk û mezin dikim , û navarok hest û helwestên min bi xwe ne.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark